www.amude.com

19.02.2006 - 16:07
Balafira elmanî ya ketî hate dîtin

amude.com

SILÊMANÎ (pukmedia/amude.com) - Balafira elmanî ya ku li Kurdistana Iraqê ketibû, 20 km dûrî Silêmaniyê hate dîtin û her şeş kesên ku tê de bûn, mirine. Berpirsekî ji dezgeha ewlekariyê ya Şehrezurê piştrast kir, ku balafira ketî û laşên kesên tê de nêzîkî gundê Boşîn 20 km dûrî Silêmaniyê hatin dîtin. Îna borî, têkiliya bi balafira elmanî re hatibû birîn. Sê bazirganên elman, du pîlot û û Kurdek tê de bûn. Balafira ji marka Cessna ji Elmanyayê firiyabû Azerbeycanê û ji wê derê berê xwe dabû Silêmaniyê. Wilo dixuye ku bahozeke berfê bûbû sedema ketina balafirê.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com