www.amude.com

28.06.2006 - 19:50
Berpirsên israîlî: Balafirên israîlî di ser qesra el-Esed re firiyane

amude.com

XEZA (ap/amude.com) - Berpirsên israîlî diyar kir, ku balafirên leşkerî yên israîlî do di ser qesra serokê Suriyê Beşar el-Esed nêzîkî bajarê Lazqiyê re firina û dîwarê deng derbas kirine. Li gorî nûçeyeke kanala televizyonê ya israîlî ya taybetî el-Esed bi xwe di wê demê de di qesra xwe de bû. Kanalê herweha ragihand, ku serokwezîrê Israîl Ehud Olmert gotiye, ku wî xwestiye bi vê yekê piştrast bike, ku Israîl dikare xwe bigihîne serokê Suriyê. Wezîrê ewlekariyê yê israîlî ji aliyê xwe ve eşkere kir, ku ew dikarin xwe bigihînin berpirsyarên Hemas li Suriyê, çimkî ew li dû revandina leşkerekî israîlî têne gumankirin. Berpirsê Hamasê Xalid Mişel xwe li Suriyê veşartiye û rêjîma surî wî diparêze. Israîlî dibêjin ku Mişel li dû revandina leşkerê wan e û Surî piştgiriya wî dike.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com