www.amude.com

24.10.2009 - 00:26
Peymana elmanî-surî li ber mirinê ye?
Li Niedersachsenê vegerandina penaberan hate rawestandin


amude.com

BERLÎN (amude.com) - Penaberên kurd li wîlayeta Niedersachsen a elmanî dikarin bêhna xwe derxin: Şandina wan ji bo Suriyê hate rawestandin. Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistin, koma "Härtefallkommission" a Niedersachsenê hişt ku li Ammerlandkreisê niha ti penaber neyên şandin Suriyê. Bi vê yekê ihtîmaleke mezin çêdibe ku li seranserî Niedersachsenê û Elmanyayê jî êdî şandina penaberan bê rawestandin. Sedema vê guhertina rewşê girtina komek ji penaberên kurd e ku piştî vegerandina wan ji Elmanyayê li Suriyê hatin girtin û ji hingî ve di zindanên rêjîma Suriyê de ne.

Piştî imzekirina peymana vegerandinê di navbera Elmanya û Suriyê de di sala buhurî de li seranserî Elmanyayê amadekirin ji bo vegerandina penaberên ji Suriyê hatin destpêkirin. Bi taybetî wîlayeta Niedersachsenê zorê dide ku hejmareke mezin ji penaberên kurd bişîne Suriyê. Ne diyar e bê çend kes bûne goriyên peymana elmanî-surî, lê ta niha hatiye naskirin ku Ebta Horan, Xalid Kenco û malbata Cindo (pênc kes) li Suriyê hatin girtin piştî ku Elmanya ew bi zorê şandin wir.

Girtina penaberên kurd li Suriyê bû sedem ku Dezgeha Federal ji bo Koçberiyê û Penaberan li Nürnbergê careke din li hesabên xwe vegere û pîvanine nû ji bo penaberên ji Suriyê deyne. Ji ber ku ew giha wê baweriyê ku penaberên kurd li Suriyê tên girtin, dadgehekê li bajarê Osnabrück li wîlayeta Niedersachsenê di 07.10.2009ê de biryar da ku çênabe Elmanya penaberekî kurd, ku li dijî biryara şandina xwe gilî kiribû, bişîne Suriyê.

Siyamend Haco ji Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî li Berlînê di wê baweriyê de ye ku guhertinên ku niha çêdibin, tên wateya ku "peymana vegerê ya elmanî-surî mir". Ew berdewam dike û dibêje: "Ez bawer nakim ku ji niha û pê ve ti kes bê şandin ji bo Suriyê. Dezgehên elmanî niha di rewşeke xerab de ne, ew nizanin çi bikin."

Di mehên dawî de Siyamend Haco û hevaline xwe li ser projeyeke nû li ser rewşa mafên mirovan ên Kurdan li Suriyê kar dike. Haco diyar dike ku malpera bi navê "Kurdwatch.org" wê di rojên li pêşiya me de bê vekirin û bi çar zimanan agahiyan li ser binpêkirina mafên mirovan ên Kurd li Suriyê biweşîne. Tevî ku malpera "Kurdwatch.org" hîn venebûye, lê ev demek e ku ew agahiyên piştrastkirî li ser rewşa penaberên kurd ku hatin şandin ji bo Suriyê, gihandin rêxistinên mafên mirovan, mîna Amnesty International û Pro Asyl.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com