www.amude.com
03.09.2006 - 02:39
Li ser pêşeroja pirsa me ya neteweyî
Şêrkoh Deqorî
 Şêrkoh Deqorî | ”Heger min ji berê de nizanîba bê sedemên binketina kurdan di damezirandina dewleteke serbixwe de çi ne, min dê îroj ew nas bikirana”(1), dîplomatekî emêrîkî di sala 1995an de got dema ku kuştar û şerên navxweyî yên partiyên başûrê Kurdistanê ji nêzîk ve dîtin.
Gotina wî teqez sed ji sedî rast e, û şerê ku serokatiyên Kurdistana başûr di wan salan de li dijî hev dikirin, nimûneyeke zindî dide me li ser sedemên ku hiştin kurd û welatê wan di piraniya dîroka xwe de bindest û perçekirî bimînin. Pêrabûnên ku wê çaxê hatin kirin - wek şerê navxweyî yê tûnd û xwestina alîkariyê ji aliyin biyanî û dijmin ve- yekser kiryarên mîrên kurd ên serdemên navîn û nûjen tînin bîra mirov. Ew kiryarên ku bûn sedema sereke ya rewşa kurdan a îroj.
Di serdema cîhanîkirina siyasî û aborî de pirs û giriftên cihikî û nêzîk her bi şiklekî xurtir bi hêz û guhertinên dûr ve tên girêdan û carina mesîrê wan li ser van hêz û guhertinan hemet dike. Bi hev hesûyî bi vê rewşê re adeteke fêlbaz cihê xwe stendiye ku jê re dibêjin ”dîtaneya weynê”. Xwediyê vê dîtaneyê berpirsiya hemî têkçûnên xwe – ên mala xwe, ên neteweya xwe…– diavêje ser milên ên din û xwe ti carî gunehkar an berpirsiyar nabîne. Helbet ev adet gihaye me kurdan jî, bi piranî di riya rêcîmên zordar ên ku me hukm dikin û di riya çanda wan re. Rêjeyeke gelekî mezin ji rewşenbîr û siyasetvanên kurd sedemên rewşa hejar a gelê kurd û perçebûna welatê wî dikin sûcê ”hêzên kolonyalî û impiryalî”, û hinek ji wan dibêjin ku kînek van hêzan li ser kurdan hebû ji ber ku Selahedîn kurd bû..! Ew tiştê ku kurdan bi destên xwe kirine ji xwe, ji bîr dikin. Ew ji bîr dikin ku ne van hêzan dewlet dan gelên li dora me, lê ew tirk û faris - û ta radeyekê ereb jî - bi xwe bûn ên ku bi zorê û bi şer û jêhatiya dîplomasî dewletên xwe stendin, û ji bîr dikin jî ku kîna hêzên kolonyalî ya li ser ereb û tirkan – ji bo nimûne – bi gelekî mezintir bû ji ya li ser kurdan... Heta dema perçekirina Kurdistanê jî kurdan ti gavên cidî ji bo bidestxistina dewleteke serbixwe neavêtibûn, bijareyên wan ên siyasî bêqam teqlîdî û paşverû bûn û gel bi xwe jî di deryayeke tarî ji paşketin, êlperestî, demargîrî û nezaniyê de bû.
Di raya min de, sedema bindestiya Kurdan a berdewam hindirî ye. Divê em bi eşkerayî nas bikin ku nexweşî û koncalin kûr û metris di civaka kurdî de hene, û ku erkine mezin ji bo girtina wan divên.
Pirsgirêkên sereke yên ku Kurd qels dikirin û ji hev belav dikirin - û hîn jî dikin - êlperestî û paşverûtiya piraniya bijare û serokatiyên siyasî yên kurdî bûn - an jî ”kawikî û timakarî”ya wan li gor Jonathan Randal (2) - û bi şiklekî hinekî kêmtir tîrebazî û damargîrî bûn. Vê dawiyê meremine nû, wek herêmîtî (regionalism) û ”zaravperestiyê” li derinan çêbûne. Divê em nas bikin ku civaka me nesaztir, nerêktir û paşketîtir e ji civakên li dora me. Civaka me kêmtir bajarî ye û behtir nakokî û kînên navxweyî tê de he ne ji civakên li dorê. Ev tişt dihêle ku civaka kurdî ji yên li dorê qelstir be û her wiha bi hesanî têkeve bin destê wan. Heger karayê ciyografî – çiyayîtî, wargeha Kurdistanê ya di nav sê niştimanên ji kurdan xurtir de û tinebûna ti cihderkeke deryayî li ser sînorên wê – têkevin ser de, serxwebûn dibe tiştek gelekî dijwar.
Divê ev pirsgirêk ji kokê ve bên çareserkirin. Ev merem ne rewşeke ”cînî” ya kurdan e, lê ew bi radeya yekê encama nîrine ciyografî û dîrokî ye. Di pênc hezar salên temam de çiyê kurd ji hev cihê dikirin û di rûyê yekîtiya wan de radiwestî. Çiyê êlperestî bi şiklekî gelekî xurt xwedî kir û yekkirina mîrîtiyên kurdî berbend kir. Ta îroj jî ev pirsgirêkên kevn mane, û ta anha jî gelek bijareyên siyasî yên Kurdan ta radeyeke mezin teqlîdî û êlperest in.
Tiştê herî wêran ji gişî tinebûna bîrwerî û rexnekirina xweyî ya kurdî ye, heta radeya ku carina rexnekirina xweyî wekî ”doxmaniyê” tê dîtin! Ev rajêriya kor ji serokatî û kesayetiyan re nahêle ku kurd şaşitiyên serokatiyên xwe bibînin û ji wan havil bikin.
