KULÎLKÊN SIRÛDÊ
Ehmedê Huseynî - Stockholm
Ez gulek ji narinca keservedanê û ji rengê
efsanewî yê agirê sînema, ya ku bi rondikên payîzê û bi nehwirîna ji kevir
û bi hawarhawara şînîgir a dayikên
Amûdê hatibû vemirandin, pêşkêşî keviya kêla reş a vê bîranînê
dikim.
Hey guliyên êgir!
Hey dastanbêjên ku wê êvarê xewnên dayika min bi ewrên dûmanhilgir ên gunehbariyê
dişûştin û berbiskên evînê bi bîna cegerdar a çelmisîna kulîlkên bejî
dixemilandin!
Bo çi hûn destên ji beybûnan ên van giyandaran hînî
xatirxwestinê û goristanên sawdar hînî heyvên poşman ên reşgirêdanê
dikin?
Bo çi hûn baskên şevê yên ji xwelî û dîlokan, yên ji
perenga bêrîkirinê, bi ser matmayîn û sergerdaniya me de vedigirin?
De rexên bêrex ên melevaniya di êgir de bo sînga serdemê
hilbijêrin û deryaçeyên tîndar ên xewnê bi lêvên zuha yên payîzê ji bendemana
dayikan re bibêjin!
Ji landikan re lorînan û ji balgehan re çîrokên oxirê
bibêjin!
Ji kêran re xwîna nûrijyayî û ji berxikan re sirûdên mirinê
bibêjin:
Haaa li vir, di nav xêzên xilmaşbûyî yên vî agirê
pêldar de, pênûsên ji gulava demê pêşkêşî tiliyên qederê dikim û
ferhengên veçiryayî yên temenên xwe bi çîrokên bendemana dayikan
dineqişînin.
Haaa li vir, li ser rêçên ji dastanên dûmana zîvîn, mirina
stêrkên rijyayî yên çavê xwe bo bêdengiya kêlên sipî radigihînim û goristana
bajarê xwe hêjayî serdanên rûperî û karexezalên ji seravê, dikim.
Li ser eniya te, ey mirin, navê xwe yê ji kevir û ala xwe ya
ji sawê bê xwedî dihêlim û ber bi dastanên dastana we ve têm, ey rexên sincirî
yên serpêhatiya giryanê!
Di vê êvarê de,
êvara ji agirê bê nan û xwê, min xewna xwe bi nermebarana
payîzê radipêçand û min destên hevrêşimîn ên xatirxwestinê yên dayika xwe
li cih û li ber tavê dihiştin û min pinpinîka birîndar a eşqê li ser
zersonên lêva zuha ya xwişka xwe xilmaş dikir.
Diçûm û di pêlên dilovan ên dûkelê de winda dibûm..
Diçûm û min laşê xwe yê ji kirîstalê li paş
pencereyên bendemanê ji bîr dikir..
Diçûm û şaneşînên şîn ên zaroktiya min di
sîbera gurînê de dixeniqîn..
Diçûm û desthilatî,
Diçûm û tenhatî li ser çavşînka mirinê dibiriqî..
Diçûm û dibûm ardûyê şoreşan..
Diçûm û dibûm talana serxweşan..
Diçûm û dibûm xelata zikreşan..
Diçûm û li ser lêvên Girê Şermolayê wek roka ber êvarê
şîn dihatim..
Diçûm û rojên pêncşeman wek rivîna di asoyên sosreta
sînoran de hilnedihatim
Diçûm û reşkonên poşmaniyê dev li tiliyên rojan
dikirin
Diçûm û tirs û metirsî li hev ewle nedibûn
Diçûm û wek xewna bavê xwe carekê bûm û sedcarî nedibûm.
Lê tu, ey agirê bê nan û xwê!
Bo çi tu wisa nêzî velerzîna Amûda min dibî û erxewana
hawarê ya dayika min bi zixtên taristanê dinixumînî?
De van welatan di toza bêrîkirinê de raperîne û dilê xweliyê
bibijîne reşgirêdana sirûdan û zingezinga xwînê ber bi kavilan ve
rakişîne!
De peykerên ji çîveçîva çûkan wek qublenameyên êşê ber
bi hişê daran û axê û kevirên reş ên bîranînê ve bişîne.
De xwe li hêviya rexan ragire!
De şevistana Stockholmê bi darbesta birayê xwe û bi
firmiskên dara tûyê dagire!
veger rûpela destpêkê
|
|
Ehmedê Huseynî
"Li ser eniya te, ey mirin, navê xwe yê ji kevir û ala xwe ya
ji sawê bê xwedî dihêlim û ber bi dastanên dastana we ve têm ey rexên sincirî
yên serpêhatiya giryanê!"
|