SÎNEMA AMÛDÊ FILMÊ XWE YÊ NÛ DIFIROŞE ŞEMÎZANÊ
Kerem Brahîm Yûsiv - Qamişlo
Carekê mamostê me li dibistanê ji me re got: "Eger mirov nemire, jiyan berdewam nake." Devê me şagirtan tevan ji hev ma vekirî, me got :"Ev çi dibêje? Çawa mirov dimire, bo mirov bijî?” Wî berdewam kir û got: "Her kesek ku ji dayik bibe, cihê mirovekî ku bimre digire, bi wateya ku kes nemire, kesê din ji dayik nabe, çimkî qad nikare jimarek mezin ji mirovan ser xwe ragire, lewra divê ku em ji mirinê aciz nebin".
Di vê 45emîn salvegera şewata – şewitandina - Sînema Amûdê de, gelo mamostê me çima negot "Kurd bi xwe ne ew kesin ku dimirin”, ez nizan im; şaşitiyek bû ji wî yan wî ev yeka han nizanîbû?
Dilê miletan tevan bijiya xwîna Kurdan û herikandina wê. Wan xwest mêraniya xwe li gor mêraniya Kurdan bipîvin, mana xwe li gor mana Kurdan bipîvin. Lewra wan şer bi Kurdan re kir, bûne koledar ji qada wan re.
De ka em her sal binêrin bê çiqas kesên Kurd dimirin û kesên ku ji miletên din dimirin, çiqas in, bi taybetî di zindan û cengan de. De ka em binêrin bê çend kesên Kurd bo dozê derbasî zindanê dibin, li gora miletên din. Her em serkeftî ne û jimara me ye ya bilind, lê di mirinê û zindanê de.
Her ev jimar bilind e ta dema em xêrê ji miletên din re bixwazin an dixwazin, mîna ku li sînema Amûdê çêbû , dema şagirtên kurd xwest diravan bidine hev bo alîkariya şoreşa Cezairê. Her mirovê kurd dimîne matmayî bê çima li devereke din kesên ku xwest alîkariya şoreşa Cezairê bikin, nemirin, lê ew bitinê mirin. Û gelo wate "divê em ne xêrê ji xwe re û ne ji miletên din re bixwazin" ta ku em nemirin?
Helbestvanên kurd nema dikarin ser êşên kurdî helbestan deynin, çimkî her êş hene, her mirinên mezin para miletê wan e, dilê wan her dimîne dêl ji keseran re û pencereyek nîne ku kêf tê de bi qaçaxî derbas bibe dilê wan. Ta bi hozanvanên kurd nema di ber bûyerên mirin û xemgîn de digihên, çimkî ji destpêka salê ta dawiya wê di goristanan de cih ji Kurdan re tê veqetandin.
Sînema Amûdê îroj dîsan rêklaman bo filmekî nû difiroşe, lê tu kes nikare bikire an
temaşe bike, ji tirsa şewateke din ku rojên wan bi qamçiyên mirinê bişewitîne. Tu kes nema leza mirina xwe dike, lewra tu kes nema diçe sînemê û nema li filmê nû temaşe dike, filmê mirinê, ev filmê ku li benda temaşevanan e, da ku Sînema Amûdê careke din bibe nivîskar û derhênerê wî, û temaşevanên wî bibin leystikvanên wî, dema ku agir bibe kamîreyek û gewdeyên wan bikişîne, û tev naxwazin ku di vî filmê nû de kes li mirina wan guhdar û temaşe bike.
Dema pêşkêşkirina film nêzîk bû, tu kesî cih ji xwe re veneqetand, lewra Amûdê filmê xwe yê nû firot sînemaya Şemzînanê, ya ku vî fîlmî van rojan li kolanên xwe pêşkêş dike. Dîsan leysikvanên vî filmê mirinê Kurd in, lê ne ji Amûdê ne; vê carê ji Şemzînanê ne, çimkî her ji Kurdan tê xwestin ku bimirin, bibûrin, bêne kuştin!
Dîsan bibûrin, bêne kuştin di ber dozê de!
Pêdivî ye em bipirsin çima Sînema Amûdê hate şewitandin, çima dergehên wê di dema şewata wê de hatin girtin? Çima tu lêkolînên fermî ser şewata wê nehatin vekirin, da ku em xwe ji hemû miletên ku me bi saxîtî dişwitînin, nas bikin, û eger agirê gewdeyên me yên şewitî hilor bû û bêhn pêket, banzîna wan pirr e.
veger rûpela destpêkê
|
|
Kerem B. Yûsiv keremyusiv@hotmail.com
"Sînema Amûdê îroj dîsan rêklaman bo filmekî nû difiroşe, lê tu kes nikare bikire an
temaşe bike, ji tirsa şewateke din ku rojên wan bi qamçiyên mirinê bişewitîne."
|