sînema Amûdê
Şewata
Sînema Amûdê
13.11.1960
sînema Amûdê
Doseya Sînema Amûdê www.amude.com

BÎRANÎNA SALVEGERA ŞEWATA SÎNEMA AMÛDÊ

Dr. Sededîn Mele - Stockholm



Di dirêjiya dîroka xwe ya tal û dijwar de, xelkên me xwe hînî jibîrkirinê kirine. Pirrê caran, wilo xwe ker, lal, kor û nebihîstî dikin, ta radeya ku wirde-wirde ew bi xwe nema ji xwe bawer dikin. Bi vî hawî, serpêhatiyên gelê kurd ne di warê yekgirtin û xweparastinê de û ne jî di warê şiyarkirina hestên neteweyî û meyandina nasnameya neteweyî de, ji wî re nabin semyan û di encama vê pêvejoyê de, hişê kurd ê mêjoyî pêre-pêre teng û nizm dibe û gelek caran jî vedimire û heyvan namîne û dîroka wî perçekirî û berzkirî dimîne.
Loma jî Î. Beşikçî dibêje: "Eger miletê kurd dîroka xwe ya rast zanîba, ti hêzê nikarîbû xwe li ber wî girtiba".

Akama vê rastiya tal ew e, ku kurd û bapîrên xwe yên ku berî her kesî li Rojhilata Navîn bi cih û war bûn û herêma wê li hemberî hemû êrîşên dijwar bi xwîna xwe parastin, îro ew bi xwe bê dewlet mane û ketine bin çewisandina grûpên ku di pê re li war û mala wan bûbûn mêvan.

Komkojî di dîroka gelê kurd de bê hejmar in û yek ji wan şewata sînemaya Amûdê ye.
Gotina "sînemaya Amûdê" di hişê gelê kurd li Kurdistana Rojava de, û li cem tibabek Kurdên perçeyên din jî, heta ew hebin, bi şewata zarokan ve hatiye grêdan.
Di dîroka Amûdê de, ew ne şewata pêşî bû, lê ya herî mezin û dijwar bû. Bê hesab û civan, ji nişkê ve, wek ku birûskeke bê reng û deng li keriyekî pez ke ve, agir ket hundirê sînemê û xwe berda nav zarokan.

Di wê êvarê de, roja 13.11.1960î, agir 283 zarokên kurdan fena ji xwe re bike ardû şewitandin û dê û bavên wan ji wan bêpar hiştin. Ji nişkê ve û bê resmiyet, bajarê Amûdê bû xwediyê gora xwe ya serbazê windayî û goristana Girê Şermola bû xwediyê sûreke taze. Di rojekê de, bingeha vê sûrê bi gorên şagirtên dibistanên serete hate kolan û dîwarên wê di pê re bi kêlên kevirî wirde wirde hate lê kirin.

Çîrok jî bi şerê Cezairê û Firensayê ve girêdayî ye.
Ji bo alîkariya şoreşa Cezairê, wê rojê, "mudîrê nahyê" hemû şagirtên dibistanên serete yên bajêr mecbûrî çûna sînemeyê kirin û got, xwedê giravî, ew hatina daravî ya sînemayê dê here alîkariya şerî.
Zengîn û hejar, her şagirtek li gora rewşa malbata xwe gerek baceya xwe bida. Ji ber ku sîneme biçûk bû û besî hemûyan nedikir, ew 2-3 caran li ser hev bi kar anîn. Cara dawî, du carî zêdeyî kapasîtêta sînemê, zarok xistin hundirê wê. Ne kêmî 400 zarokan, piraniya wan şagirtên salên yekê ta pêncan bûn û cara pêşî bû ku di jiyana xwe de diçûn sînemê. Wan nizanîbû çend derî yên sînemê henin yan jî li kû nin. Derî jî, yek li bakur û yek li başûr, teng bûn û bi aliyê hundir ve vedibûn. Pencere tune bûn û dîwar bi cawekî boyaxkirî seranser kiraskirî bû. Piştî piraniya fîlmê "Tewanbariyek di nîvê şevê de" derbas bû, agir bi odeya motor ket û zû bi deriyê nêzîk û textên dora xwe jî ket û li cawê ser dîwaran belav bû.
Hinek, ên nîzî deriyan bûn, der ketibûn derve, lê ta hingê, tevlî xire-cirê jî, zarok behetî mabûn û her bêdengiyê hundir girtibû. Kesî ne dikir hawar û her yekî bi aliyekî ve bazdida. Li ber herdu deriyan, zarok wek stokan ketibûn ser hev û yekî bi dawa yê din digirt û dikişkişand, ji bo bikaribe bi xwe hilperike koma zarokan û xwe di ser re bavêje derve. Gelek bi vî awayî fetisîn an ketin bîra li ber pencereyê. Keftelepta zarokên din bû û bi tirs vir de û wir de bazdidan, lê rêyên derketinê kêm bûn an tune bûn.

Piştî derketina min, agir li her derê belav bûbû û dûmaneke reşe-tîr hundir mişt kiribû. Xelkên derve bi bêr û berran hewl dan ku pencereyan vekin. Hinekan, wek Mihemedê Axê, êrişî hundir dikirin û zarokin der dixistin, lê agir zû hundir kir wek tenûreke dadayî.
Demirên pişta xênî ji têhna germa êgir nerm bûbûn û hatin xwarê û pê re pişta xênî bi carekê herifî. Hingê tu kes, û Mihemed tê de, nema xelas bû. Çend rojan bêhna şewata laşê mirovan esmanê Amûdê girtibû û brîndar jî pir bûn. Ji bo ku xelk bikaribin laşên miriyên xwe nas bikin, term û hestiyîn zarokên şewitî li mizgefta mezin hatibûn danîn, lê dîsa jî gelek zarok ta dawiyê nehatin naskirin û ew di goreke tevayî de hatin veşartin.

