www.amude.com

10.12.2005 - 12:09
Rêjîma Suriyê naxwaze kes doza mafên mirovan bike

amude.com


(Ji erşîvê)
ŞAM (amude.com) - Hêzên rêjîma Suriyê bi zordariyê pêşwaziya xwenîşandana aşitiyane ya Kurdan li Şamê kir. Hêzên ewlekariyê bi dar û destan êrîşî xwenîşanderan kir û ew dan ber lêdanê. Wan herweha navên gelek kesan ji wan xwest û ew li cem xwe qeyd kirin. Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê û Şerpêla Pêşerojê ya Kurdî li Suriyê bi helkefta roja Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan bangî vê xwenîşandana îroj kiribû. Gelek Kurd û bi wan re jî hin kesayetiyên ereb ji bo doza mafên mirovan li Suriyê û herweha çareserkirina Pirsa Kurdî li dijî rêjîmê û siyaseta wê ya binpêkirina mafan protesto kir.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com