www.amude.com
07.08.2006 - 10:47
Wezîrek soran dixwaze soranî li ser Kurdan ferz bike
amude.com
DORTMUND (amude.com) - Wezareta perwerdeyê ya hikumeta Kurdistana Iraqê planek amade kiriye, li gorî wê şagirtên li Kurdistana Iraqê divê bi zaravê soranê bêne perwerdekirin. Endamê Koreyî Zanyarî Kurdistan Reşîd Findî ji Malpera Amûdê re eşkere kir, ku plan hîn di nîqaşê de ye û nebûye biryar. Li gorî sîstema Kurdistana Iraqê ya niha hemî şagirtên ji sinfên yekê ta şeşê bi zaravên herêmên wan têne perwerdekirin, ango bi soranî û bahdînanî. Wezîrê perwerdeyê yê nû Dilşad Ebdilrehman ji Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê dixwaze ku hemî şagirt bi soranî bêne perwedekirin. Ev yek bûye ciyê nerazîbûn û rexneyên Bahdînan. Rexnegirên vê planê dibêjin ku soranî û bahdînanî zaravên "ji hev cuda ne û nabe ku têkelî hev bibin".
|
---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com |
|