NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 22 - 24.11.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [SERNIVÎSER] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Zinarê Xamo
Nezan cesûr e

Çend roj berê ji Almanya dostekî telefonî min kir, ji min ra got “yekî nivîseke gelek ne xweş li ser te nivîsîye.” Bi kurtî min jê rica kir ku ew wê nivîsê ji min ra bişîne. Mala camêr ava be, nivîs bi e-mailekê ji min ra şand.

Xwediyê nivîsê, yanî yê ez ”rexne” kirime navê wî  Ebdulbaqî Huseynî ye. Ez camêr nas nakim û nayê bîra min ku min navê wî jî tu carî bihîstiye. Helbet ev yek ne girîng e. Heta nuha min nebihîstibû lê vaye nuha min bihîst.

Di destpêkê da, ji ber paşnavê “Huseynî,” min got belkî birayê dostê min î hêja Ahmed Huseynî ye, lê ez dûra fêr bûm ku ne wisa ye.

Nivîsa Ebdulbaqî Huseynî di rojnameyeke bi navê Qendîl, di hejmara 10-11 an da (cotmeh 2002)hatiye weşandin. Dibe ku bêyî viya, di hin malperên înternetê da jî weşandibe. Ez bi viya baş nizanim. Heger min bizanîbûya bê guman minê li vir ew malper jî diyar û destnîşan bikira ji bo ku xwendevanan bikanîbûya ew bi hêsanî bixwenda. Û ewê gelkî baş jî bibûya. Min pir dixwest xwendevan jî wê nivîsa çewto-mewto, wan gotin û hevokên xwaro- maro bi tevayî bixwînin. Ji ber ku kovar ya jî rojname bi destê her kesî nakeve, di înternetê da xwendin gelkî hêsa ye. Çimkî di nivîseke wiha da ne mimkûn e ku ez li ser hemû çewtiyên rexnegirê xwe rawestim û wan yeko-yeko rast bikim. Ji bo karekî wiha divê ez pirtûkekê binivîsim.   

Piştî ku min nivîsa rexnegirê xwe xwend  ez keniyam û ev çîroka Kurdî hat bîra min.

Xortekî gundî yê cahil, li bajêr diçe ba koşkarekî, sola xwe dide pînekirin. Dema hoste sola xort pîne dike, xort ji koşkar re dibêje:

- Hoste, navê te bi xêr ?

Hoste dibêje navê min Zilfo ye.

Bîstek derbas dibe, xort îcar navê bavê wî meraq dike, dibêje:

- Apê Zirto, le navê bavê te çi ye ?

Hoste dibêje:

 -Apo bi dora serî, tu çi  navê apo rast fêr bûyî, îcar ma navê bavê apo.

 ”rexnegirê” min jî bû ev mesele. Berî ku ew bizanibe navê min rast binivîse, rabûye xwe li tiştê mezin rakişandiye û xwestiye dersa zimên bide min. Rexnegirê min ji dêlî ku bibêje  Zinarê Xamo, gotiye Zinarê Xemo  yanî  paşnavê min kiriye ”Xemo” Başe ku camêr nekiriye tiştekî hîn xerabtir. Ma bikira minê çi bikira?

Nivîsa wî bi vê hevoka hemû çewt(ezê dûra li ser rawestim) wiha dest pê dike:

Berî demkê di malperek kurdî de ser internêtê,ez li rastî gotara nivîskar Zinarê Xemo hatim, ku dibin navnîsana(diyar e hosteyê zimanê Kurdî dixwaze bibêje sernivîs lê ji ber nezaniya xwe dibêje navnîşan.Navnîşan edres e, ciyê meriv lê dimîne, ne sernivîs e) "Efûkirin ne karê herkesî ye"
belavkiribû

Û bi vî hawî heta dawiya nivîsa xwe belkî bîst ya jî sîh caran tim ji min ra gotiye ”Zinarê Xemo” ya jî ”Xemo”

Gotinek heye, dibêjin, him qelew e, him dersa xwe baş nexebitiye û him jî mamoste rexne dike. Yê Ebdulbaqî Huseynî jî bû ev mesele, him navê min rast fêr nebûye û him jî min rexne dike.

