www.amude.com
19.04.2005 - 23:50
Hevgirtina Şelafbîrên Kurd
Qeşmerok
 © tierpraeparation-pfaff.de & amude.com | - Ha keko, ez dibînim tu îroj pir kêfxweş î… Weleh eger du baskên te hebûna, tu yê firyaba!
* Yaho ma qey ez wek te tim xemgîn im? Ji mafê me ye ku em hinekî ji kêfa bifirin û ev nûçeyên xweş yek bi dû ya din ji me re tên: serbestberdana girtiyan, hilbijartina Mam Celal ji bo serokatiya Iraqê û gotinên derbarey vegerandina nasnameya surî ji Kurdên me re...
- Rast e, xebera te ye. Yaho, dibêjin ku Beşaro şila xwe daye hev û ji wan re gotiye: “Qird! Ka em xwe ji vê problêmê xelas bikin, berî ku Emerîkî bên û nasnameya surî ji me bistînin û wan bidin van Kurdên bênifus.”!!
* Ez bawer im ewê gelek şelafiyan bike, da ku “Bavê Azad” jê razî bibe!?
- Ji xwe, yahoo.. Te behsa “şelafiyatan” kir.. Hevalê me Baqiyo bi meqalekê ligel wêneyekî “nû” deng ji xwe anî.. Te ew dît?
* Ma qey heyv veşartî dimîne?! Me sê rêz li ser wî nivîsandin, rabû vî Baqê Nîskan bi sê rûpelan bersiva me da, da ku ji şila roviyan re bêje: “Binerin, ez li gor dilê we me, ha!”..
- Û da ku şelafiyên wî temam bibin, radibe her gavê nivîsarekê di malpera wan a nû “amûdê înfo” de diweşîne.
* Û bi vê yekê, ev Baqiyo ji aliyekî ve endametiya xwe di komîteyên Hevgirtina Avroja yên bê de misoger dike, û ji aliyê din ve derketina rûyê wî yê sipehî dê di televizyona Apê hêja de berdewam bike!!
- Yaaw, îşê te çi şikil mikilê wî ye?! Ma te nexwend bê ew çawa me fêrî rexnevaniya edebî dike?! Mêrik jê re ne giring e bê Apê hêja û banka wî kî ne, û bê Bavê Qeşmerok û mamosteyê wî Hamleto kî ne, û bê kî “Tifff.Show” bi rê ve dibin û tê de dinivîsînin, ji ber ew –li gorî ku ew dibêje- “xizmeta kêşa kurdî li Suriyê bi hemî hêza xwe dikin”!!
* Ê wayê wayê! Û şelafiyatên vî Baqê Nîskan giha pesindana Ejder Şêxo, pêşkêşvanê bernameya “Raste rast” di wê bankê de. Baqî Nîskan nivîsandiye ku Ejder bernameyeke taybetî ji bo salvegera Serhildana Qamişloyê tirxan kiribû û...
- Bijîîîîîî! Ma qey gelek e li ser vî Ejderî ku li ser Serhildana 12ê Adarê biaxive, û ew kurê bajarê Qamişlo û yê şoreşger Ebdilezîz Şêxo ye??
* Lê bi rastî jî ev Baqiyo hiceteke wî heye bê çima pêwîst e ku mirov biçe heca banka Apê Zêro: “Qeşmeroko, malxerabo! Dinya tê guhertin û siyasetvanên ji partiyên me yên kurdî yên surî, yên ku do li dijî PKK bûn, îroj bi hev re ketine musabeqakê bê kî bêtir di Roj tv û Me Tv de derdikeve.”!!
- Baqiyo, şelafo! Ji te kêm mabû, ku tu bêjî ku rewşenbîr û nivîskarên me divê her yek ji wan vîdyoklîpekê çêkin, da ku her roj di televizyonê de derkevin!!!
* Lê ew dibêje ku axavtina te ya li ser “şila Hamleto” û şelafiyatên wî jê re, tevde gotinên ji xeyala te ne: “Ma tu di gotarên min de napelîne ku ez hisaban ji rêjîma sûrî û hêzên wê yên ewlekariyê re nakim, ezê çawa hisaban ji çend kesên reben re bikim?!”!?
- Hey şêêêr! Yanî ji ber vê yekê Baqiyo gotarên xwe bi navê xwe û yê bajarê ewropî ku ew lê dijî, imze dike, wek ku ji muxaberatên rêjîma surî re dibêje: “Yeweeel, binerin çawa ez ji Osloyê, paytexta Nerwicê, tehediya we dikim û ji zindan û işkenceyê natirsim!!”?
* Û tiştê ji van hemûyan xerabtir, ew e ku ev şelaf fedî nake dema dibêje ku Ehmed Huseynî û Helîm Yûsiv “kesên reben” in, û ew bi xwe bi fedîha dawî ya van “rewşenbîran” baş dizane, dema wan û hevalê wan Mizgînê Gemo rahişt telefonê û gotinên xerab ji helbestvan û hunermend Dilower Mêqerî, ku bi xwe endamê Hevgirtina wan e, re gotin û ew hedidand û jê re got ku ew xelekên Qeşmerok dinivîsîne û..
- Ez ne Dilower Mêqerî me û ne jî bavê Dilower Mêqerî me!!
* Nizimbûna Ehmed Huseynî giha wê dereca îhaneta şoreşger Cemîl Mêqerî yê rehmetî, dema ji vî Dilowerî re got ku ewê namusa xuşkên wî di internêtê de bifedihîne!!
- Ma ne ew bûn ên ku di rûpela pêşî ya malpera xwe “Avroja” de şîniya Mêqerî kir? Bi rastî jî ev Hamleto helbestvanekî mezin e... Di rojbûna wî ya şêstî de emê wî ji bo xelata navneteweyî ya bê-edebiyê bişerşihînin!!!
* Ma vê bêdebiya han mûyek di seriyên endamên komîteya birêvebir a HRKRD de nelivand?
- yaaw, ji xwe Quto û Baqiyo ti mû di seriyên wan de tune ye! Û endamên din ji hevkarê xwe Dilower re got ku Hamleto winda bûye û bêrîkfona xwe girtiye!!
* Dibe ku çûbe “ciyekî nenas li çiyayên Kurdistanê”, da ku beşdarî kongireya PKK bibe, ku berî çend rojan careke din navê xwe guhert û bû PKK?!!
- Keko, li cem Misriyan meselek heye, dibêje: “Yên ku fedî dikirin, mirin”!!!
qeshmerok@amude.com
|
---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com |
|