www.amude.com

24.10.2004 - 23:20
Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê konigreya xwe pêk anî

amude.com

STENBOL (amude.com) - İroj 8emîn Kongireya Enstîtuya Kurdi ya li Stenbolê pêk hat. Di kongireya ku li Kadikoya Stenbolê li Avahiya Egitim-Sen Şaxa Duyemîn pêk hat de, zêdetirî 70 endamên enstîtuyê beşdarî kir û di dawiya kongireyê de bi dengên xwe rêveberiya nû hilbijart.
Di encama kongireyê de Şefîk Beyaz careke din weki serokê Enstîtuyê hate hilbijartin. Rêveberî (5 kes) û Senatoya Enstîtuyê (18 kes) ji van navan pêk hatin:

Endamên Birêvebiriya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê:
Cuma Çiçek, Qahir Bateyi, Şirin Tunç, Cuma Çiçek û Hasan Çeter.


Endamên Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê:

Zana Farqînî, Salihê Kevirbirî, Mulazim Ozcan, Mele Reşid İrgat, Kerem Soylu, Mele İsmet Kiliçaslan, Mele Celalettin Yoyler, Mehmet Şafi Ekinci, Kadirye Alptekin, İbrahim Gurbuz, Hasan Baraçkiliç, Eşref Doganer, Deniz Gündüz, Deniz Çiftçi, Çeto Ozel, Cemal Piranij, Arzu Civak û Alattin Aktaş.


Di kongireya ku têrnaverok derbas bû de, peyama Navenda PENa Kurd ku bi imzeya cîgirê serokê Navenda PENa Kurd Mustefa Reşid û peyama Enstîtuya Kurdî ya li Brûkselê ku bi îmzeya Derwêş M. Ferho ve hatibûn şandin, hatin xwendin.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com