Lê tiştê ji vê jî balkêştir û xweştir, ”rexnegirê” min ne tenê navê min guheriye, wî her wisa bajarê ku ez lê hatime dinê û hetanî sîh(30) saliya xwe lê mezin bûme, yanî  Wêranşara  xopan jî ji min stendiye û ez birime, kirime ”Kurdê Sovyeta berê” Rexnegirê min yê gelkî jîr, li ser zimanê min analojiyek çêkiriye û dûra jî wiha gotiye:

Bikaranîna Xemo ji peyvên erebî dide xuyakirin ku ji kurdên (Sovyata berê)ye”

Yanî li gor vê tahlîlê di zimanê kê da gotinên Erebî hebin ew ji ”Sovyeta berê” ye. Baş e ku camêr tenê navê min guheriye û ez kirime Kurdê Sovyeta kevn, ma ez bikirama Ereb minê çi bikira? Loma jî dîsa mala wî ava! Qe nebe ez ji Erebbûnê xelas bûme. Ev jî kar e.

Ebdulbaqî Huseynî vê texmîna xwe jî, yanî  miheqeq ez ji ”Kurdên Sovyeta berê” me bi bîranîneke xwe baş zexm kiriye û wiha gotiye:

Di vê seberatê de bûyerek tê bala min: Di sala 1990î de zanyarê gewre
Ordîxanê Celîl hate Qamişlo, wê demê bibû mêvanê min , di nav danûstandinê
de, min jê pirsî:

"Gelo çima hûn gelek peyvên erebî di nav nivîsandinên
xwe de bikartînin? Zanyar Ordîxan bersiva min wiha da:

Di navbera salên 1970-1980î de gelek şagirtên kurd ji Sûriyê û Iraqê hatin Soviyêt bo xwendinê, di wê demê de me (kurdên wê derê) gelek têkilî bi van kesan re dikir, û ci peyvên ku ji devên wan derdiketin me digot kurdiye, û me jî ji xwe re bikartanî".
Mebesta min ji anîna vê bûyerê eve, dibe ku nivîskar Xemo jî ev peyvên
erebî hîn di bala wî dene , digel ku ev çend salin li Siwêdê dimîne.”

Baş e, ku pîvan ev be, wê demê bi dehan şair û nivîskarên me yên klasîk hene ku ne tenê çend gotin lê bi piranî zimanê wan Erebî ye, gelo ew ji ku ne? Ji ber ku di dema wan da Sovyet jî tunebû, loma jî divê Ebdulbaqî Huseynî ji wan ra jî welatekî bibîne.

Xuya ye Ebdulbaqî Husênî ji texmînan jî bêtir xeşîm û nezan e, heger ne wisa bûya wî yê nimûneyeke wiha beradayî neda û ev bersîv jî ji xwe ra nekira guhar û nekira guhê xwe. Heger tiştê rexnegirê min qal dike rast be û  bi rastî jî pirseke wiha ji birêz Ordîxan kiribe, wê gavê bi îhtîmaleke mezin, Ordîxan ji bo ku tinazê xwe pê bike ewê bersîveke wiha dabiyê. Lê çi heyf ku Ebdulbaqî Huseynî ev tinaz  fêm nekiriye, berevacî ew wek delîlekî ilmî di bîra xwe da hîştiye. Ji bo ku meriv tiştekî wiha bibêje divê meriv pir nezan û cahil be. Heger ew ne nezan bûya wî yê bizanîbûya ku zimanê civatekê bi têkilya çend xwendevanan naguhere.

Nuha xwendevan meraq dikin, dibêjin gelo rexneya Ebdulbaqî Huseynî esas li ser çi ye û çi yê min rexne kiriye?

Ez bibêjim. Çend sal berê min romaneke Swêdî xwendibû û li ser wê nivîsek nivîsîbû. A Ebdulbaqî Huseynî zimanê vê nivîsa min ya bi sernivîsa ”efûkirin ne karê her kesî ye” rexne dike û dibêje, min gelek gotinên ”Erebî, navnetewî/internasjonal û devokî” bi kar anîne. Yanî bi kurtayî dibêje Kurdiya min ne paqij e û di zimanê min da gelek gotinên ne Kurdî hene. Lê viya jî bi hawakî xweşik û rast nizane bibêje. Çimkî nizane binivîse. Feqet berî ku ez li ser çewtiyên bi vî rengî yanî li ser çewtiyên rastnivîsandinê rawestim, ez dixwazim li ser bikaranîna gotinên Erebî û biyanî çend tiştan bibêjim.