Herçendî peykerê li bexçeyê şûnewarê sînemê û gorên zarokan li ber çav in û hîn li cihên xwe nin jî, lê çîroka şewatê bi xwe, piştî 40 salan her tevlihev û ne zelal e. Mirovên ku zarokên xwe winda kirin, hîn di guhên hev û dû de dikin piste-pist û bi dizî, her yek li gora xwe sedemên wê serpêhatiyê tînin zimên û şirove dikin. Karbidestên dewletê, her ji roja pêşî ve, hewl dan ku hemû saloxên wê şewatê qedexe bikin da hin bi hin ji bîra xelkê der keve. Nehiştin ku kes lêkolînan li ser sedem û baredoxên şewatê çêke û wan bi xwe jî encamên lêkolînên xwe veşartin.

Ji aliyê perspiktîva dîrokî ve, eger mirov wê serpêhatiyê têxe çarçewê çaxê wê, baweriya xelkê hingê wek niha nedihat û nayê ku şewat tenê "qeda û qeder" bû.
Hingê, berî şewatê û di pê re, hêstirya şovînî ya erebî li hemberî kurd, û xelkên Amûdê bi taybetî, pir xurt bû û "qeda û qeder"ên wiha bi du hev de pêk dihatin.
Xwediyê sînemê û xebatkerên wê kurd bûn û digotin ku berî destpêka fîlmî hinek bi navê muxaberat hatine, bi zorê kilîta derî ji wan standine û piştî ku bi tena xwe çûne hundir, hatine kilît li wan vegerandine û çûne. Zarokên şewitî yeker kurd bûn, û piştî destpêka fîlmî "mudîrê nahiyê" şandiye dû herdu zarokên xwe û ji sînemê birine malê. Di çaxê şewatê de, polîs li ber dergehî rawestiyabûn û nedihiştin kes derbasî hundir bibe û bi hawara zarokan ve here.

Dewletê nexwest pir bide dû sedemên êgir û pirsê zelal bike, ti alîkariya psykolocî (nefsî) bi xwediyên zarokan re nekir û piraniya alîkariya aborî, ya ku ji bo şewatê hatibû kom kirin û ji malbatên miriyan re hatibû terxan kirin, ne giha xwediyan. Piştî sala pêşî ku xelkê xwe dane ser hev û bi hev re der ketin ser tirbên zarokên xwe yên pîroz û xwestin roja salvegera şewata kesnedîtî bi bîr bînin, dewlet tore bû û nema hişt ev yek di salên pê re dubare bibe.
Bêdengoyeke bêpeyman an civan, mîna bêdengiya Girê Şermola li Amûdê pê dabû û kes nema li salvegerê xwedî der ket. Hinekan digot, me çi derdên saxan çareser kiriye da em têkevin taya serê miriyan.

Hingê windakirina 283 zarokan di bêhnikekê de, ji bo bajarakî wek Amûdê, ne kêmî şikestina welatekî di cengeke mezin de bû. Dîsa jî gelê me, ne di nav siyasetmedar û rewşenbîran de, ne di nav dewlemend û axan de, ne di nav şêx û melan de, ne di nav cotkar û karkiran de, ne li Amûdê û ne li derî wê, nikarîbû wî rehberê ku bikaribe êş û nalîna nava xelkên me bike hawar û der bibirîne, peyda bike.

Ji bo ku em dîsa dîroka xwe ji bîr nekin û ji bo ku em wê bi zarokên xwe ve bidin nasîn, em îsal, piştî 40 salan û li derveyî welêt salvegera vê komkojiyê bi bîr tînin.
Em dixwazin, ku bîranîna vê salvegerê her sal û berî her derê li Amûdê pêk bê û têkeve rojeva dezgehên siyasî û çandî yên kurd. Lewra miletê ku dîroka xwe winda bike, çetine ku rêya paşeroja xwe bibîne.

Sipasî ji bo biryara Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ku bîranîna vê salvegerê xiste programa xwe ya salane.

Hezar silav li giyanê bêguneh ên goriyên şewata sînemaya Amûdê bin.

----------------------------------------------------------------------------
Ev nivîsar di roja 18.11.2000î de li Stockholmê di bîranîna şewata Sînema Amûdê de hate xwendin.


   veger rûpela destpêkê
  Dr. Sededîn Mele









"Ne kêmî 400 zarokan, piraniya wan şagirtên salên yekê ta pêncan bûn û cara pêşî bû ku di jiyana xwe de diçûn sînemê.."























"Piştî sala pêşî ku xelkê xwe dane ser hev û bi hev re der ketin ser tirbên zarokên xwe yên pîroz û xwestin roja salvegera şewata kesnedîtî bi bîr bînin, dewlet tore bû û nema hişt ev yek di salên pê re dubare bibe."























"Ji bo ku em dîsa dîroka xwe ji bîr nekin û ji bo ku em wê bi zarokên xwe ve bidin nasîn, em salvegera vê komkojiyê bi bîr tînin."