NAZA EMO (NAZO) Û ÇARESERKIRINA QEDERÊ
Naza Emo (Nazo) pîrejineke ji Amûdê ye.
Ew niha jî li Amûê dijî û temenê wê
dora 100 salî ye.
Di dema şewata Sīnema Amûdê de, kurek û sê keçên
Nazo hebûn. Navê kurê wê Ebdilrehman (Ebdo) bû. Ebdo jî
di bûyera Sīnema Amûdê de şewitî.
Cudahiya Nazo ji dê û bavên din, ên ku zarokên xwe di
şewata sînemayê de winda kirin, ew bû, ku yên din
nîşan ji xwe re peyda kiribûn, ku zarokên xwe
bi alîkariya wan nas kirin û ew veşartin. Lê Nazo
tiştek nedît. Kurê xwe nas nekir.
Ebdo jî bû yek ji wan kesên ku ji ber canê wan di şewatê de
ewqasî hatibûn guhertin û windakirin, malbatên wan nekarī
wan nas bikin. Ji ber vê yekê, ew di gorên tevayî de hatin veşartin.
Nazo nexwest mirina kurê xwe bawer bike
û xwe bi vê yekê razî bike û got: "Kurê min nemiriye.
Ew tirsiyaye û reviyaye. Ew ê nêzîk vegere."
Carinan Nazo diçû cem cîranan û bi kêfeke mezin
û lêvên bi ken digot: "Filan kesan got, ku wan Ebdoyê min
li filan deverê dîtiye. Ew ê nêzîk vegere malê."
Derdê Nazo ji yên tevan mezintir bû: yên din dikarî
li cem gorên zarokên xwe rûnên û bigrirîn. Lê Nazo?
Ne gor hebû û ne jî tiştek ku here cem rûnê û êşa birîna
xwe bi hêsirên ji çav û dilên xwe sivik bike.
Sal derbas bûn û ji ber Nazo mezin bû
û nema karîbû zarokan bîne, wê biryar da ku jinekê ji
mêrê xwe re bîne. Mêrê wê xwesteka wê pejirand û
ji xwe re jinek anî. Piştî demekê zarokek ji wan re çêbû.
Lê kî dikarîbû bêje ku ew zarok ne kurê Nazo ye
û yê yeke din e? Her kesî qebûl kir, ku kur ê Nazo ye.
Dê qebûl kir, bav qebûl kir û tevaya xelkê jî qebûl kir.
Nazo navê kurik kir Mihemed. Ti kesî nizanîbû çima navê
wî kir Mihemed û ne Ebdo.
Ger Mihemed nexweş diket, tax tevde nexweş diket. Ger rehet dibû, tax
rehet dibû û kêf diket dilê wê.
Roja Nazo jin ji kurê xwe Mihemed re anî, şahiya tevaya taxê bû.
Dema zarok jê re çêbû, kêfa gişan hat.
Nazo qedera xwe bi destê xwe çareser kir. Wê kurê
xwe bi rêyekê vegerand û ew dît.
----------------------------------------------------------------------------
Ev çîroka rast ji axavtina Dr. Ebdilbasit Seyda
di bīranīna şewata Sīnema Amūdź de, roja 18.11.2000î li Stockholmź,
hatiye wergirtin.
veger rûpela destpêkê
|
|
Naza Emo
Ebdilrehman, kurê Naza Emo
"Kurê min nemiriye.
Ew tirsiyaye û reviyaye. Ew ê nêzîk vegere."
|