www.amude.com

16.03.2007 - 23:52
12ê Avdarê ji Tevgera Kurdî li Suriyê re ezmûneya dawî bû

Kerem Yûsiv - Qamişlo


Kerem Yûsiv
Di 2003an de 12ê Avdarê çi bû? Di 2004an de çi bû? Û sibe di 2008an de 12ê Avdarê dê çi be? Gelo sibe rojeke din wek 12ê Avdarê heye?

Gelo Kurdên Suriyê 12ê Avdarê çêkir? An desthiladariya Suriyê ew çêkir, ji ber ew yek ji projeyên wê bû, ku belkî di bala wê de ye ku di 11ê Avdarê de yan di 13ê Avdarê de komkujyeke din bi serê gelê kurd ve bîne?

Eger 12ê Avdarê yek ji projeyên desthiladariya Suriyê be, mîna gelek projeyên din ên tunekirina gelê kurd li Suriyê, wilo 12ê Avdarê nabe 12ê Avdara serhildanê, bi wateya yê ku 12ê Avdarê çêkir û navê serhildanê bi wê ve girêda, Kurdên Suriyê bûn, dema di rûyê yek ji projeyên tunekirina xwe de rabûn.

Duh, sibe, îroj 12ê Avdarê ye, ne tiştekî nû ye em tê de rêjîma Bees weku neyar ji Kurdan re li rojavayê Kurdistanê nas bikin. Dîsan ne tiştekî nû ye em bi wê bigirîn, ji ber em gelekî jî giryane, tevî ku giriyê vê carê, yê vê rojê, ji yê rojên din bêtir bû. Herweha ev ne rojeke nû bû ji girtina Kurdan re li rojavayê Kurdistanê.

Lê 12ê Avdarê rojeke nema tê vegerandin ku ji dema wê ve lêvegerek Kurdên Suriyê ava nebû; rojeke nema tê vegerandin ku tenê di wê de partiyên kurdî yek gotin got û aniha ne yek in li ser wê gotin û serhildanê bi xwe.

Gelo nayê wê wateyê ku gelê kurd li Sûriyê xisara herî mezin kir, pakrewanên xwe dan, û bi hezaran jî hatin girtin, û derfetek hew di ser re hate dayin ji Tevgera Kurdî li Suriyê re ku bikaribe bê şerm li hev guhdar bike, bê ku ti kes xwe kêm bike û vexwendina lêvegerekê kurdî bixwaze?

Belê, gelê kurd li rojavayê Kurdistanê lêvegerek xwest û partiyan ta vê rojê, ta sêsaliya 12ê Adarê, nikarîbû lêvegerekê li dar xe.

12ê Avdarê ta îroj di nav partiyên kurdî de windayî ye. Hin wê wek “serhildan” bi nav dikin, hinên din jî navê “bûyeran” lê dikin, ji xwe hinek wê bi navê “fitneyekê” bi nav dikin.

12ê Avdarê fitneyek û bûyerek bû, û dê bûyer û fitneyek bimaya eger gel di riya wê de dirûşmeyên xwe yên neteweyî negotibana, û mafên xwe yên neteweyî nexwestibana.

12ê Avdarê dê bûyerek bimaye, eger malbatek û du malbatan li ser goriyên xwe giriyabana û bi miriyên xwe ve rabûbana, ne ku çavên hemî Kurdên Suriyê tije girî bûbana û tevaya gel bi pakrewanên wê ve rabûbana.

Eger dema desthildariya Suriyê gulebarandina giştî ji milletê kurd re dike 12ê Avdarê, çima em zîrekbûna xwe di çêkirina navekî jê re de dibînin?

Belê, 12ê Adarê hişt Tevgera Kurdî li Suriyê bi zorê gotina xwe bike yek, ji ber eger gotin nekiriba yek, millet nema rehm lê dikir. Em dikarin nas bikin ku tevgerê gotina xwe bi zorê kir yek, eger em li rojên piştî 12ê Adarê yên Tevgera Kurdî li Suriyê binerin ji hêla nav û bîranîna wê ve.

Dîsa Tevgera Kurdî li Suriyê 12ê Avdarê wek çawa wê kesayetiyên kurdî li Suriyê yan wek bûyerên dîrokî li rojavayê Kurdistanê li xwe par kir, wisa jî wê 12ê Avdarê li xwe par kir, û dibîne ku 12ê Avdarê wilo bû, û divê ji bo wê wilo bibe.

Ne xem bû eger Tevgera Kurdî li Suriyê hemî kesayetî û bûyer li xwe par kirin, lê ne êşê li xwe par bikin bo her yek bi tena xwe bigirî û zordariyê bixwe.

Bela Tevgera Kurdî li Suriyê bêje: Çima ez êşiyam? û eger ez di çavên zordarê xwe de bi parçebûna xwe ne kêm bama, gelo dê min biêşanda?

Li rojavayê Kurdistanê neyarek tenê hatiye naskirin û daxwaz jî hatine naskirin, lê çima em amade ne ku ev dijmin me yek bi yek bikişîne odeya işkenceyê, yek bi yek daran li lingê me bixe, û me bi ling an bê ling vegerîne, yan bi carekê re me venegerîne?

Eger carekê di dîroka Kurdên Suriyê de rojek wek 12ê Avdarê hişt ku tevaya Tevgera Kurdî gotina xwe bike yek, çima em wisa li bendî salên wek 12ê Avdarê ne ji bo ku tiştên em bixwazin, em bikin û jê baznedin?

keremyusiv@hotmail.com

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com