www.amude.com

12.03.2005 - 23:04
Li Stockholmê Kurdan rêjîma Suriyê şermezar kir

amude.com

STOCKHOLM (amude.com) - Li Stockholmê, îroj hejmareke mezin ji Kurdan li pêşiya balyozxaneya Suriyê siyaseta rêjîma Suriyê li dijî Kurdan protesto kir. Kurdan û dostên wan bi awazên dahol û zurneyê û dirûşmên li dijî rêjîmê şehîdên Sehildana 12ê Adarê li bîr anîn. Bi navê IKSS Dr. Emîn bi swêdî gotinek xwend. Herweha Dr. Kerîm bi swêdî axavtinek kir û nûnerê Platforma Kurdên li Ewropa, Ezîz Alis, gotinek bi kurdî pêşkêş kir. Rojnamevan Kurdo Baksî bi navê FKKS axavtinek kir. Hunermend Şevger helbestek xwend û stranek got. Komîteyek ji çar kesan çûn ku hevdîtinekê ligel nûnerên balyozxaneya Suriyê pêk bînin, lê deriyê balyozxaneyê nehate vekirin. Ji ber vê yekê, komîteyê nameyek xist ber dergehê balyozxaneyê.






---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com