Her kes dizane ku li dinyayê qet zimanek jî tunye ku ji zimanên din gotinan negre û tenê bi gotinên xwe bersîva hemû pêşketin, îcad û hewcedariyên civatê bide. Her ziman kêm zêde ji zimanên din hin gotinan û navên hin tiştên nuh digre. Ev gotin dikanin heta û heta bimînin û bibin malê wî zimanî. Ev riyeke. Riya din jî hin kesên zimanzan û dezgehên ji vî karî berpirsiyar dûra ji van gotin û tiştên nuh ra hin peyv û navan dibînin yanî gotinan dixuliqînin. Lê nabe ku her kes ji bal xwe gotinan çêke û navan li tiştan ke. Wê demê dibe gêrmiya gavanan. Kesên vî karî dikin divê zimanzan bin yanî divê bizanibin gotin çawa û li gor çi rêbaz û esasî çê dibin? Ez bi xwe wek şexs li vê yekê gelkî miqate me, yanî ez tu carî gotinan ji bal xwe çê nakim û îltîfatî gotinên çêkirî jî nakim. Ji ber ku ez dizanim bi nêtek paqij jî meriv dikane ji feydeyê bêtir zirarê bide zimên. Û jixwe ez ne zimanzan im û nivîsên min jî ne li ser etîmolojiya Kurdî ne û ez  gotinan jî pêşniyarî ferhenga Kurmancî  nakim.

Di nivîsekê da  ji bo min tiştê herî girîng, divê hevokên min li gor hevoksaziya(sentaksa) Kurmancî bin û xwendevan bi hêsanî min fêm bikin û helbet heger mimkûn be ji zimanê min jî tamekê bigrin. Îcar di nivîseke wiha da çend gotin bi Erebî ne, çend gotin bi Latînî ya jî Farisî ne ji bo min qet ne girîng e, ya girîng tiştê ez dibêjim çiqasî tê fêmkirin. Lê Ebdulbaqî Huseynî tiştekî wiha qebûl nake, li gor wî divê di nivîseke Kurdî da hemû gotin bi Kurdî bin. Bêguman ev yek jî ji bo tu zimanî ne mimkûn e. Mesela heger meriv gotinên Erebî û yên zimanên din ji Farisî û Tirkî derxe wê demê Tirkî û Farisî wek ziman ewê bimrin û merivê nikanebe tu tiştekî bi van zimanan binivîse.Yanî ewê çend hezar gotinên rojane bimînin. Ev yek ji bo Îngilîzî, Swêdî, Norweçî û hemû zimanên din jî wiha ye. Heger ji van zimanan jî meriv gotinên Latînî, Yewnanî, Fransizî û heta yên Erebî jî derxe ev ziman jî ewê kût bibin û têkevin ber sikratê. Ew kesê ku vê rastiya herî basît nebîne û doza zimanekî xwerû bike wê demê ew merivekî gelkî nezan û cahil e.

Ya din jî heger meriv bikaranîna gotinên Erebî li nivîskar û helbestvanên Kurd qedexe bike, wê demê divê em Dîwana Melayê Cizîrî, helbestên Feqiyê Teyran, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Mewlûda Melayê Batê û bi sedan berhemên din jî li Kurdan qedexe bikin. Ji ber ku gotinên Erebî di berhemên van nivîskaran da sed carî ji yên min bêtir in. Û ev yek ne tenê ji bo nivîskarên me yên klasîk, ji bo yên serdema me jî wiha ye. Ya din jî em miletekî Misilman in, loma jî bi hezaran gotinên Erebî yên dînî(olî)û hiqûqî di zimanê me da hene, wê demê divê em wan jî li Kurdan qedexe bikin. Bê guman dîtinek wiha him şaş e û him jî çewt e. Ji ber ku gelek gotinên Erebî hene ku êdî ji kirasê Erebî derketine û bûna malê ziman, edebiyat û dîroka Kurdî. Em nikanin bi hezaran dua, sond û xeberên ku koka wan Erebî ne li Kurdan qedexe bikin. Heger bi ya Ebdulbaqî Huseynî be divê em ji hev ra nebêjin ”merheba!” jî, çimkî ew jî bi Erebî ye. Lê ne ev tenê, piraniya navên Kurdan jî bi Erebî ye. Gelo emê viya çawa bikin? Hema wek nimûne, navê rexnegirê min Ebdulbaqî ye û paşnavê wî jî Huseynî ye yanî herdu jî bi Erebî ne. Wê demê divê ez navê wî jî hilnedim. Ew kesê rexne li zimanê min digre, berî her tiştî divê çareyekê ji vê gelşê ra, yanî ji navê xwe ra jî bibîne.

