www.amude.com

28.01.2005 - 22:47
MALPERA AMÛDÊ: Çavkaniya nûçeyên kurdî ya sereke

amude.com

DORTMUND (amude.com) - MALPERA AMÛDÊ çavkaniya nûçeyên kurdî ya sereke di internêtê de ye. Li gorî agahiyên şirketa "Alexa", di nav hemû malperên nûçeyan ên kurdî de, MALPERA AMÛDÊ ye ku mêvanên wê yên herî pir in. Malperên Hawlatî, Kurdistan Nêt, Kerkuk Kurdistan e û Roj Tv rêzên piştî MALPERA AMÛDÊ digirin. Rojane dora 2500 (du hezar û pêncsed) xwendevanên malperê yên xweser hene û hejmara rûpelên ku têne vekirin (hits), mehane digihê dora 3 (sê) milyonan. MALPERA AMÛDÊ ji aliyê gelek dezgeh û alavên ragihandinê yên kurdî û cîhanî ve weke çavkanî tê bikaranîn. Herweha Wezareta Hundirîn a Elmanyayê û gelek dadgeh li welatin cuda wê ji bo xebata xwe bi kar tînin. Şirketa "Alexa" rojane dipîve bê kîjan malper ji aliyê çend mêvanan ve têne vekirin.

http://www.alexa.com/browse/categories?catid=826291


alexa.com, 28.01.2005, demjimêr: 22:30

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com