ŞEHÎDÊN ŞEHREZAD
Berzanê Birîvî - Amûdê
Erê
Ezê îro
Li ber kêla
Gora we
Xwe berdim
Ser her du çogan;
Û
Perîkên xwe
Tevan hilweşînim
Li ber bê berdim.
Per...
Nema pêwîstî min in
Piştî kiz'randina
Perên we yên nû derhatî.
Ezê
Van baskan
Hilkim û li bin guhê
Kêla gora şêx Sedeqe bixînim;
Piştî
Bişavtina
Bask û lingên ciwan.
Asîmanê
Helkeft û şahiyan
Îro vala ne
Ji deng û durvên we
Newroz û sersal
Rengên reş berdane
Ser bej'na xwe.
Berfa welatê min
Bi fedî ye... nayê xwar
Mîna hêstiran
Dilop dilop dibare
Li ser xaka
Avisî ji
Kîn û êş û derdên
Koçkiri a
Refên we.
Ezê
Sêzde qad û
Yazde heyv û
Hezarûnehsidûşêst
Steyran
Ji we re bi qurban kim
Da bibînim
Canê sipî
Li asîman govend û dîlanê bigerînin.
Ezê
Cihok û rûbaran
Ji hêstiran
Di nava şermola de bi herikînim
Ji bo
Kela dilê we
Bişikînim
Ezê
Ji landik û kolan
Û avahiyên nû di Amûdê de
Çîrokê bêjim û
Bilorînim
Ta serî li ser
Balgeha hevirmêşî deynim
Û xewnên şah û qiralên
Serkeftî
Bibînim.
Amûdê, 13.11.2002
veger rûpela destpêkê
|
|
Berzanê Birîvî
"Ezê
Ji landik û kolan
Û avahiyên nû di Amûdê de
Çîrokê bêjim û
Bilorînim
Ta serî li ser
Balgeha hevirmêşî deynim
Û xewnên şah û qiralên
Serkeftî
Bibînim."
|