Esas ev ne cara pêşî ye ku ji başûrê biçûk hin kes êrîşên bi vî rengî tînin ser hin nivîskarên ji Kurrdistana bakur. Wê rojê ez rastî nivîseke ”Meşal Temo” hatim. Ew jî ”rexneyên” Ebdulbaqî Huseynî dubare dike û êrîşê dibe ser Mûrad Ciwan. Ew jî dibêje di nivîsa Mûrad Ciwan da gotinên Erebî pir in. Min nivîs xwend. Min bala xwe dayê ku ew jî yekî wek Ebdulbaqî Hueseynî ye, hema hema hevokek wî jî ne rast e û ne li gor hevoksaziya Kurmancî ye. Mesela hîn nizane bibêje “li cem me” ya jî “li ba me.” Gotiye, ”ceme”!? Ji dêlî ku bibêje” mafê me ye”, gotiye “ji mafê meye.” Ji dêlî ku bibêje “bi kar tê”, gotiye “bi kartê” Yanî hîn nizane çi bi hev ve û çi jî cihê tê nivîsîn. Lê li gel vê nezaniya xwe jî rexne li Mûrad Ciwan girtiye û gelek şîret lê kirine. Kesên wiha bi zanîna çend gotinên Erebî wisa bawer dikin ku ew xwedî zanîneke pir mezin in. Û dema di nivîsekê da çend gotinên Erebî dibînin wek ku keşfeke gelkî mezin kiribin. Lê ne wisa ye, bi qasî wan, xelk jî dizane ku ew gotin bi Erebî ne. Yanî ji bo tiştekî hewqas sikvik ne şert e ku meriv li Qamîşloyê ya jî li Amûdê hatibe dinê û çûbe dibistana Erebî. Bi kurtayî, ew gotinên ku Ebdulbaqî Huseynî û Meşal Temo dizanin ew bi Erebî ne ez jî dizanim.

Bi baweriya min di nivîsekê da tiştê herî girîng ewe ku nivîs li gor îmla û hevoksaziya Kurdî be û bi hêsayî jê were fêmkirin. Lê ji nivîsa Ebdulbaqî Huseynî û ji yên gelek nivîskarên din yên başûrê biçûk tu tişt nayê fêmkirin. Ji ber ku bi piranî ew bi nuxteşaniya Kurmancî nizanin û hevokên wan jî hema hema tim berovacî ne û ne li gor hevoksaziya Kurmancî ne. Helbet ev jî ji ber tesîra rêzimanê Erebî ye. Çimkî rêbazên nuxteşaniya zimanê Erebî û yên zimanên ku bi elîfbeya Latînî tên nivîsên ji hev gelkî cuda ne. Divê meriv bi qasî gotinan, li vê yekê jî miqate be. Çi heyf ku gelek nivîskarên başûrê biçûk  ya vê gelşê nabînin ya jî guh nadinê. Îcar Ebdulbaqî Huseynî di vî warî da nimûneya herî xerab e. Ew wek Erebekî nuh fêrî kurmancî bibe dipeyive. Lê vê yekê nabîne.

Ji bo guhdarîkirinê rastpeyivîn çiqasî girîng û pêwîst be, ev yek ji bo nivîsê sed carî girîngtir û pêwîstir e. Helbet di nivîsekê da meriv bikanibe zimanekî xwerû û paqi, lê ne çêkirî û naylon bi kar bîne gelkî baş e. Lê dema di vî warî da qelsiyek hebe jî nivîsê ya jî berhemê pûç naxîne. Di vî warî da nimûnên herî balkêş berhemên Ahmedî Xanî û yên Melayê Cizîrî ne. Li gel ku di berhemên wan da Erebî serdest e û sedsal jî di ser wan ra bihurîne lê dîsa jî ji mezinahî û bêhempayiyên xwe tu tişt wenda nekirine. Ev yek do jî wiha bû û îro jî wiha ye.

Min navê sernivîsa kiribû, ”efûkirin ne karê her kesî ye!” Rexnegirê min jî rabûye li hember vê sernivîsa min, navê nivîsa xwe kiriye ”nivîsandin ne karê her kesî ye” Gotinek gelek giran e û ez bi tu hawî maf nadim Ebdulbaqî Huseynî ku bikanibe vê gotinê ji min ra bibêje. Gotinek heye, dibêjin nuha yê ji dînê(ola)min ra xeberan dide ew bi xwe Misilman bûya, ne xem bû, minê bigota de tişt nabe. Lê ya herî xerab, xwediyê vê gotina mezin û giran ku min wek nivîskar(wî bi gotiye nivîsandin) jî qebûl nake, hîn nizane hevokeke herî basît jî rast binivîse. Haya wî ji qaîde û rêbazên giramera Kurdî tuneye. Lê di ser da jî radibe ji min ra wiha dibêje, ”nivîskarî ne karê her kesî ye” A tiştê kenê min tîne jî ev e.

