sînema Amûdê
< Şewata
Sînema Amûdê
13.11.1960
sînema Amûdê
Doseya Sînema Amûdê www.amude.com

STRANA ZERGA1 JI MIHEMED SEÎD AXA RE*

Yûnis Bahram - Dresden/Elmanya



Tirafê bêhna canê min diçikand
Dema di bin kavilan de li te digeriyam
Û min ti nîşan nedît te pê nas bikim
Ji bilî demjimêra di hestiyê zendê te de

Gulên bi bêhn ji min re neman
Bêhna şewatê dida du min
Li hemû cihên ez lê
Rokê çirûskên xwe winda kir
Çimkî ew pêlên agirîn
Koranî bi çavên min dianîn

Dîsa jî, bazê min
Canê min rabû ser xwe
Û te dîsa dît
Fena ko tu hertim wisa bû
Û wek tu dîsa di bûhişta Xwedê de yî

Dema tu mir, zemîn ji tirsê di bin te de dihejiya
Bes tu di min de radibû

Çavên te yên tarî û germ
Xwe bo min vekirin
Û xwe tucar nema digrin

Tiştê te kir, wê bê pîroz kirin
Di gelek stranan de
Û di hezarê salan de
Mirov wê pesnê te bidin

Lê belê bîranîna te ya herî xweş
Di hundirê dilê min de ye
Di dilekî de
Ku bêyî ramanên ser te
Ti car nikare bijî

Ez xatir ji te naxwazim.
Ez bi te re me.
Û gelekî nêzîk
Ez ê bidim du te

Werger ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko

-------------------------------------------------------------
1 Zerga destgirtiya Mihemed Seîd Axa bû
* bi elmanî: "Lied der Zerga an Muhamed Said Aga", ji pirtûka "Der Kummer von Alcezire" (Kula Cezîrê)


   veger rûpela destpêkê
  Yûnis Bahram









"Tiştê te kir wê bê pîroz kirin
Di gelek stranan de
Û di hezarê salan de
Mirov wê pesnê te bidin"