www.amude.com

06.03.2006 - 10:09
«L.A. Crash» baştirîn filmê salê ye

amude.com


Baştirîn film: Cathy Schulman û Paul Haggis ji bo "L.A. Crash"
HOLLYWOOD (dpa/amude.com) - Filmê emerîkî «L.A. Crash» wekî baştirîn filmê salê hate hilbijartin û 78emîn Xelata Oscar a îsal stend. Ev yek suprîzek bû. «L.A. Crash» behsa nijadperestî, hevdu neqebulkirin û zordariyê li Los Angeles di jiyana rojane de dike. Derhênerê filmê «Brokeback Mountain» Ang Lee sê Oscar ji bo derhêneriyê, muzîk û pirtûka filmê xwe stendin. Philip Seymour Hoffmann di filmê «Capote» de û Reese Witherspoon di «Walk The Weisz" de Oskarên baştirîn leystikvanên sereke stendin. Witherspoon xelata xwe diyarî hemî mirovan kir, "ku amade ne, têkoşîna li dijî nedadmendiyê jiyana xwe bixin xeterê". George Clooney xelata leystikvanê nesereke di «Syriana» de stend. Filmê «Viva Afrika!» ê derhênerê ji Başûrê Efrîqayê Gavin Hood Oskara baştirîn filmê biyanî stend.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com