www.amude.com

14.03.2007 - 17:27
Celal Talabanī vegeriya Kurdistanź

amude.com


"Mam" Celal Talabanī īroj li Silźmaniyź
SILŹMANĪ (ap/pukmedia/amude.com) - Bi hezaran Kurdan īroj piştī nīvroj li Silźmaniyź pźşwaziya serokź Iraqa Federal Celal Talabanī kir. Piştī 17 rojan ji mayina di nexweşxaneyekź li Eman paytexta Urdunź, Talabanī īroj vegeriya Kurdistanź. Kurdan di cilźn folklorī de bi stran ū dīlanan kźfxweşiya xwe ji bo vegera serokź kurd diyar kir. Li ser avahiya Yekītiya Niştimanī ya Kurdistanī banerk hatibū daliqandin, li ser hatibū nivīsandin: "Vegera te jiyaneke nū dide Kurdistan ū Iraqa federal." Di axavtinekź de ji bo kesźn ku hatibūn pźşwaziya wī bikin, Talabanī sipasiya Kurdan kir ū got: "Ez soza xwe ji we re nū dikim, ku ezź bimīnin ew Pźşmergeyź ku we ew nas kiriye, ū ezź ji bo pźkanīna hemī armancźn we di Iraqeke demokrat a federal a yekgirtī de tźbikoşim."

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com