www.amude.com

11.10.2009 - 13:26
Hunermend Erdelan mir

amude.com


Erdelan Bekir (wêne: Berzan Hesen)
STOCKHOLM (amude.com) - Îroj dora seet duduyê sibehê di nexweşxaneya Karolinskayê de li Stockholmê hunermendê kurd Erdelan Bekir mir. Ev demek bû ku Erdelan ji ber nexweşiya penceşêrê (seretan) di rewşeke tenduristiyê ya pir xerab de bû û jiyana xwe di nexweşxaneyê de derbas dikir. Erdelan ne zewicî bû û zarokên wî jî tune ne. Hunermendên kurd komîteyek ji 7 kesan pêk aniye û li ser kar dikin ku termê Erdelan bişînin Hewlêrê. Roja şemiya bê (17.10.2009) li Resturanga Dîdar li Halonbergen li Stockholmê ji seet 13.00 ta 18.00 şîniya Erdelan pêk tê.


(Çavkanî: youtube.com)

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com