MIHEMEDÊ XWA LÊ XWEŞÎ*
Mele Ehmedê Namî
Dibêjin hêj destpêka agir bû, lê hin bi hin
pêtiyên wî dijwar dibûn. Koma admîzadan hawara agir, jin
û mêr li hev sitûr dibûn.
Me dî ji wê koma bêjimar xortekî ciwan û hêja,
hunermend û canpola, mêrxas û xîrteşînas, "Mihemedê
kurê Seîdê Deqorî", derket. Peywend û zincîrê jinê
qetandin, weke şîrekî xeyidî û teyrekî bazî ku xwe
berde ser nêçîrê, êrîş berda kûrangiha agir,
kûrangiha mirinê; hundirê sînemê, ta ku gihişt zarokan
û ji wan dido dan bin çengê xwe û anîn der. Cara duduwa dîsa
êrîşî hundir kir û du zarokên din anîn der.
Bi vî hawayî êrîş li dû êrîşê ta ku
donzde zarok ji kûrangiha mirinê, ji nav pêlên dojehê anîn der.
Lê sed mixabin, di êrîşa cara dawî de agir girte cil û canê wî.
Ji ser ta bi qedem ew jî bû pêtek agir û sînema bi carekê de hilweşiya,
bi ser wî û zarokên mayî de hate xwar. Hedan neket canê wî ta ku
bû qurban ji bo lawanê miletê xwe.
Ji kevnare dibêjin çi kesê mal û canê xwe di riya fedekariyê de bide,
hertim rûpelên mêjûyê jê re vekirî ne.
Ey Mihemedê Xwa lê xweşî... tû û hevalên xwe siparî
dilovanî û mehrevaniya Yezdanê pak bin.
----------------------------------------------------------------------------
* Ji pirtûka M. Ehmedê Namî ya bi navê
"agirê sînema Amûdê" (Weşanên
Jîna nû: 12, Uppsala 1987)
veger rûpela destpêkê
|
|
M. Ehmedê Namî
Mihemedê Seîd Axa Deqorî
"Lê sed mixabin, di êrîşa cara dawî de agir girte cil û canê wî."
|