www.amude.com

19.03.2006 - 13:20
Li Silęmaniyę rojnamevanek kurd hate girtin

amude.com


Hewęz Hewęzî
SILĘAMNÎ (amude.com) - Rojnameya "Hawlatî" raihand, ku hęzęn ewlekariyę yęn Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanę (YNK) rojnamevanę wę Hewęz Hewęzî girt. Sernivîskarę rojnameyę Twana Osman diyar kir, ku hevkarę wî ji ber weşandina nivîsarekę di hejmara Hawlatî ya vę hefteyę de bi fermana ji serokwezîrę îdareya Silęmaniyę ya hikumeta Kurdistana Iraqę li bajarę Koyę hatiye girtin.

Di hejm. 265, r. 3, a Hawlatî de, rojnamevan Hewęz Hewęzî nivîsarek bi sernavę "Firewnęn kurd tenę bihęlin" weşandiye, tę de nivîsandiye ku divę miletę kurd ji desthilata YNKę ű Partiya Demoqrat a Kurdistanę (PDK) xelas bibe ű heger nikare xelas bibe jî, bila miletę kurd wekî sala 1991ę ji Kurdistanę koç bike ű Kurdistana vala ji "Firewnan" re bihęle, da dinya li hawara Kurdan bęt.

Hewęz Hewęzî di nivîsara xwe de dinivîsîne, ku hikumeta Kurdistanę bi herdu îdareyęn xwe ti xizmeta miletę kurd nekiriye ű wę tenę alîkariya şirketęn xwe ű xizm ű mirovęn xwe kiriye ű lewra divęt YNK ű PDK dest ji desthilatę berdin ű wę teslîmî miletę kurd bikin.

Rojnameya Hawlatî li Silęmaniyę tę weşandin. Ew yek ji kęm rojnameyęn Kurdistana Iraqę ne, ku wekî serbixwe tę naskirin.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com