www.amude.com
11.10.2009 - 20:30
Yekîtî gavê bi paş ve dabêje û dibêje: «Rêjîm dixwaze bi me re bicive»
amude.com
 Partiya Yekîtî sibe li Qamişloyê çalakiya protestoyê pêk nayne. | QAMIŞLO (amude.com) - Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê gavek bi paş ve avêt û çalakiya xwe ya protestoyê ya ku gerek sibe pêk hatiba, rawestand. Di daxuyaniyeke xwe ya bi zima nê erebî de, Yekîtî eşkere kir ku "di rojên dawî de dezgehên fermî li parêzgehê çend caran peywendî bi hin serkêşên partiya me re danî û ji me doza paşgavavêtina ji xwepêşandanê kir û di encama têkiliyên ku îroj pêk hatin, di rêya parêzgerê Hisiçayê re û ji aliyê mudîrê mentîqeya Qamişloyê ve helwesta rêjîmê giha me, ku dethilata siyasî daxwaza me ji bo pêkanîna civîneke nêzîk di navbera serokatiya li Şamê û serokatiya partiya me de ji bo rawestandina li ser rêyên çarserkirina Pirsa Kurdî bi şêweyekî demoqratyane û di rêya diyalogê re dipejirîne". Yekîtî berî çend rojan bangî pêkanîna çalakiyeke protestpokirina rêjîma Suriyê kiribû, ku gerek sibe li Qamişloyê pêk hatiba.
|
---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com |
|