BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN ŞEWATA SÎNEMA
AMÛDÊ
Hemîd Kilicaslan - Stockholm
Amûdê, li başûrê-rojavayê Kurdistanê bajarekî biçûk e. Toş û tofanên ku bi serê vî
bajarî de hatine, ne li gora biçûkbûna bajêr in. Li herêma ku bajarê Amûdê lê ye,
kîjan dever bê kolan, şopa bûyerên dîrokî yên giranbûha, bê jimar in.
Dîroka Amûdê ya rengîn bi serpêhatiyên xwe ve dewlemend e. Wek dîroka welêt,
dîroka wê jî di mij û moranê de maye. Jêhatîbûna xelkên wê deverê, bi taybetî xelkên Amûdê,
ew kerribej, ew erdê ku do gumgumok li wê ji tîna difetisîn, bi xweydan û xebata xwe
kirine devereke berhemdar û avî. Ya herî girîng: li dîroka xwe xwedî derketine,
toza dîrokî ji ser rûpelên zerbûyî paqij dikin û didine alî.
Beriya 40 salî (îro 13.11.2000î ye), di 13ê vê mehê de, 280-283 ciwanên kurd di temenê 8-12
salan de, bi bûyerek rûreş, bi şewata sînemeyê, tevlî
bêgunehiyên xwe, bi nav karwanê şehîdên welatê me ketin. Ev "çîrok" carinan bi dengê
dengbêjekî kurd, carinan di sohbet û şevbuhêrkên civatê de, wek serpêhatiyeke ji serpêhatiyên
kurdan hate zimên. Mixabin ta niha wek perçeyek ji dîroka welatê me, di rojeva me de sêwî mabû,
hema bêje ku hatibû jibîrkirin. Lê îro, ku ev bûyer bi helwest û jêhatîbûna ciwanên
dema şewata sînemeyê û bi biryara Kongireya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi
bîr tê, xemgîniya min dike serbilindî. Giyanê şehîdên êgir bi egera lihevcivandin
û pevxistina hestên neteweyî ji nû ve vedijîn.
Navê gelek ciwanên me li bakurê Kurdistanê Helebçe ne, ku îsal temenên wan 12-13 sal in.
Navê Mehabadê li çaraliyê Kurdistanê belav e. Kurdan dîroka xwe di jiyana xwe ya rojane de
winda nekirine. Ji îro bi şûn de, bila agirê Sînema Amûdê jî hestên me pev bikelîne.
Gava ev bûyer her sal bi bîr bê, her wekî 280 ciwanên me beyhûde neçûbin.
Her wekî piştî 40 salî li me vegeryabin. Lê gava bêne jibîrkirin,
ez bawer dikim, meriv dûrî goristana wan be jî, dê nalîna wan di kûraya dilan, di guhên kerr de
olam bide, hestiyên wan ên saxmayî dê kesera vedin û ji nû ve bihelin.
Di dîroka Amûdê ya nêzîk de, serpêhatiya Şewata sînemayê ne bi tenê ye.
Amûda Bavê Mihemed, di sala 1937ê de carekê şewitî bû. Ji xeynî şewatê,
talan, kuştin û "Toşa Amûdê" hê jî baş nayê zanîn ka sedemên wê çi bûn.
Çima xelk li hev hatin sor kirin? Kê fesadiya File û "Misilmanan" kir, ew bera ber hev dan?
Pirs gelek in, lê hêvî ji pirsan bilindtir e.
Ka em binerin bê Seydayê nemir, qehremanek ji yê dema nêzîk, Mele Namî, di pirtûka xwe ya bi
navê "agirê sînema amûdê" de çi dibêje:
Di şwîna şehîdan de, serekê şandiyara dewleta Surî gava xatir dixwaze,
dibêje:
- Ey xwişk û birayên bi rêz, eger tiştek ji we re gerek e, ji me re bêjin,
bê şerm û fihêtî, da ku (em) daxwazên we ji we re pêk bînin. Zû, ne dereng,
Xwedayê mezin alîkar be.
Bersiva kurdekî Amûdê gelek balkêş e:
- Ey serekê serbilind û dilpak û dilovan, eger hûn dixwazin derd û xemên me bêne guhertin,
bi xweşî û şadî, 35 xortên me girtî di zindana Mezê de ne.
Hûnê wan ji me re berdin. Bêguman bi berdana wan, derd û êşên me wê bêne
jibîrkirin û weke ku we du sed û heştê xortên mirî ji me re rakirin.
Daxwaza me ya mezin ji te û hevalên te ev e. Paşê saxiya te û hevalên te ji Yezdanê pak
dixwazim.
Ev dilsozî û dîplomasiya mezin, ku bi dilê hemû kesî bûye, ji nav gel, ji ber
xwe ve hatiye ortê. Di rojên herî teng de, ew xelkên ku azadiya girtiyên di
zindanan de bikaribin bi giyanên şehîdên bêguneh ve biguherin, xweş dide
xuyakirin, ku dizane buhayê azadiyê çi ye.
Bila gûrbûna agirê ji termên ter û teze bibe ronaya ezmanê azadiya me.
Bila kulîlkên gorên şehîdan alaya welatê min rengîn bikin.
----------------------------------------------------------------------------
Ev nivîsar di roja 18.11.2000î de, li Stockholmê, di bîranîna şewata
Sînema Amûdê de hate xwendin.
veger rûpela destpêkê
|
|
Hemîd Kilicaslan
"Gelo ev sipasiya sîstema Cezairê bû piştî serxwebûna wê ji bo gelê kurd?..."
|