MA ZAROK TÊN ŞEWITANDIN?
Receb Dildar - Amed
Zarokan neşewitînin, gelî efendiyan!..
Wekî bi sedsalane dibe, hun dikarin me ji erdê bav û kalên me biqewirînin.
Hun dikarin zimanê me qedexe bikin û me mahkûmê tarîtiya xwe bikin. Gava hun zanyara dibînin,
hun dikarin bi cina bikevin û veciniqin. Hun dikarin gulla bera serê mirovên difikirin, bidin.
Hun dikarin mal û bexçe û daristanê me bişewitînin, çiyayên me bombe baran bikin.
Ger hîna jî hun karibin ji xwe re bêjin em mirov in, zarokan neşewitînin.
Zarokan neşewitînin, gelî efendiyan!...
Hun dikarin bi pişta artêşên xwe bifirin û xwe ji me serdest bibînin.
Hun dikarin bi pişta çekên xwe bifirin û heqê ji were hene, hun nedin me. Hun dikarin
îddîa bikin ko nîjada we ne wek me li ser du lingan, li ser çar lingan an jî li ser teriya xwe
dimeşin. Hun dikarin îddîa bikin ku xwîna we ne ji ya me ye; hun dikarin bêjin, ku
di damarên me de...... diherike. Hun dikarin bêjin bav û kalên me, ji yê we zêdetir mirov
kuştine û welat talan kirine. Ger hîna jî hun karibin ji xwe re bêjin em mirov in,
zarokan neşewitînin.
Diçûm û dibûm ardûyê şoreşan....
Diçûm û dibûm talana serxweşan...
Diçûm û dibûm xelata zikreşan.....
Diçûm û li ser lêvên Girê Şermolayê wek roka ber êvarê şin dihatim...
(Ehmed Huseynî)
Ma 283 zarok bên şewitandin, ji bo wan lobandin nayên gotin? Ewê bên gotin,
werê bên gotin ku ne dikevin pirtûkan ne jî stranan. Û her roja 13ê meha mijdarê ji nû ve
bilind dibin qêrînên dayikan li ezmanên Amûdê. Û her roja 13ê meha mijdarê ji bo li komkuja
41 sal berê lanetê bînin, gelê Amûdê li goristana Girê Şermolayê ji nû ve dicivin.
Û her roja 13ê meha mijdarê ji bo zarokên xwe yên di sînemayê de hatin şewitandin, Amûdê
ji nû ve dikeve nava şînê.
Ji we dipirsim, gelî efendiyan: ma zarok tên şewitandin? Zarokên we bihatina
şewitandin, we dê çi kiribana? Zarokên we bihatina şewitandin, hûn dê çi bifikiryana?
Zarokên we ji bo kêfê biçûna sînemayê û bihatina şewitandin, dê dilê we neşewiyana?
Hun ê bê hêvî bi çar aliyan de baznedabana û bê teqet we yê li çogên xwe nexistibana? Yan jî
ji bo hun li ber nekevin, wan zarokan kurd bin bes e? Di nav sînemayê de şûna zarokan
berx hebûna, we ew nedişewitandin. Dibe ku we çêlikan jî nedişewitandin.
Efendî berxik û çêlikan naşewitînin, zarokan jî naşewitînin, ger kurd bin jî!....
Hun dikarin bi artêşên xwe bifirin û xwe ji me serdest bibînin. Hun dikarin bi çekên xwe
bifirin û wan heqê ji we re hene, hun nedin me. Hun dikarin welatê me perçe bikin û li
hev par bikin. Ger hîna jî hun bikaribin ji xwe re bêjin em mirov in, zarokan neşewitînin.
Ma zarok tên şewitandin?......
2001
veger rûpela destpêkê
|
|
Receb Dildar
"Ma 283 zarok bên şewitandin, ji bo wan lobandin nayên gotin?"
|