www.amude.com

23.10.2005 - 14:58
Pamuk xelata aştiyê stend

amude.com


Orhan Pamuk xelata aştiyê distîne
FRANKFURT (dpa/ap/amude.com) - Nivîskarê tirk Orhan Pamuk (53)îroj di dêra Paul a Frankfurtê de xelata aşitiyê ya bazara pirtûkan a elmanî stend. Xelat 25000 Euro dike. Pamuk, ku navdartirîn nivîskarê tirk e, xelat ji bo hewildanên wî ji bo nêzîkkirina Ewropa û Tirkiya musilman ji hev re stend. Bêyî ku wan bi nav bike, Pamuk hin siyasetvanên elman rexne kir, ku di hilbijartinên parlamentê yên dawî de hewil dane li ser hesabê Tirkiyê dengan bistînin. Pamuk got: "Ger li Ewropa li dijî Tirkiyê dijminayetî tê çêkirin, mixabin ev yek dibe sedem ku li Tirkiyê jî dijminayetiya li dijî Ewropa û neteweperestiyeke genî çêbibe."

Di axavtina xwe de, Orhan Pamuk got: "Wek çawa ez nikarim Tirkiyeke ku di Ewropa de nafikire, bînim ber çavan, herweha baweriya min jî bi Ewropayekê nayê, ku xwe bêyî Tirkiyê dibîne."

Li Elmanyayê, xelata aşitiyê ya bazara pirtûkan a elmanî yek ji giringtirîn xelatên çandî ye. Ji kesên ku ta niha ev xelat stendine: Yaşar Kemal, Astrid Lindgren, Yehudi Menuhin, Siegfried Lenz, Vaclav Havel, Mario Vargas Llosa, Fritz Stern, Susan Sontag, Péter Esterhàzy.

Xelata aşitiyê her sal di roja dawî ya Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê de tê dayin

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com