www.amude.com

23.10.2007 - 00:50
Ręxistina Elmanyayę ya Partiya Yekîtî ji nű ve saz dibe

amude.com

DORTMUND (amude.com) - Piştî ku ręxistina Elmanyayę ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyę dawiya sala borî hatibű tękbirin, ew berî du rojan li Elmanyayę li bajarę Bad Salzuflen ji nű ve hate damezirandin. Bi biryara ji Komîteya Navendî ya partiyę li welat komîteyeke ji 15 kesan hate sazkirin. Erkę vę komîteyę ew e ku ręxistina Elmanyayę ji nű ve ava bike. Ji ber pirsgirękęn mezin di ręxistina Elmanyayę de di salęn borî de, ku piraniya wan jî pirsgirękine şexsî bűn, ręxistin hatibű perçekirin bo du ręxistinan ű bi ręxistina welęt ve hatibű girędan. Biryara ji nű ve avakirina ręxistina Elmanyayę ya Yekîtî di kongirę partiyę yę pęcnę de hatibű dayin. Ędî ji niha ű pę ve ręxistina Elmanya dę girędayî ręxistina Ewropayę be, ku endamę Komîteya Navendî Dr. Sededîn Mele serkęşiya wę dike. Ji komîteya ku nű hatiye avakirin, du kes ji bo endametiya komîteya Ewropayę ve hatin hilbijartin.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com