ŞEHREZAD*
Şêrkoh Hopo - Elmanya
Cok û Kanî tev çima miçiqîn
Kulîlkên Amûd çima qurmiçîn..?
Gelo hebû kes ji wan bi kîn
Şehrezad, pirsek di baxê min´de mat..?
Kî rêberê te, kê te gerand
Suxtên Amûde kê li te civand..?
Destê qirêj kê bi ser we de şand
Şehrezad, te ez kirim goşumat
Bi min re çêkir girêcanek mezin
Ji te ez dikim gilî û gazin
Yan bêje kî rêberê te yê mezin
Şehrezad terşê te bû desthilat..?
Ne Filmê te bû komir û şewat
Pêncsedûpencî kur li xwe civand
Bo çi tu nebûyî ser wan dilşewat
Şehrezad sipartibû kê ew civat..?
Sînema tu bû yan tu bû dojeh
Çawa tengiya te wisa bû fireh..?
Hemû suxte hembêz kirin bê guneh
Şehrezad, te xwe kiribû şemşat
Agir ji kû wa girte hawêrdor
Ew agir û pêt çawa bû hilor..?
Çawa xwe pêça rengê marê kor
Şehrezad, bêje agir ji kû hat..?
Ser û dest û pê laş û cil û ban
Qêrîn û feryad haware dûman
Ji suxtan hatder waswas û fîxan
Şehrezad, tu mirî, ma çi bi te hat..?
Ar hilor û germ şewat û bi tîn
Bîna pîşo û laşan difûrîn
Suxtên bê guneh tev peritîn
Şehrezad, doz ti car nabî felat
Ma hebû yek kes li dor te gawir
Berda hinav û canê te agir
Divêt bişewitî nemînî li vir
Şehrezad çir, kê te kir malmîrat..?
Kî hat di qîr û hawara suxtan
Ji bil gelê Amûd Bav û Apan
Xuşk û Bira û Dê li we civiyan
Şehrezad, ji wê rojê tu hilat
Dusedûpencî arî û komir
Û yê reviya ji tirsa ku mir
Yên dî dax û şeht û dîn û bêcir
Şehrezad, binêr çi bi serê wan hat
Jîwarek jander em tê de dijîn
Amûd seranser hawar û nalîn
Qêrîn û feryad axîn porkişîn
Şehrezad, suxte ji kêr bûn xelat..?!
Ev bû mafê me ji bo alîkar
Candayên Cezayir fekin li şar
Amûd seranser bo we pêt û ar
Şehrezad, te suxtêd me kirin pat
Sînema tu yî uşt û gunehkar
Lê bi destê kê tu bû pêt û ar..?
Li suxteyan te kir qîr û hawar
Şehrezad, tuj´ Amûdre bobelat
Kesên zordar û sitemkar bê xem
Gotin narvîne ev hate ji dem
Nabêjin diha û raz maye gem
Şehrezad, bo çî bû ev serpêhat..?
Ji bîr nabe şewatgeha mezin
şîrmakêd pêçek wê bibin mezin
Wê ji te bikin gilî û gazin
Şehrezad, tu mirî şar nabî berbat..!
Va bi milyonan hatin şûna wan
Tev rêber û jîr, zan û xwendevan
Bi milyonan qîz bûn dê û sermiyan
Şehrezad da zanibî deshilat
Bi xwe Ferensa welê nekiribû
Kirasê dostî li xwe nekiribû
Karê wesa ti car wê nekiribû
Şehrezad, ereb bûn xwedî welat..!!!
Ev zendîlokên pîs di cîhanê da
Divên bişewitin di Amûdê da
Ne bi destê kesî bi destê kurda
Şehrezad, ji dest me nabin felat
05/1988
-------------------------------------------------------------
* Şehrezad navê Sînema Amûdê ye (sînema şewitî)
veger rûpela destpêkê
|
|
"Sînema tu yî uşt û gunehkar
Lê bi destê kê tu bû pêt û ar..?
Li suxteyan te kir qîr û hawar
Şehrezad, tuj´ Amûdre bobelat"
|