Hikumetên ku Kurdistanê dagîr dikin, van girêdan û pêwendiyên paşketî di civaka kurdî de wek êlperestî, herêmîtî û damargîriyê xurt û piştgirtî dikin, û bi rastî têbîniyeke girîng heye ku mirov dikare derbarî êlperestiya kurdî bibêje, ew e ku piraniyeke mezin ji êlên kurdî gelekî bi hesanî hevbendiyê bi hêzên biyanî û dijmin re dikirin – û hîn jî dikin – li dijî êlên kurdî yên din bêyî ku ti hesabî ji neteweyîtî û xwîna hevbeş re bikin. Piraniya caran berjewendiyên êlî li cem axayên êlên kurd bi gelekî ji berjewendiya neteweyî ya yek girîngtir bûn. Mixabin, belkî hîn jî gelek caran wiha be.
Ev zêdî pênc hezar sal in kurdan ti carî baş li hev nekiriye. Gelekî zor e ku mirov esehî bike ku ew dê bikaribin anha dest ji vê adeta kevn berdin, lê du tişt hene ku hêviyekê didin mirov, ê yekem ku xwendina nû ya dîrokê di serdema me de û stendina waneyan ji bûriyê her zêde dibe û derfetê dide ku kurd guhertineke biniyatî di nerîn û hizirên xwe de pêk bînin. Ê duyem ew e ku ev cara yekê ye ku kurd di dîroka xwe de bi şiklekî yekser dikevin bin destê hêzên biyanî de, çimkî hertim federalîtiyin kurdî hebûn, û ev tişt ajokeke xurtir dide me ku em vê rewşê ji kokê de biguherin. Ji aliyekî din de, sayeyên ragihandin, itîsal û guhestinê anha bi gelekî ji berê xurtir in, û dê hevgihana kurdan bi hev re bêqam gengaztir bikin û berbendên ciyografî bişkînin.
Tişteke naskirî ye ku ji bo ev pêwendiyên nexweş û paşverû ji civakê hilqetin, divê berî her tiştî pêşketina aborî pêk bê, lê ev jî anha li sê perçeyan ji perçeyên Kurdistanê ne di destên Kurdan de ye, ji loma dimîne ku rewşenbîr û bijareyên siyasî bizavên xwe bikin da ku bîrweriya gelê kurd fireh bikin û wî agehdar bikin derbarî metrisiya êlperestiyê. neyekbûn û şerê navxweyî bi taybetî li devereke wekî Rojhilata Navînê ku tije kînkêşî û şovînîtî û timakarî û rêjîmên xwînrêj e.
Rewşa Kurdistana Başûr ti hêviyeke mezin nade mirov, ji ber ku ta anha jî nexweşiyên kevn – berî her tiştî êlperestî û piştîvanî li gor David McDwall (3) - hîn li cihê xwe ne. Û yê wêrantir ew e ku gelek gelek kes ên xwedî van nexweşiyan ketine sazî û dezgehên hikumî, ji serî ta bingehê piraniya caran jî paye li ser bingehin êlî tên belavkirin. Kes nikare mandel bike ku partiyên kurdî li Kurdistana Başûr wek ”konfedralîtîyin êlî” ne (4). Em giş dizanin ku hatinerêzên û balvedanên êlî li vî perçeyî gelekî xurt in, û ku kînin veşartî hene ku kes nizane dê kengî biteqin... Eveya gefeke mezin e ji vê serhatina kurdî ya yekane re. Di vî warî de divê serokatiyên kurd erkin mezin bikin da ku lihevhatineke giştî pêk bînin. Lê ti nîşan ta anha tine ne ku serokatiyên Başûr ti girîngiyê didin vî tiştî.
Hevkêşe gelekî xuya û sade ye. Sedema bindestiya kurdan neyekbûna wan e, û sedema neyekbûna wan jî şer û kîn û nexweşiyên hundirî ne, û sedemên van şer û kînan jî êlperestî, herêmîtî û paşketina bijareyên siyasî ne.
Pêkanîna serxwebûnê bi rewşa civakî û ramanî ya kurdî ya anha tiştekî nêzîkî dûretiyê ye. Ango heger raman û awayê karê siyasî yên me di rewşa xwe ya kevn û serberdayî û paşverû de bimînin, dê delîveyên ku bên jî, ji destên me herin.
Divê xebat li dijî meremên nû wekî herêmîtî û ”zaravperestiyê” jî bê kirin, û
komelin taybet ji bo nêzîkkirina hest û helwestên kurdan li hemû beşên Kurdistanê bên damezirandin. Xebata di vî warî de ne kêmtir girîng e ji xebata siyasî yan a çekdar. Ku em biwêribin xwe rexne bikin, dê gava yekê be li ser vê riyê.
Çareseriya bingehî û xebata sereke ya kurdî divê di warê civakî û dizgûnkirina xweyî de be. Ê mayî dê bi gelekî hesantir be. Delîve dê teqez bes bin, û rêjîmên zordar ên ku îroj xurt in dê bê guman di rojekê ji pêşerojê de qels bibin, lê ya herî girîng ew e ku kurd bi xwe amade bin ji bo çewsandina wan delîveyan… An dê ew jî wekî hemû delîveyên wenda yên berê bibuhirin.
(1) Jonathan Randal; After Such Knowledge, What Forgivness?; 1997.
(2) Eynî çavkaniya berê.
(3) David McDowall; A Modern History of the Kurds; 2004.
(4) Eynî çavkaniya berê.
|
---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com |
|