www.amude.com
11.10.2005 - 00:34
Jinek dê hikumeta Elmanyayê bi rê ve bibe: Angela Merkel dibe musteşar
amude.com
BERLÎN (amude.com) - Seroka Hevgirtina Filehên Demoqrat (CDU) Angela Merkel dê bibe musteşara Elmanyayê ya nû. Mezintirîn partiyên Elmanyayê, CDU û Partiya Sosyaldemoqrat (SPD), dê bi hev re hikumeta Elmanyayê ya nû pêk bînin. Musteşarê niha Gerhard Schröder dê piştî heft salan di kursiya herî giring de xatir ji siyaseta elmanî bixwaze. Wî ragihand ku ewê beşdarî hikumeta nû nebe. Merkel dê bibe yekemîn musteşara jin di dîroka Elmanyayê de. Ne bi dilê piraniya Elmanan e ku Merkel bibe musteşara wan, lê di hilbijartinên parlamentê yên vê dawiyê de, CDU piraniya dengan bi dest xistin, lê ew bêyî SPD nikare bi serê xwe hikumetê pêk bîne. CDU bi siyaseta xwe ya li dijî Biyaniyan û herweha li dijî endametiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê tê naskirin. Di heman demê de, ew piştgiriya Emerîka û siyasreta wê dike. (wêne: rtr)
|
---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com |
|