www.amude.com
18.08.2004 - 02:11
Jiyana Yilmaz Gûney dê bibe filmek
amude.com
 Yilmaz Gûney | STENBOL (dpa/amude.com) - Rêjîsorê tirk Fatih Akîn dê filmekî li ser jiyana leystikvan û rêjîsorê kurd Yilmaz Gûney (1937-1984) çêke. Akîn diyar kir, ku şirketeke fransî ji wî xwestiye ku vî filmî çêke. Pêşî fîrmeyê doz li rêjîsorê kurd Yilmaz Erdoganî kiribû, ku bi vî karî rabe. Lê Erdogan Fatih Akîn pêşniyaz kir û xwest ku weke leystikvan beşdarî filmî bibe. Fatih Akîn berî çend mehan ji bo filmê xwe "Li Dijî Dîwar" giringtirîn xelata Elmanyayê ya filman wergirt.
|
---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com |
|