www.amude.com

04.11.2009 - 20:34
Ebas Ehmed û Hejar Temo li Frankfurtê konsertekê didin

amude.com

FRANKFURT A. MAIN (amude.com) - Ji bo hezkiriyên muzîka kurdî çalakiyeke balkêş: Li bajarê Frankfurt am Mainê konserteke pop, rock û reggae pêk tê. Hunermendên kurd Ebas Ehmed û Hejar Temo wê ligel grûpa xwe ya muzîkê û herweha hunermendê reşik Ging Dubby beşdarî vê êvara muzîka cîhanî bibin. Ev konsêrt wê roja 14ê vê mehê li Zanîngeha Frankfurtê li dar keve.

"Xwendekarên Kurd ên Serbixwe" bi hevkariya AStA a FH-Frankfurt, AStA ya Goethe Universität û dezgeha karûbarên pirçandî ya bajarê Frankfurtê (AMKA) vê çalakiyê amade dike.

Navnîşan:
Uni Frankfurt, Studierendenhaus, Mertonstr. 26-28.
Dem: 14.11.2009, seet 19:30.
Bûhayê derbasbûnê: 10/5 €.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com