ÇÛKÊ XWEDÊNEHIŞTÎ
Ebdulrehman Efîf - Hannover/Elmanya
Timî, ku gulistana Sînema Amûdê tê bala min, ew di havînê de tê bala min. Darên wê pirr kesk in,
darên wê pirr şîn in, çûk li ser daran dikin çîvçîv û li kêleka peykerê şewitiyan pirr
caran min çîvçîv dibihîst bê ku ez ti çûkî bibînim!
Pirr caran dibêjim, ji lewre bi rastî ew cihê han, ew gulistana han balkêş e! Ne sîneme ye
û ne gulistan e, ne kesên tê de zindî ne û ne jî mirî ne; di rewşeke wisa de ne, çûk ku distirên,
xwe vedişêrin û distirên, xwe di bin kevirekî de yan li binê qurmê darekê yan li ser hêlekê nediyar
ji piyên wî peykerî vedişêrin.
Gulistan tim paqij e, bi şev ew çûkên nediyar tên û bi nikilên xwe her tiştî didine hev,
ti tiştî li wir nahêlin; minminîkên mirî, pelên kulîlkan ên hişk û çilmisî, nameyên evîndaran
an hêsirên wan. Ew çûkên nediyar pirr ji paqijiyê hez dikin, pirr naxwazin ku ti kes wan bibîne!
Ji xwe ew dev ji stranan bernadin, dev ji gulistana sînemê bernadin. Her ku diçûm sînemê,
min pêşî dixwest ku wî çûkê veşartî bibînim, bi wê dara sinoberê ya qurimqalind û xwar
ve hildikşiyam, min li jor dinerî, li kêlekan dinerî, lê min ti çûk nedidît. Ez dadiketim,
diçûm bi aliyê peyker ve, min li qorzîkên nexuyayî baş temaşe dikir, min qulên gêrgêrîkan
didît, min mozqirteke mirî didît an qirşikeke kevin. Ez matmayî dimam! Ma ev çûkê bêxwedî xwe
dixe kû derê de? Ma ev çîvçîv ne ya wî ye?!
Carine din derbasî sînemê nedibûm, di ber re diçûm; her digiham cada wê, min serê xwe bi aliyê
wê de dizîvirand, heta ku min cade bi dawî dikir. Min wilo lê dinerî, min lê dinerî û pirr
jî tije êş bûm, tije hêsir bûm, dilê min qels bû, tiliyên min zer bûn, çavên min jar bûn,
penteronê min gemar bû, gumlekê min li min fireh bû, gumlekê min sipî bû! Porê min gurî bû, bi tenê bûm…
- Ka wêneyekî min bikişîne, xorto!
Min li piş xwe nerî, min dît ku ew çûkê dikir çîvçîv, li ser şaxekî nizim rûniştiye
û xwe bi rastî bo kişandina wêneyekî amade kiriye! Çûkekî wek her çûkên din bû, nikilê wî hîn
piçekî zer bû, hîn çûkekî zaro bû.
- Kamîra bi min re nîne, çûko, careke din ez kamîrakê bi xwe re bînim û bême wêneyê te bikişînim.
Berî ku hevoka xwe bînim dawî, min ew nema dît! Rabûm, min got divê wî derbixim vî çûkê
xwedênehiştî, vî çûkê fenek. Pêşî hilkişiyam ser gelek daran, min li nav gulan nerî,
min xwe xûz kir û ketime bin kursiyan, dîwar bi dîwar geriyam, çûme ba peyker, lê min dît ku gera
min bê nirx e; min dît ku lê negerim ji min re çêtir e; wilo jî ez li cihê xwe rûniştim û min
ew ji bîra kir; bîskeke tê re çû, dîsa min bihîst:
- Peykerekî ji min re çêbike, xorto!
Min li piş xwe nenerî û min ti bersiv jî neda…
- Peykerekî ji min re çêbike, xorto! Bera perîkên min agir bi wan ve hilkişe,
bera nikilên min wilo zer bin! Ne ez çûkekî zarok im; bera li dora min kulîlk û reyhan hebin,
daran ji min re biçîne, ne wek darên mirov diçînin; bera darine ku pêkevin, ku bibriqînin,
ez ji şevreşê bêhinteng dibim; bera…
Min dizanîbû ku xwe bizîvirînim, ew dê nediyar bibe. Min xwe nezîvirand û ne jî ti bersiv da.
Çûk rawestiya û dîsa gulistan bû bêdeng, ne çîvçîv, ne şaxekî xwe livand, ne mêşekê kire
vinvin, ne bayekî kire vîzvîz. Hinekî dilê min tirs girt, hinekî ez di xwe û vî çûkî de ramiyam,
ez rabûm û min xwest ji gulistana Sînema Amûde derkevim, dîsa li piş min dengekî got:
- Ji bîra meke ji min re wêneyê min bikişîne yan peykerekî çêbike…
- Lê te nabînim, tu nediyar î!
- Ez diyar û xuya me, lê şewitî me!
- Divêm te bibînim…
- Tu nikarî!
- Dê wêneyê kê bikişînim, dê peykerê kê çêbikim??
- Wêneyê şewitandinê, peykerê agir…
10.11.03
veger rûpela destpêkê
|
|
E. Efîf
"Peykerekî ji min re çê bike, xorto! Bera perîkên min agir bi wan ve hilkişe,
bera nikilên min wilo zer bin!"
|