www.amude.com

24.02.2009 - 00:24
Dermanxaneya Ostertor li Bad Salzuflenê: Serketina dermanzanekî kurd

Sîrwan H. Berko - Bad Salzuflen


Xalid Welo dermanxaneyeke nû û nûjen vekiriye.

Dema mirov derbasî dermanxaneyekê dibe, mirov dixwaze zû jê derkeve. Çimkî ku mirov ne nexweş be û pêwîstiya mirovî bi dermanan tune be, mirov naçe dermanxaneyê. Lê dema mirov derbasî "Ostertor Apotheke" dibe, mirov nema dixwaze jê derkeve. Ev dermanxaneya nû di "Ostertor Galerie" de li bajarê Bad Salzuflen ewqas mezin, spehî û modêrn e, ku mirov dixwaze nexweş bikeve, da ku hicetekê bi dest bixe ku bikeve hundirê wê û jê dernekeve. Tiştê ku hîn bêtir kêfa mirovî tîne, ew e ku xwediyê wê Kurd e.


Dermanzanê kurd ne tenê dermanan difiroşe, lê herweha hin dermanan bi destê xwe amade dike.

Ev dora deh salên Xalid Welo ne ku li Elmanyayê dijî. Berî ku Kurdê 38-salî koçberî vî welatî bibe, wî li zanîngehên Ukraînyayê xwendina xwe ya dermansaziyê kir. Li Elmanyayê wî di demeke kurt de xwe fêrî zimanê elmanî kir û kete nav hewildanên ji bo peydakirina karekî di warê xwendina de. Piştî xebatên di çend dermanxaneyan de, Welo biryar da ku ji bo xwe dermanxaneyeke taybetî ava bike. Ew dibêje ku "cudabûneke mezin heye ku mirov li cem xelkê kar bike yan jî karê xwe yê taybetî bike". Berî çend hefteyan wî xewna xwe bi cî anî û di nîvê Bad Salzuflenê de dermanxaneya xwe vekir.

Ji bo vekirina dermanxaneya xwe Xalid Welo mesrefeke mezin kir. Wî pere ji bankê deyn kir û ji bo xwe dermanxaneyek li gorî dilê xwe saz kir. Ji ber ku ciyê karê wî bûye mala wî ya duyemîn - ew di hefteyê de şeş rojan ji seet 8ê sibehê ta 8ê bi şev kar dike - wî hemû derfetên heyî bi kar anîn, da ku dermanxaneya xwe bike mîna qesrekê, ku him zibûnên wî, him jî ew xwe tê de rehest û kêfxweş hest bikin.


Di "Ostertor Apotheke" de sê Kurd kar dikin, Xelîl Keleş yek ji wan e.

Bi taybetî di vê demê de, ku cîhan li jêr qeyraneke aborî ya mezin dinale, vekirina dermanxaneyekê rîsîkoyeke pir mezin e. Xalid Welo vî tiştî dizane û haydar e ku wî gaveke pir mezin avêtiye: "Min xistibû serê xwe ku berî ez bibim çil salî, divê ez dermanxaneyekê vekim; bi çi rengî be, li kû be, çawa be: Divê ez pêk bînim." Kurdê ji Kurdistana Suriyê bi xwe bawer e û ji bo dermanxaneya xwe dahatûyeke xweş dibîne.

reklam

Ostertor Apotheke
xwediyê wê: Xalid Welo

Ostertor Galerie
Osterstr. 52 - 54
32105 Bad Salzuflen
Tel.: 052 22 - 80 71 896
Faks: 052 22 - 80 71 898

Demên vekirinê:
Duşem - în: seet 8.00 - 20.00
Şemî: seet 8.00 - 21.00

Em ji dermanên we tînin cem we malê jî.

Xalid Welo bi çar zimanan dizane: kurdî, erebî, rusî û elmanî. Ew bi van zimanan bi zibûnên xwe re dide û distîne. Xanima wî Medya, karmendeke elman û yekî rûs û herweha yekî kurd alîkariya wî dikin. Hêviya Welo ew e ku bi taybetî Kurdên li Bad Salzuflen û bajarên derûdorê piştgiriya wî bikin û dermanên xwe ji cem wî bixwazin. Serketina Xalid Welo û dermanxaneya wî dê hêviyê bide gelek Kurdên din jî ku li ser lingên xwe rawestin û di xebata xwe de bi ser keve. Tenê ku Kurd di warê aborî de bi ser kevin, ewê bikaribin gavine mezin ber bi azadiya xwe ve bavêjin.

E-mail: sirwan@amude.com

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com