PÊŞBÎNIYA KALEKÎ AMÛDÎ
Jan Dost - Herne/Elmanya
Tu hîn çênebûbûyî, diya min digot, em bi sedê
kîlomitran dûrî Amûda xwe bûbûn. Wê demê jî, rêyên rast û rast nebûn. Em salê
carekê tenê diçûn ziyareta xizm û merivên xwe.
Payîzeke di destpêka xwe de xemgîn xuya bû, ezmanekî destgirtî
û çavteng, sayî û hişk, heta teyrikan xwe li wî ezmanî
zûha nedikirin xwedî. Kalkê te, ew weliyê Xwedê bû, her
dibû esrê teng, kurkê xwe diavête ser milên xwe û
gopalê xwe yê ji dara gwîzê dixiste destê xwe û dihate
oda malê.
Nûqsan bû, ji herdu çavan kor bûbû, lê bi çavên
dil didît, kalkê te.
Wî bîna her zarokekî xwe zanîbû û bîna axa
Amûdê ji bîra wî neçûbû. Baran li Amûdê
bibariya, digot: "Ma bîna axa şil tê we jî?" Kesek li
Amûdê bimira, destê xwe dida ber guhê xwe û berê
guhê xwe dida rojhilat û digot:
"Hûn jî dengê girî dibihîzin?".
Lawê min, diya min digot, ew payîz bi ser gurê çiyan de neçe, payîzeke
weke zilindarê bû, tama wê ya tehl di bin zimanê her yekî Amûdî de ye,
heta ku sax be, ji bîra wî naçe.
Esrekê piştî nimêjê, kalkê te kete derî û
weke zarokekî dê windakirî giriya.
"Apo, apo", ez çûme pêşiya wî, "çi
qewimî ye??".
Ez tirsiyam. Kalkê te ji bo mirina yekî û dudiyan nagirî,
ne jî bo şewata zadekî û du zadan, lê çi bûye??
Piştî hat li ser postê beran rûnişt, min jê pirsî:
"Apo, çi qewimî ye?"
Dîsa weke zarokan giriya û got: "Agir bi Amûdê ket, agir!!!"
Em bi sedê kîlomitran ji Amûdê dûr bûn,
û kalkê te nuqsan bû.
Herne, 10.11.2001
veger rûpela destpêkê
|
|
Jan Dost (dîha)
"Agir bi Amûdê ket, agir!!!"
|