www.amude.com
24.01.2005 - 00:19
Dayika min… kurd e
Qeşmerok
 (© karneval-webshop.de/amude.com) | - Euzu billah, keko.. Mirov dibêje qey tu kund î!
* Ha, te çi ji min dîtiye, ku tu min bişebihînî teyrê ku xerabiyê bi xwe re tîne?
- Ma ne te cara dawî ji min re got, ku şeş ji Kurdên me di nav wan lehiyên ku li Asya pêk hatin, windayî ne?
* Ne xêr. Min got ku deh ji endamên Yekîtiya Nivîskarên EUistanê windayî ne û..
- Û ji xwe li ser esasê ku 60% ji endamên vê yekîtiyê Kurd in, wek ku tu dibêjî, 6 ji hevalên me li wir winda bûne... Rast e?
* Va te bi xwe hesiband..!
- Bibûre brako, ku ji te re bêjim ku agahiyên te kevin in, ji ber piraniya edîbên me yên kurd nema endamên vê yekîtiyê ne..
* Aha, bi rastî jî ev nûçeyeke nû ye!
- Ez bawer im ku endametiya salane (50 Euro) ji bo wan giran bû.. Tu dizanî ku rewşa wan ne wek berê baş e û ew feqîr bûne..
* Bawer ke, îşê feqîrtiyê ji meselê tune... Her yek ji wan amade bû ku endametiya xwe bide, ji ber ku wan deh caran bi taqî wê ji kontoya yekîtiyê distendin..
- Hmmm, weleh xuya dike ku tu di hesab de jêhatî yî...!
* Va naxwe tu dibînî, ku ez ne kundek nezan im! Bihêle ez bînim bîra te, bê min berî niha çi ji te re li ser çîroka Kurdên me û endametiya wan di Yekîtiya Nivîskarên EUistanê de gotibû...
- Qesda te kedên rehmetiyê M. Maksî di alîkariya wan de ji bo qezenckirina pera û ...?
* Rehma Xwedê li bapîrên te beee! Yanî ev xel ji wî tiriyê genî ye!!
- Bihêle berî hertiştî ez ji te re qedehek çaya kelandî dagirim, da ku tu xwe germ bikî û axavtin xweş bibe..
* Sipas. Ma minê çi gotiba?... Aha, belê.. Ma tu ne bi min re yî, eger em bêjin ku iflaskirina banka Yekîtiya Nivîskarên EUistanê ji bo berjwendiya banka din bû? Partî û yekîtî û kovarên kurdî deriyên xwe girtin û xwediyên wan şemitîn heca banka Apê Zêro, ji Maksî û şagirtên wî bigir ta bi Hamleto û roviyên wî...!
- Tew bira, Tirk piştî wê tofana ku bi serê Asya hat û pêlên wê gihan Efrîqa, bi rewşa Apê Zêro pir mijûl bûn...
* Xuya ye ku nûçeyên teze cem te pir in..!
- Keko, ezê ji te re bêjim bê min çi bihîst: Tirk tirsiyan ku ew pêlên mezin bigihên grava hevalê me serokê bankê. Ji ber vê yekê, wan biryar da ku ew wî bi helîkopterê bibin ciyekî din. Û ji bo wî aciz nekin û qeleqê pê re çênekin, jê re dermanê bencê xist qehwa wî û dûra rahişt wî û ew xist helîkopterê. Tu çima nabêjî ku hevalê me di nîvê rê de çavên xwe vedike û hin mêrên bi cilên medenî dibîne, ji wî werê ku ew Gerîla yan jî Pêşmerge ne, radibe bitirs diqîre: “Diya min kurd e.. û ez dixwazim xizmeta Dewleta Kurdî bikim!!!”
* Bi rastî jî mêrekî şoreşger e! Ka em çîroka hevalê wî yê têkoşînê Maksî û şagirtên wî yên ku banka Yekîtiya Nivîskarên EUistanê li iflasê xist, berdewam bikin..
- Keko, çiqasî beroşa şorbê mezin be jî, deh kesên birçî dikarin wê di deqeyan de vala bikin...!
* Û xwezî hevalên me têr bibin, yahoo.. Ta ku Ewropî baweriyê bi yekî tînin ku nivîskar e, qaşo rewşenbîr e, hertişt bi selamet û bêyî ti asteng derbas dibe: Pirtûkekê bi tirkî, bi kurdî, bi swêdî, bi ingilîzî... derxîne, û eger tu bi yek ji van zimanan jî nizanibî jî, perê xwe bistîn!!
- Ma vana çawa xwe dimeşand?
* Maksî bi karê pisporiyê radibû, yanî berpirsê beşê kurdî di yekîtiya nivîskaran de, û wî ji wan nexwendiyan re çapkirina pirtûkên wan çareser dikir û ji wan re pere dirijand, ji bilî bêhnvedanên li welatên din...
- Yanî rewşa wî ya aborî têra xwe baş bû..!?
* Na, bi rastî ne zêde.. Mesrufa wî zêde dibû: Hevalê me bûbû nivîskarek binavûdeng û wî li cem xwe pêşwaziya xelkê dikir û qedehên Vodka li hev diketin û serdanên wî jî pir dibûn, ji bilî ku wî pere ji diya xwe ya feqîr û birayên xwe yên li welat re dişand.. Carekê fikira filmekî hate wî û hunermendê binavûdeng “Gavan” leystikvanê wî yê sereke bû, navê wî filmî “Kaniya Peran” bû..!!
- Ma ew film serketî bû?
* Ya sîdî, televizyona EUistanê ew kirî.. Piştî pêşkêşkirina wî filmî, ala neteweyî sê rojan li ser avahiya televizyonê hate nizimkirin!!!
- Aha, min ji te fêm kir. Heyfa Yilmaz Guney, mir bêyî ku çavên xwe bi vê serketina hêja ya sînemaya kurdî kil bike..
* Cem hevalê me Maksî ya giring ew bû, ku fînanskirina film û firotina wî perene baş jê re anîn.. Lê dîsa jî hertim gazin ji mesrufa xwe ya zêde û perên hindik ku jê re dihatin, dikir...
- La îlahe ilellah! Ma têr nebû, yahooo?
* Vê carê beroşek nîskê xwest ku lê hêja be: Wî xwediyê rojnameyeke kurdî ku li Stockholmê derdiket û navê wê “Kurdistan Press” bû, qanii kir ku rojnameyê bibe Stenbolê, û jê re piştrast kir ku ewê nîv milyon Kronan peyda bike, wekî piştgirî ji dezgeha edebî ku ew li cem dixebitî..
- Ne bêj ku wî ev perên han bi tenha xwe xwar..?
* Keko, ma te bi wê mesela ku dibêje “Cotgar bavê xwe dixwe”, nebihîstiye?
- Û xwediyê rojnameyê, wî ser vê diziyê çi got? Wî gilî nekir?
* Belê çawa. Wî li Maksî gilî kir û çapemeniya swêdî li ser vê meselê nivîsand.. Eynî di wê demê de, koçberiya tevayî ya gelê me yê kurd li başûrê Kurdistanê pêk hat, piştî şerê Kwêtê. Yek ji rojnamevanên me rabû ji Maksî re behsa vê trajîdeyê kir û jê re got, ku ev fedîha wî dibe ku bihêle Ewropî alîkariya xwe ji bo gelê me di vê rewşa dijwar de rawestînin, û bi hezaran ji dayikên kurd nikarin xwarinê ji zarokên xwe re peyda bikin..
Maksî bersiva wî da û got: “Ma dayika min jî ne kurd e?”!!!
>> qeshmerok@amude.com
|
---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com |
|