www.amude.com
11.03.2005 - 02:30
Bazara 12ê Adarê
Qeşmerok
 © Nurjac |
- Ji kerema xwe re, keko, dengê misecelê daxîne yan jî kasêtê biguherîne.. Ev çi ye, ma em di şîniyê de ne?
* Xwedê neke, yahooo... Ev straneke kevn e, ya Remo Omerî ye, tê de behsa karîsatên ku bi ser serê gelê me de di meha adarê de ketine, dike! Lê wî li şûna muzîkê girî û qêrînên jinên malbata xwe tomar kirine, “muzîka teswîrî”, wek ku di filman de dibêjin!!
- Bi Xwedê ev muzîka han dişibihe beyana partiyên kurdî yên li Ewropayê ya di salvegera Serhildana 12ê Adarê de.
* Erê, loo.. Elmuhim ku ew li pêşiya xelkê bi wacibê xwe rabûn, tevlî ku daxuyaniyeke biçûk di vê bûyera mezin de be jî..
- Tiştê herî xerab ew e, ku yê ku gotina van partiyan di vê beyanê de kire yek, şexsek e ku bi birêveberiya xwe ya xerab û tije sixêf û terorkirina dengê muxalif di Paltalkê de naskirî ye û ...
* Min fêm kir.. Ê ma tu ji şagirtekî banka Apê Zêro çi hêviyê dikî, ha?!
- Keko, di gundê me de, yê belengaz çêkleka xwe ya ku tenê ew li cem hebû, difirot da ku ji malbata xwe re televizyonekê bikire.. Û niha, rewşenbîr û siyasetvanên me prensîpên xwe difiroşin, da ku di televizyona girêdayê bankê de derkevin!!
* Tew bira, dibêjin ku di wê televizyonê de di navbera Hamleto û Dr. Bêkeso de pevçûnek çêbû..
- Hamleto me nas kir! Lê ev Dr. Bêkeso kî ye, lo?
* Ew berpirsyarê rêxistina Ewropayê ya Partiya Yek Mûmik e!!
- Ahaa, min nas kir! Camêr textor e, berpirsê partiya xwe ye, di televizyona bankê de dixebite, di malpereke kurdî de dixebite, sernivîserê kovareke partiya xwe ye, ku xuya dike ketiye xeweke gelekî giran û xelkê el-fatîha li ser xwendiye, û û û.. Xwedê miînşiyê wî be!
* Çîrok ew e ku Hamleto textorek kir mêvanê bernameya xwe, ku li welêt îyada xwe girt û çû Rusyayê bi karê “business” rabû û piştre hat EUistanê û doza mafê penaberiyê kir û li hêviya rûniştina xwe ye û...
- Ê, û piştre çi bû?
* Me got ku Hamleto ev textor anî studyoyê û berî ku hevpeyvîn dest pê bike, ji mêvanê xwe re got: “Yaho, tu di kongireyê rewşenbîran de amade bû û bû endamek ji hevgirtina wan.. Hema biştexil wek ku tu dixwazî, û ezê ji te re serê xwe bihejînim..!!” Tu nabêjî Dr. Bêkeso li bernameyê dinere, hêrs dibe û telefona Hamleto dike: “Ma hevaltî wilo ye? Tu çawa vî zibunî ji min didizî, hê?!”.. Û ji qehra, telefonî helbestvan Dilyaro kir û ew vexwendî bernameya xwe ya pijîşkî kir, û di studyoyê de jê re got: “Me bihîst ku te dîwaneke helbestan bi navê “Herî” derxist.. Hema ji temaşevanan re li ser fêdeya heriyê ji bo sihetê û çawa mirov dikare wê bi kar bîne, bike!!”
- Bi rastî jî, siyasetvanek wilo mihtacî helbestvanekî wilo ye!
* Û çîroka siyasetvanê din Xêro ecêbtir e...
- Qesda te berpirsê Partiya Çepê-Destê Rastê?!
* Va te ew nas kir! Tê gotin ku ew ji welat hatiye û li EUistanê doza mafê penaberiyê kiriye, tenê ji bo di televizyona Apê hêja de derkeve!
- Belê, belê.. Min bihîst.. Û herweha dibêjin, ku dema wî di sefareteke welatekî EUistanê de li Şamê doza mafê penaberiyê kir, jê pirs kirin, bê dezgehên muxaberatan ew aciz dikir û jiyana wî kiribin cehneme. Wî bersiva wan da û got: “Na yaho, ji dema bûyerên Qamişlo, ez û partiyên din hertim bi komîteya ewlekarî ya rêjîmê re kom dibin.. Em ji hev fêm dikin wek rûn û dimsê!!”
* Wey bijî wilo siyasetvan! Bi izina Xwedê, bi xêra têkoşîn û tedhiyatên wan rêjîma beesî wê bikeve û emê li Kurdistana Suriyê federaliyê bi dest xînin.. Û emê serokekî wekî wî ji bo serokatiya dewletê bişerşihînin û..
- Na, keko, şaş neb.. Serokê Hikumeta Kurdistana Rojava besî me ye!!
* Qesda te Dr. Mele Cewad e? Tew bira, tu dizanî bê vî serokê me yê han dektoraya xwe ji kû anî??
- Ne dektora û ne terektora! Pirs hemû ew e, ku eyb e ji me re, ku em Kurd serokê me xwedî leqebek ji ya Dr. Beşar el-Esed kêmtir be!!
* Bi Xwedê xebera wî ye. Ma te beyana serokê me, Dr. Mele Cewad, bi munaseba yekemîn salvegera Serhildana 12ê Adarê nexwend? Serokê hêja, xwedê ji me re temenê wî dirêj bike, ji rêjîma Suriyê dozê dike ku hêzên xwe ji Libnan, Cezîr, Efrîn, Kobanî û Taxa Kurdan li Şamê vekişîne!!!
- Belê, çawa min nexwend. Min herweha xwend ku rojek berî vê roja pîroz, mewkibê ku siyasetvan M. Osê serkêşiya wî dike, wê bigihê Brûkselê, piştî meşeke 7 rojan li ser lingan..
* Greva wî ya birçîbûnê bû sedema ku li Libnanê li dijî Suriyê serhildanek pêk hat.. Û bi izina Xwedê, ev meşa wî wê bihêle ku li Suriyê bi xwe serhildanek çêbibe!!
- Dengê te bikeve guhên Xwedê! Ya rast ew e, ku xortên me dema bihîst ku meşa mezin wê li Brûksel be, ciyê televizyona Apê Zêro, ewê ji hemû aliyên EUistanê herin meşê! Tevî ku civîna Parlamenta Ewropayê tune ye jî, lê dîsa jî ji bo televizyonê diçin Brûkselê. Hinekan ji wan ji niha ve telefona mirovên xwe li gundan kir û ji wan xwest ku roja 11ê mehê li televizyonê binerin û ji wan re got: “Ji malê dernekevein, ha, ne ji bo muzaherê û ne ji bo jehrê!!”
* Keko, tiştê ecêb ew e, ku siyasetvan û rewşenbîrên me diçin banka Apê Zêro, di heman demê de ku zilamên wî bi xwe jê direvin..
- Xebera wî meselî ye, yê ku dibêje: “Diçin hecê û xelk jê vedigerin”!!!
qeshmerok@amude.com
|
---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com |
|