www.amude.com
14.08.2006 - 23:45
Kurd di hilbijartinên Parlamenta Swêdê de: Berbijêr Amîneh Kakabaveh
amude.com
 Amîneh Kakabaveh dixwaze têkeve Parlamenta Swêdê | Di 17.09.2006ê de, li Swêdê dê hilbijartinên Parlamenta Swêdê pêk bên. Bêtirî 30 welatiyên swêdî-kurd dê îsal beşdarî hilbijartinan bibin. Malpera Amûdê dê di rojên bê de hin berbijêrên kurd bide nasîn. Di destpêkê de, Amîneh Kakabaveh dê di hevpeyvînekê de xwe û xebata xwe bide nasîn û bêje bê ew ji bo çi siyasetê dike û armancên wê çi ne.
* * *
Nav: Amîneh Kakabaveh
Temen: 34 salî
Berbijêrî: Parlamenta Swêdê
Partî: Partiya Çep (Vänsterpartiet)
Herêm: Stockholm
Rêza di pelika dengdanê de: 6
Ciyê ji dayikbûnê: Seqiz
Kar: Sosyonom
Tu kîjan zaravên kurdî dizanî? Soranî; kurmancî jî baş fam dikim.
Tu kengî hatî Swêdê? 1992.
Pşseroj û xwendina te çi ye:
Min ji bo rizgariya kurdan, wekheviya zayendeyan û civakeke bêçîn pêşmergetî kiriye. Ji bo xebata xwe ez mecbûr mam ku di 14 saliya xwe de dest ji Kurdistana Iranê berdim û tevlî Komelê bibim. Perwerdeya xwe ya siyasî min di nav refên Komelê de wergirtiye. Li Swêdê min li Zanîngeha Stockholmê di sala 2002ê de sosyonomî qedand. Mastera xwe jî min li ser karê civaka navnetewî kiriye.
Kesekî ku tu ji xwe re mînak dibîne:
Mêr: Che Guevara û Nelson Mandela
Jin: Rosa Luxemburg û Klara Zetkin
Strana bi te herî xweş: Gelek hene, lê ya ku vêga pir lê guhdar dikim, strana Behcet Yehya ya ”Eger aşiq mestanebet” e.
Pirtûka bi te herî xweş: Maksim Gorkij, Nina.
Ji bo çi gerek mirov dengê xwe bide te?
Ji ber ku ez kesek im ku bi dil û can li ser pirsgirêkên rojane yên mirovan disekinim. Weke miroveke internasyonalîst ez dixwazim ku ji bo mirovên jar û ketî têbikoşim. Ez 14 salî bûm dema min li Kurdistanê dest bi vê tekoşîna xwe kiriye.
Pirsên herî giring ku tê doza wan bike, çi ne?
Di qada neteweyî de pirsa herî girîng ji bo min wekhevî ye, bi taybetî jî kar, heqdest, siyaseta întegrasyon û penaberan di nav jinên bilind de. Jiyaneke ewleyî ji bo zarok, ciwan, pîr û handîkapan di guhdan, perwerdê de ji bo imkanên xwepêşxistinê û jiyaneke birûmet.
Di qada navneteweyî de daxwazeke min ya mezin ew e ku ez doza kurd, filestînî, latînamerîkî û afrîqiyan bigihînim raya giştî.
Tu şensê xwe yê ku di hilbijartinan de biserkevî çiqas dibînî?
Ez bawer dikim ku Partiya Çep têra ku bikeve parlamentê deng bi dest bixe û herweha ez dilniya me ku di nav gelê swêdî de gelek kes û kom dizanin bê siyaseta Partiya Çep çawa ye û bê ew doza çi dike. Eger em di hilbijartinan de bi ser bikevin, emê ne wekî wan partiyên din tenha xeber bidin, lê bikin ku jiyana mirovan a rojane ji binî de bê guhertin. Helbet gelek sebebên serkeftinê hene. Divê hem Partiya Çep bi qasî hilbijartinên bihûrî deng bistîne, hem jî dengdanên yekser ên kesî têrê bikin ji bo ku ez têkevim parlamentê.
Çi pêşniyazên te yên ji bo wan kesên ku dixwazin têkevin siyasetî, hene?
Weke stûn îdyolojiyeke ku mirov xwe pê bigire, pêwîst e.
Daxwaz û karekî çalak.
Baweriya bi gel.
Mirov bi cesaret be û baweriya xwe biparêze.
Gelo çi kar û xebata te ji bo pirsgirêka kurdî li Swêdê çêbûye?
Ji bilî xebata min a pêşmergetî ji temenê 14 salî, ji sala 2002ê ve her sal ez diçim Kurdistana Iraqê ji bo ku balê bikişînim ser têkoşîna gelê kurd û rewşa jin û zarokan.
Ji bo ku ez rewşê bigihînim raya giştî ya Swêdê, ez ligel rojnamevan û wênegirekî çûme Kurdistanê. Nivîs di gelek rojname û kovaran de hatin weşandin. Bi Zanîngeha Stokholmê re di sala 2005ê de ez çûme Kudistana Iraqê ji bo sazkirina instiîtûyeke xebatên civakî.
Di 16ê adarê de, bîranîna roja Helepçê, ez digel partiyên siyasî tevî civînên parlamentê bûme. Partiya Çep tek partiy e ku bi daxuyaniyekê ji Neteweyên Yekbûyî xwestiye ku 16ê adarê mîna rojeke têkoşîna li hemberî komkujiyê îlan bike.
Min bi nivîsandina daxuyaniyan bandor li Partiya Çep kir ku ji ber bûyerên dawî yên li Kurdistana Tirkiyê dewlet ji bo kirinên xwe bê mehkumkirin. Bi rêxistina CHAK re xebatên min ji bo jin û zarokên qurbanên Enfalê çêbûne. Herweha min ji Kurdistanê kesayet dawetî semînarên neteweyî û navneteweyî yên li Swêdê kirine.
--------------------
Malpera wekurd.com ev hevpeyvîn bi Amîneh Kakabav re kiriye û ji swêdî wergerandiye kurdiyê.
|
---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com |
|