www.amude.com

15.01.2006 - 02:23
Li ser Kurdên Kurdistana Suriyê lêkolîneke navneteweyî - «Syrian Kurds: A People Discovered»

amude.com


Chatham House
www.riia.org
DORTMUND (amude.com) - Dezgeha Chatham House ya ingilîzî, ku xwe wekî "yek ji dezgehên herî pêşeng ji bo şirovekirina mijarên navneteweyî" dide nasîn, lêkolîneke berfireh li ser Kurdên Kurdistana Suriyê amade kiriye. Lêkolîna bi sernavê "Syrian Kurds: A People Discovered" (Kurdên Suriyê: Milletek Keşifkirî) ji aliyê Robert Lowe ve, ku birêvebirê programa Rojhilata Navîn di Chatham House de ye, û bi alîkariya Kerr-Fry Award Bequest a zanîngeha Edinburgh hatiye amadekirin. Malpera Amûdê giringtirîn gotinên vê lêkolînê ligel tevaya lêkolînê li vê derê diweşîne:

- Piştî bi salan ji bêdengiyê, Kurdên Suriyê niha bideng in. Serketinên ku Kurdan li Iraqê bi dest xistin, ceger û baweriyeke mezin dan Kurdên li Suriyê.

- Kurd ne di nav îdyolociya fermî ya Komara Suriyê ya Erebî de ne. Kurdên Suriyê ji ber cudakirin û çewisandinê dinalin. Dora 300 hezar ji nasnameya surî bêpar in.

- Surî bitenê hatiye hiştin û ketiye bin dexta navneteweyî, lê oposîsyona hundirîn qels e. Kurd ji rêjîmê re tehediyeke pir kêm peydabûyî (nadir) pêşkêş dikin.

- Partiyên siyasî yên kurdî ji bo xebatê têkoşîn kiriye, lê derfetên wan hene ku piştgiriyeke mezin ji aliyê civakê ve bi dest bixin, ku bêtir dixwaze nasnameya xwe eşkere bike.

- Ji bo çakkirina rewşa Kurdan li Suriyê guhertinên cidî pêwîst in. Wekî din, û tevî kontrolkirina xurt ji aliyê hikumetê ve, serhildanên din gengaz (mumkin) in.

Hêjayî gotinê ye, ku di vê lêkolînê de wêneyek hatiye bikaranîn, ku ji Malpera Amûdê hatiye wergritin.

Tevaya lêkolînê dikare li vê derê bête xwendin:

www.riia.org/viewdocument.php?documentid=7217

(pdf, ji bo xwendinê adobe reader pêwîst e)

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com