www.amude.com

30.09.2009 - 10:33
Kesaytiya kurd Mihemedê Mele Ehmed mir

amude.com


Mihemedê Mele Ehmed
DORTMUND (amude.com) - Do êvarî di nexweşxaneyekê de li bajarê Dortmundê yê elmanî kevnesiyasetvan û nivîskarê kurd Mihemedê Mele Ehmed (74) mir. Mele Ehmed, ku bi navê "Mihemedê Tuj" dihat naskirin, yek ji siyasetvanên seeta pêşî ya tevgera siyasî ya kurdî li Suriyê ye. Ew bi salan e ku jiyana xwe li Elmanyayê derbas dikir û bi nexweşiya penceşêrê (seretan) ketibû. Şînî ji îroj û ta roja înê li mala Mele Ehmed li Dortmundê pêk tê. Ji înê û ta roja yekşemê di avahiya Komela Hêvî, Born Str. 18, 44145 Dortmund, şîniyek li dar dikeve. Ji bo têkiliyan: tel: 017683266948, 02312289479; e-mail: kecakurd50@yahoo.de.

Mihemedê Mele Ehmed di sala 1935ê de li gundê Çiftikê ji dayik bû û li Dêrikê mezin bû.

Mihemedê Mele Ehmed di semînarekê de li ser Osman Sebrî di sala 2005ê de.
Hîn di temenê xwe yê ciwan de wî û çend hevalên xwe di sala 1952ê de li Qamişloyê Yekîtiya Civata Xortên Demoqrat ên Kurd damezirand û di sala 1962ê de bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kurd li Suriyê. Ji ber xebata wî ya siyasî ew di salên 1960î û 1962ê de ligel komek ji endamên birêvebir ên partiyê du caran hate girtin. Xebata wî ya siyasî herweha bû sedem ku ew di navbera salên 1964 û 1967ê de xwe ji rêjîmê veşêre.

Ji bilî xebata xwe ya siyasî Mihemedê Mele Ehmed herweha komek ji pirtûk nivîsandine. Pirtûkên wî li ser dîroka kurdî li Kurdistana Suriyê ne û bi zimanên erebî û kurdî hatine weşandin.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com