www.amude.com
02.12.2004 - 21:27
Celal Talabanî: Surî navenda terorîstan e!
amude.com
 Celal Talabanî | DORTMUND (amude.com) - Sekretêrê Giştî yê YNK Celal Talabanî eşkere kir, ku "serokatiya terorîstan li bajarê Helebê li Suriyê dimîne." Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya elmanî "Die Welt", Talabanî dibêje ku piraniya wan Beesiyên kevin in. Herweha ew diyar dike, ku têkiliyên Kurdan bi Surî û Tirkiyê re ne baş in. Lê têkiliyên bi Tirkiyê re "baştir dibin", weha Talabanî. Ew eşkere dike, ku "hikumeta surî tim tedexulî pirsgirêkên hundirîn ên Iraqê dike, bi taybetî li Kerkuk."
Celal Talabanî herweha diyar dike, ku Îran piştgiriya daxwazên Kurdan ji bo Iraqeke federal dike. Li ser pirsa endametiya Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropayê, Talabanî dibêje ku ew li gel vê yekê ye û ew "rêza serokwezîr Erdogan digire û siyaseta wî ne şovînî ye û ne jî kemalist e."
MALPERA AMÛDÊ hin gotinên Celal Talabanî ji hevpeyvîna li gel "Die Welt", ku dê sibe, 03.12.2004ê, derkeve, bi kurdî diweşîne:
- Divê Kurd û bi taybetî herdu partiyên mezin bi dengekî biaxivin. Herweha divê têkiliyên me bi hemû hêzên oposîsyonê yên dema dîktatoriya Sedamî berfirehtir bikin. Wekî din, divê em girêdana bi hevalên me yên biyanî re xurt bikin.
- Di vê demê de, em nikarin doza ti garantiyan derbarê mafê gelê kurd ê çarenûsê ji UNO yan hêzeke cîhanî bikin.
- Ez ne serokê eşîrekê me, lê yê partiyekê. Şerê di navbera me û PDKê de konflîkteke di navbera îdyolociyan û du partiyan de bû. Ez naxwazim birînên ku îdyolocî û armancên partiyetî bûn sedemên wan, vekim. Nerînên cuda bûn sedemên konflîktên di navbera du partiyên mezin de. Em ji bo armancên bingehîn ên serxwebûneke kurdî di Iraqeke federal de li hev hatin.
- Tevaya Kurdistanê welatê me ye. Gelê kurd li her Surî, Îran, Iraq û Tirkiyê xwe mîna gelekî hest dike.
---------------
Hevpeyvîn bi elmanî:
http://www.welt.de/data/2004/12/03/368878.html
|
---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com |
|