www.amude.com

07.07.2008 - 18:31
Îroj li Gällivarê dîrok tê nivîsandin

Sîrwan H. Berko - Gällivare, Swêd


Ev keçên kurd li Gällivarê ala Kurdistanê bilind dikin.

GÄLLIVARE (amude.com) - Li bajarê Gällivare li bakurê Swêdê, bêtirî 1000 km dûrî Stockholma paytext, îroj duyemîn Pêşbirka VÎVA ya Gokê ya Cîhanî dest pê dike. Li ser navê Kurdistanê du taximên mêr û jinan beşdarî vê pêşbirkê dibin. Taximê mêran dê îşev seet 23.00 di leystika vekirinê de li hemberî taximê Samîlandê bilîze. Ev yekemîn car e ku bi navê Kurdistanê tximek gokê beşdarî pêşbirkeke navneteweyî dibe. Leystikvanên taximê Kurdistanê ji Kurdistana Iraqê û herweha ji Kurdên nişteciyên çend welatên ewropî pêk tê. Taximê jinan jî ji keçên kurd ên nişteciyên Swêdê pêk tê. Malpera Amûdê li Gällivare amade ye û dê îşev raporteke berfireh ligel komek ji wêneyan biweşîne.

Tevaya programa Duyemîn Pêşbirka VÎVA ya Gokê ya Cîhanî li vê derê peyda dibe: www.vivaworldcup.info/vwc2008/en/competition.htm.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com