www.amude.com
01.05.2005 - 18:01
Muslim Şêx Hesen ji zindanê derket
amude.com
 Muslim Şêx Hesen | DORTMUND (amude.com) - Siyasetvanê kurd Muslim Şêx Hesen serbest hate berdan. Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Suriyê ragihand ku endamê wê di 25ê meha borî de serbest hatiye berdan. Şêx Hesen di 01.03.2005ê de de ji aliyê dezgehên rêjîma Suriyê ve hatibû girtin û zindankirin. Sedemên girtina wî ne diyar bûn. Partiya wî radigihîne, ku ew "di zindanên Heleb û Şamê rastî işkenceyên giyanî û canî bûbû". Muslim Şêx Hesen, ku berî niha jî di sala 2002ê de sê mehan di zindanê de derbas kiribûn, piştî derketina ji zindanê yekser çûbû cem textoran.
|
---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com |
|