www.amude.com

23.10.2004 - 07:59
Beyana Parîsê ji bo Kurdistana Tirkiyê

amude.com

DORTMUND (amude.com) - Dawiya meha borî, hejmareke mezin ji rêxistin û kesayetiyên kurd ên Kurdistana Tirkiyê li Parîsê li hev kom bûn û li ser çareserkirina Pirsa Kurdî li Tirkiyê guftûgo kir. Di vê civînê de, beşdaran li ser daxwazên hevbeş li hev kir. MALPERA AMÛDÊ tevaya "Beyana Parîsê" diweşîne:

------------------------

BEYANA PARÎSÊ

Daxwazên hevbeş ên Partiyên siyasî û kesayetî yên kurd ji bo çareseriyek demoqratîk û dadmend ji Pirsa Kurd û Kurdistan re li Tirkiyeê.

Em partiyên siyasî û kesayetiyên kurd ji bakurê Kurdisanê(Kurdistana Tirkiyê) ji bo çareseriya siyasî ya pirsa Kurdistanê li Tirkiyê bi biryarek hevbeş van daxwazên li jêr hatine rêzkirin pêşkêşî serokatiya Yekîtiya Ewropayê, Komîsyana Ewropayê û Parlementa Ewropayê dikin:

Ji ber:

1. ku Pirsa Kurdî û Kurdistanê di eslê xwe de pirsek siyasî ye; rehên xwe di dîroka siyasî ya Rojhelata Navîn de havêtiye, herwusa berî avakirina Komara Tirkiyê heta îro bê çareserî di rojevê de maye û pirsên civakî, çandî û mafên mirovan pê ve girêdayî ne;

2. ku Siyaseta inkara mafên siyasî yên gelê kurd û perçiqandina bizava wî ji destpêka Komara Tirkiyê heta roja îro bûye sedema bê istikrarî, komkujî, dîskrîmîsyonên mezin li dijî gelê kurd;

3. ku bi sedema hebûna milyonek Kurd li Ewropayê herwusa di rewşa endametiya Komara Tirkiyê de, dora 1500 km ji sînorên Ewropaya Rojhilat di Kurdistanê re derbas dibe û dora bîst milyon Kurdên Bakur û Kurdistanê dibin hemwelatiyên Ewropayê. Ji ber vê yêkê pirsgirêka Kurd li Komara Tirkiyê di heman demê de pirsgirêkek siyasî ya Yekîtiya Ewropayê ye jî;

4. ku faktorên demografîk û cografî yên Kurdistana Bakur ji bo istiqrarê û têkiliyên Ewropa di gel cîhana islamî, erebî, Asiya-Navendî û Kafkasiyayê xudan giringiyek mezin e bo pêşerojê;

5. ku Kurd miletek in û xudan taybetmendiyên dîrokî, zimên, çandî û cografî ne;

6. ku di dema buhurî de, her weku dîrok bi xwe şahid e, pirsa Kurdistanê sedema bê istiqrariyê bû li Tirkiye, ne peydakirina çareseriyek demokratîk û dadmend ji bo vê pirsê dê di dema pêşerojê de jî bibe sedem bo bê istiqrariyek mezin û berdewam;

7. ku ji bilî Komara Tirkiyê hemû welatên endam û berendamên Yekîtiya Ewropa gel û kêm neteweyên xwe bi resmî nas kirîne, pirsa wan çareser kirine: Belcîka, Ispanya, Meceristan, Bulgaristan û Romanya mînakên giring in derbarê vê yekê;

8. ku piştî Cenga Cihanê ya Yekemîn, bi sedema siyaseta hêzên mezin, ji hemû miletên Împratoriya Osmanî bes gelê kurd ji mafên xwe hate bêparkirin. Îro jî xeterî heye ku Yekîtiya Ewropayê şertên Komara Tirkiyê bipejrîne û di nav hemû gel û kêmneteweyên dewletên endam û berendamên xwe de gelê kurd bi tenê ji mafên xwe yên siyasî bê par bihêle;

9. ku biryarên Parlementa Ewropayê, Civata Giştî ya Konseya Ewropayê û Civata Giştî ya Saziya Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) derbarê rûmetgirtina mafên siyasî, çandî, civakî, aborî û îdarî yên gelê kurd li Tirkiyê bên rûmetgirtin;

10. ku peymanên Yekîtiya Ewropayê derbarê mafên kêmneteweyan û mafên mirovan ji bo gelê kurd li Komara Tirkiyê jî bêne bikaranîn;

11. ku aşitî û istiqrar, pêşveçûna aborî û demokratiyê li Komara Tirkiyê bi hêz bibe;

12. ku reformên li Tirkiye hatine kirin dibe ku giring bin, lê kêm in; Krîterên Kopenhagê yên siyasî bi cî naînin û bersiva çareseriya pirsa Kurdistanê nadin.

