www.amude.com

13.10.2009 - 07:01
Firat Cewerî îşev di TRT6-ê de mêvanê «Ewroname»yê ye

amude.com


Firat Cewerî (wêne: prîvat)
BERLÎN (amude.com) - Nivîskarê kurd Firat Cewerî îşev sibe mêvanê programa "Ewroname"yê ya di TRT6ê de. "Ewroname" li mal û cihê karê Firat Cewerî dibe mêvan û jiyana wî û malbata wî ya malê tîne ser ekranên TRT6ê. Di vê programê de Firat Cewerî behsa jiyana xwe ya zaroktiyê li gundê xwe û li Nisêbînê dike û di hevpeyvînê de jî behsa kovara Nûdemê û nivîskariya xwe dike. "Ewroname" bernameyeke hefteyî ye ku li Ewropayê tê çêkirin û her rojên sêşemê seet 22.15 (dema Kurdistanê) û 21.15 (dema Ewropayê) tê weşandin û roja çarşemê seet 06:00 (dema Kurdistanê) û 05.00 (dema Ewropayê) tê dubarekirin. Ji bo temaşekirina di internêtê de vê navnîşanê bitikînin: www.trt.net.tr/Canli/anasayfa.aspx?kanal=TV6.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com