www.amude.com

24.12.2004 - 09:35
Keçeke kurd a 14e salî agir bi xwe xist û mir

amude.com

HEWLÊR (amude.com) - Li Hewlêrê, keçeke 14e salî di 19ê vê mehê de li mala xwe agir bi xwe xist û mir. Li gorî nûçeyeke heftenameya "Hawlatî", malbata keçê li dijî alîkarê birêvebirê dibistana keça xwe doz vekiriye. Li gorî malbatê, pevçûnek di navbera keçê û mamosteyê wê bû sedema xweşewitandina wê. Keça ku xwe şewitand, di pola 6ê ya dibistana Şefeq a seretayî de bû.

---------------------------------------------------
© www.amude.com - e-mail: info@amude.com