www.amude.com

18.04.2005 - 14:14
Weşangeriya bi zimanê kurdî hate xelatkirin:
Ebdellah Keskîn Xelata Jeri Laber a Navneteweyî ya Azadiya Weşangeriyê stend


amude.com


Ebdellah Keskîn, xwediyê weşanxaneya Avesta
DORTMUND (amude.com) - Weşangerê kurd û xwediyê weşanxaneya Avesta ya li Stenbolê, Ebdellah Keskîn, ji bo wergirtina Xelata Jeri Laber a Navneteweyî ya Azadiya Weşangeriyê ya sala 2005ê hate hilbijartin. Komîteya Navneteweyî ya Azadiya Weşangeriyê (IFTPC) di ragihand ku Keskîn "ji bo xwedîlêderketina wî ya ji bo nivîsandina bi kurdî ligel hacizên siyasî û xetera şexsî di dehsalên borî de hatiye naskirin". Keskên sêyemîn kes e ku vê xelatê werdigire. Ew dê roja 20ê vê mehê derbarey ahenga PENa Emerîkî ya salane li New Yorkê bête xelatkirin. Ebdellah Keskîn kêfxweşiya xwe ji bo hilbijartina weşangerekî berhemên bi zimanê kurdî ji bo wergirtina xelatê anî zimên.

Hal Fessenden, berpirsê IFTPC got ku "Ebdellah Keskîn bi mêranî pirtûkên siyasî yên hesas li ser pirsgirêkên kurdî, pirtûkên ku demeke dirêj li Tirkiyê hatine qedexekirin, pirtûkên li ser bûyerine teze, lêkolînên jinan, çanda Mezopotamyayê û herweha klasîkên wêjeya Rojhilat û Rojavayê, weşandine". Wî berdewam kir û got: "Em bi kêfxweşî vê xelatê didin Ebdellah ji bo xwedîlêderketina wî ya xweragir ji bo azadiya derbirînê û herweha ji bo weşandina lîsteyeke ewqas zengîn û rengîn."

Ebdellah Keskîn di sala 1967ê de li Nisêbînê li Kurdistana Tirkiyê ji dayik bûye. Di dema xwendina li Zanîngeha Enqereyê de, ew ji bo xwendina belavokên qedexekirî hate girtin, berî ku bête dadgehkirin, û piştre serbest hate berdan. Di sala 1992ê de ew bû weşangerê rojnameyeke kurdî ya hefteyî li Stenbolê, ku wê demê yek ji rojnameyên pêşî bû ku li Tirkiyê bi zimanê kurdî derdiketin.

Di sala 1996ê de, Keskîn ligek xanima xwe Rûksen Bagdu Keskîn û xuşka xwe Songul Duraker Weşanxaneya Avesta vekir. Li gorî IFTPC, Avesta yekemîn şirket bû li Tirkiyê, ku pirtûkên bi zimanê kurdî yê qedexekirî weşandin. Wan bi çar pirtûkên bi zimanê kurdî dest pê kir, û wan niha bêtirî 200 pirtûkên bi kurdî, tirkî û fransî yên nivîskarine ji seranserî cîhanê weşandine. Herweha gelek ji pirtûkên Avestayê ji bo zimanên fransî, ingilîzî, elmanî, bulxarî, erebî, farsî, nerwîcî, swêdî, ermenî û rusî hatine wergerandin. Avesta pirtûkên ku li Tirkiyê 150 salan qedexe bûn, weşandin.

Di çarçoveya zagona dijî terorê, bêtirî 10 pirtûkên Avestayê ji aliyê dezgeha ewlekariyê ya dewleta Tirkiyê ve hatin qedexekirin. Wergera pirtûka rojnamevanê emerîkî Jonathan Randal "After Such Knowledge, What Forgiveness: My Encounters with Kurdistan." yek ji wan pirtûkan e. Ligel ku zagonên Tirkiyê hatine guhertin, lê ew pirtûk hîn maye qedexekirî. Ji bo weşandina wê, Ebdellah Keskî rastî cezayine mezin hat.

Ebdellah Keskîn kêfxweşiya xwe ji bo hilbijartina weşangerekî berhemên bi zimanê kurdî ji bo wergirtina xelatê anî zimên. Wî got: "Di dîroka kurdî ya nûjen de, derfeta me ku em bi azadî xwe û çanda xwe derbirînin, hate çewisandin."

Komîteya Navneteweyî ya Azadiya Weşangeriyê weşangerekî pirtûkan ji derveyî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, yên ku wêrekbûn û herweha hêz di rûyê çewisandinên siyasî û sînorkirina azadiya derbirînê nîşan dane, ji bo wergirtina xelata xwe hildibijêrin. Ev xelat bi navê Jeri Laber e, ku yek ji endamên damezirêner ên IFTPC û herweha bêtirî 25 salan şêrmendekî pispor ê komîteyê bû. Jeri Laber yek ji damezirênerên Helsinki Watch (ku piştre bû Human Rights Watch) bû, û ji salên 1979 ta 1995 birêvebira wê bû.

IFTPC di sala 1975ê de ji aliyê Hevgirtina Weşangerên Emerîkî (AAP) ve hate damezirandin. Ew li cîhanê yek ji rêxistinên pêşî bû, ku bi taybetî ji bo paraztin û berfirehkirina azadiya peyva nivîsandî û herweha paraztin û belavkirina mafên weşangerên pirtûkan û nivîskaran li seranserî cîhanê, hate damezirandin.
Di nav xebata xwe de, IFTPC li seranserî cîhanê mijarên azadiya derbirînê dişopîne û wan diweşîne, şandên lêkolînê dişîne welatên ku azadiya derbirînê li wan tê binpêkirin û herweha piştgiriya weşangerên di bin gefê de dike.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com