Daxwaz:

A. Siyasî:

I. Divê li Komara Tirkiyê di zagona bingehîn de nasnameya Kurdan wekî netewe bête naskirin!

II. Divê statuyek federal ji bo Kurdistanê bête naskirin û gelê kurd parlamenta xwe û rêvebiriya xwe ya herêmî hilbijêre.

III. Divê hemû astengên li ber azadiya bawerî, raman û birêxistinîbûnê bên rakirin. Divê her cûreyên azadiya bawerî, raman û birêxistinîbûnê (da ku terorîzmê nehewînin) bi zagonan bên temînatkirin. Pêwîst e di vê çarçewyê de mafên xebatên partiyên Kurdan ên siyasî bên temînkirin.

IV. Divê ji bo lihevhatina civatan hemû girtiyên siyasî bên berdan.

V. Divê di serî de Zagona Partiyên Siyasî, Zagona Helbijartinê, Zagona Civîn, Xwepêşandin û Meşê, Zagona Cezayê, Zagona Dijî Terorê û hemû zagonên nedemokratîk ji nû ve li gorî standardên YE bên sazkirin.


B. Ziman, çand û perwerdeyî:

I. Divê li Kurdistanê û li hemû heremên ku Kurd tê de bi piranî dijîn, zimanê kurdî bi awayekî fermî wek zimanê yekemîn bê naskirin û bikaranîn. Herwusa divê zimanê kurdî li Tirkiyê jî wek zimanê duyemîn bê pejirandin.

II. Divê li Kurdistanê zimanê kurdî bibe zimanê sereke yê perwerdeyî û hînkirinê.

III. Divê bê qeyd û şert mafê weşan, radyo û televizyon bi zimanê kurdî bên naskirin.


C. Daxwazên aborî:

I. Divê projektek taybetî bo pêşvebirina aborî û sînaî li Kurdistanê bê amadekirin. Divê bo vê armancê saziyek fermî bê damezirandin.

II. Serbestkirin û hêsanîkirina têkiliyên aborî, çandî û civakî di navbera Kurdên Kurdistana Bakur (Tirkiyê) de û Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê.

III. Ji nuû ve avakirina gundên ku bi sedema şer hatine xirakirin û dayina tezmînat bo xwediyên wan.


D. Laîsitê:

I. Divê di pêvajoya ji nû va avakirina Kurdistanê û Tirkiyê de, şirovekirina laîsita ku bi nijadperestiyeke totalîter azadiya baweriyê tê perçiqandin û dijminayetiya olî tê kirin, bê terikandin.

II. Divê pêwendiya olê û dewletê di çarçewya prensîbên demokratiyê de ji nû ve bê sazkirin.


E. Endametiya Komara Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropayê

I. ji bo Yekîtiya Ewropayê em ne li hemberê endametiya Komara Tirkiyê nin, lê di heman demê de ji wê dixwazin ku mafên siyasî, çandî, aborî û îdarî yên gelê Kurd bi Tirkiyê bide qebulkirin û bêne bikaranîn.

II. Heta îro Komara Tirkiyê nasnameya neteweya kurd inkar dike, dora bîst milyon Kurdan ne wekî netewe, ne jî wekî kêmnetewe nas nake, reformên biçûk ku hatine kirin, bersiva çareserkirina pirsa Kurdistanê nadin. Ji ber vê yekê, ger Yekîtiya Ewropayê di vê rewşê de dema guftûgoyê bide Komara Tirkiyê, ev nayê wê wateyê ku Komara Tirkiyê Kirîterên Kopenhagê yên siyasî bi cî anîne.


F. Rêbaza tekoşîna siyasî:

Ji bo bi cî kirina daxwazên ku li jor hatine rêzkirin, em bes li gora nirx û pîvanên demoqratîk bi awayekî rewa, zelal û hevbeş tekoşîna siyasî dikin.


Îmzeya beşdarên civîna Parisê:

1) PDK-Bakur: baranhemze@hotmail.com
2) PSK: newrozbawer@web.de
3) Komala piştgiriya HAK-PAR: Dema-Nu@t-online.de
4) Bizava Bakurê Kurdistanê: Kilincm@aol.com
5) KAWA: hamid1@hotmail.com
6) PIK: hikmetserbilind@yahoo.de
7) Sosyalistên Şoresgerên Kurdistan: mamaxatun@hotmail.com
8) Prof. Îsmet Şerif Wanlî
9) Dr.Musa Kaval: mkaval@invivo.edu

Partî û kesatiyên kurdistanî, yên ku di civîna Parîsê de ne beşdar bûn, lê beyana Parîsê dipejirînin:

10) PWD
11) Dr. Sirac Bilgin

Not: ji kerema xwe re, pişgirî, dîtin û daxwazên xwe bi emailan ji me re bişînin.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com