www.amude.com
18.11.2006 - 01:49
Hemî şertên nû yên stendina mafê rûniştinê
amude.com
DORTMUND (amude.com) - Piştî derketina biryara wezîrên hundir ên Elmanyayê li ser pirsa penaberên bê mafê rûniştinê, gelek penaberan ji xwe pirsî bê ma gelo ew jî dikarin mafê rûniştinê bistînin an na. Malpera Amûdê tevaya biryara wezîrên elman bi dest xist û xalên wê yên bingehîn bi kurtî wergerandin kurdî û wan li vê derê diweşîne:
Biryara Konferensa Wezîrên Hundir ên Elmanyayê ya roja 17.11.2006
(Tevaya biryarê bi elmanî li vê derê bixwîne: duldung_biryar_17112006.pdf)
1. Penaberên ku biryara derketina wan hatibe stendin (ên ku „Duldung“ bi wan re heye) û ku di warên aborî û civakî de li Elmanyayê hatibin întegrekirin, dikarin li gorî qanuna (§ 23 Abs. 1 AufenthG) mafê penaberiyê bistînin.
2. Penaberên ku li gorî vê biryarê nikarin mafê rûniştinê bistînin, divê hewildana derxistina wan ji Elmanyayê bête kirin.
3. Penaber dikarin li Elmanyayê bimînin:
- ger jin û mêr bi kêmanî zarokeke wan hebe, ku diçe bexçeyê zarokan an jî dibistanê, û di roja vê biryarê de 6 salên wan bê rawestandin li Elmanyayê derbas bûbin
- ger kesên bi serê xwe di roja vê biryarê de 8 salên wan bê rawestandin li Elmanyayê derbas bûbin
- ger karê wan ê berdewam hebe (dikarin çend kar bi hev re bin. Herweha kesên ku di dema hînbûna kar (“Ausblidung”) de ne, ew jî dikarin bimînin). Divê ev kes û malbata wan di roja derketina vê biryarê de karibin ji kar bijîn bêyî ku ji sosyalê alîkariyê bistînin û di dema bê de jî ev rewş wilo bimîne.
3.1. Hinek rewşên awarte (istisnaî) hene, ew jî ev in:
- kesên ku di “Ausbildung”a karên perwerdeyê de bin,
- malbatên bi zarok ku ji bo demeke ne dirêj pêwîstiya wan bi alîkariya ji sosyalê heye,
- kesên ku bi serê xwe zarokên xwe xwedî dikin û ji bo demeke ne dirêj pêwîstiya wan bi alîkariya ji sosyalê heye û ku ji ber zarokên xwe nikaribin kar bikin,
- kesên ku nikaribin kar bikin, lê dikarin hertim jiyana xwe û mesrefa ku ji bo limiqatebûna wan bêyî alîkariya ji dewletê derbas bikin,
- kesên ku di roja vê biryarê de temenê wan bûbe 65 salî û ku li welatên wan kesekî wan tune be, lê li Elmanyayê mirovên wan (zarok an nevî) hebin, ku mafê wan ê rûniştinê hebe yan jî welatiyên elman bin, û ku ev kes karibin bi mesrefa wan rabin û ti alîkariyê ji sosyalê nestînin.
4. Herweha divê ev merc jî peyda bibin:
- Divê malbat di malekê de bijî ku têra wê bike.
- Divê di rêya şehadên dibistanê bête eşkerekirin ku zarok bi rastî jî diçin dibistanê.
- Divê kesên ku mafê penaberiyê bistînin, ta 30.09.2007ê têra xwe bi zimanê elmanî zanibin (li gorî Stufe A 2 des GERR). Kesên ku nexweşiyên wan ên can û giyan hebin an jî kêmasî di mejiyê wan de hebin, hewce nake bi elmanî zanibin.
- Zarokên ji 18 salan mezintir û ne zewicî jî, ku dema hatina wan a Elmanyayê di binya 18 salan de bûn, dikarin mafê rûniştinê bistînin, ger ew li gorî xwendin û jiyana xwe hatibin întegrekirin. Stendina van zarokan a mafê penaberiyê ne bi dê û bavê wan ve girêdayî ye, ango ew dikarin maf bistînin, ger dê û bavên wan mafê rûniştinê nestînin jî.
5. Ev kes dê li gorî vê biryarê mafê rûniştinê nestînin:
- kesên ku bi zanebûn û mebest agahiyên ne rast li ser penaberiya xwe dabin dezgeha biyaniyan (“Ausländerbehörde”),
- kesên ku bi zanebûn û mebest tiştin kiribin, da ku hikumet nikaribe bera wan bide,
- kesên ku li gorî qanunên (§§ 53, 54, 55 Abs 1, Abs. 2 Nr. 1 – 5 und 8 AufenthG) divê ji Elmanyayê bêne derxistin,
- kesên ku ji ber tawaneke bi mebest hatibe tawanbarkirin,
- kesên ku peywendiyên wan bi teror û terorîzimê hebin,
- eger endamek malbatekê ji ber van sedeman mafê rûniştinê nestîne, tevaya malbatê jî nastîne. Di hin rewşên awarte de stendina zarokan ji dê û bavê wan dikare bête kirin ( li gorî qanuna § 37 Abs. 1 AufenthG).
6. Kesên ku şertên vê biryarê li wan dikevin, dikarin di şeş mehan de - ji roja derketina vê biryarê ve – doza mafê penaberiyê bikin. Ev maf dê ji bo du salan bête dayin û ew dê bête dirêjkirin, ger şertên jorîn dîsa pêk werin.
7. Kesên ku ji ber “Duldung” nikaribin kar bikin, dê ji bo 6 mehan maf bistînin, da ku karibin ji xwe re li karekî bigerin. Eger ew karekî peyda bikin, ku bikaribin ew û malbatên xwe bêyî alîkariya sosyalê jê bijîn, hingî ewê mafê rûniştinê bistînin.
|
---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com |
|