www.amude.com
28.04.2007 - 21:20
Ibrahîm Zoro azad e
amude.com
 Ibrahîm Zoro (wêne: prîvat/amude.com) | QAMIŞLO (amude.com) - Xanima çalakvanê kurd Ibrahîm Zoro ragihand ku mêrê wê û hevalê wî Mihemed Şerîf Mihemed vê êvarê serbest hatin berdan. Ew Şamê di girtîgeha hêzên ewlekariya dewletê de hatibûn girtin. Ta berî serbestberdana herdu Kurdan ti kesî nedizanî bê ew li kû hatine girtin di çi rewşê de ne. Çalakvan Ibrahîm Zoro di 5ê vê mehê de li Şamê hatibû girtin, dema wî dixwezt semînareke li jêr sernavê "Felsefeya Derewê" bide. Şerîf Mihemed jî hingî amade bû û ji ber ku nasnameya wî ne ligel wî bû, ew jî hatibû girtin. Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor a navneteweyî doza serbestberdana Zoro kiribû.
|
---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com |
|