Ya din jî nuha em bibêjin li naveroka nivîsa min rexne bigirta, nîşan bida ku ew nivîseke vala û bêmane ye, ya jî min ew ji derekê dizî ye, ne ya min e, dîsa rê tê hebû. Di nivîsa xwediyê vê gotina giran da doz û tawanbariyek bi vî rengî jî tuneye, tenê ji ber ku min hin gotinên Erebî û zimanên din bi kar anîne ji min ra wiha dibêje. Heger pîvana berhemeke baş û xerab tenê bikaranîn ya jî nebikaranîna gotinên biyanî be, wê demê divê hemû klasîkên Kurdî û berhemên bi zimanê Ûrdû hemû pûç bin û pênç quruşan jî nekin. Çimkî ji % 70-80 û belkî jî zêdetirê zimanê Ûrdû bi Hindî, Farisî, îngilîzî û Erebî ye. Lê zimanê Ûrdû dîsa jî wek ziman tê qebûlkirin û zêdebûna gotinên biyanî berhemên bi vî zimanî tên nivîsîn ji qîmet da naxîne.

Nuha jî ez werim ser çewtiyên zimên. Nivîsa rexnegirê min bi xwe pir kin e, hemû çend hevok in. Lê gişt jî çewt in. Bêyî van hevokên çewto-mewto, hin gotinên min ku li gor wî ne Kurdî ne yan jî ”devokî” ne li bin hev rêz kirne û li hember wan jî xwedêgiravî Kurdiya wan ya ”petî” nivîsî ye. Hevoka pêşî ya rexnegirê min wiha ye:

Berî demkê di malperek kurdî de ser internêtê,ez li rastî gotara nivîskar Zinarê Xemo hatim, ku dibin navnîsana "Efûkirin ne karê herkesî ye" belavkiribû”

Nuha ez ku dera vê hevokê rast bikim? Ji devere gotina, ”çima hustiyê te wiha xwar e?” Deve gotiye, ”ma ku dera min rast e ku hustiyê min rast be!” Yê min û Ebdulbaqî Huseynî jî bû ev mesele, ez nizanim ez çiyê vê hevokê rast bikim û çiyê wê rast nekim. Zanîna zimanekî ne ewe ku hema  meriv gotinan li pey hev rêz bike.  Zanîna zimanekî girêdayî ku meriv gotnan çiqasî rast û di cî da bi kar tîne. Ev jî di rêzkirina gotinan da xuya dibe. Di gramerê da navê vê sentaks e yanî hevoksazî ye. Lê haya Ebdulbaqî Huseynî qet ji vê meselê tunye, ew bi Erebî difikire û li gor hevoksaziya Erebî hema ji xwe ra gotinan li dû hev rêz dike û wer bawer dike ku wî bi Kurdî nivîsîye. Hemû hevokên wî berovacî û paşpêş in. Lê Kurmancî wiha nayê nivîsîn. Ji bo ku nivîs gelkî dirêj nebe heta ji destê min bê ezê çewtiyên wiha zêde şirove nekim, ji dêl vê ve ezê li bin her gotin ya jî hevokeke çewt rastiya wê binivîsim. Nuha jî em ji hevoka pêşî dest pê bikin.

E.H: Berî demkê di malperek kurdî de ser internêtê,ez li rastî gotara nivîskar Zinarê Xemo hatim, ku dibin navnîşana "Efûkirin ne karê herkesî ye" belavkiribû”

Z.X: Berî demekê di înternetê, di malpereke Kurdî de ez rastî gotara Zinarê Xamo hatim. Wî nivîsa xwe bi sernivîsa ”Efûkirin ne karê herkesî ye” belav kiriye.

”Ser internetê” nabe, ne li gor rêziman û hevoksaziya Kurdî ye. Meriv di telewîzyon û înternetê da rastî hin program û malperan tê. Û ”ez li rastî gotara nivîskar Zinarê Xamo hatim” jî ji bin da çewt e, him daçeka ”li” û him jî ”nivîskar” zêde ne. Dîsa ”belavkiribû” jî çewt e, ji ber ku qala çîrokekê, demeke borî ya jî tiştekî wendabûyî nayê kirin, tiştê tê qalkirin li ber dest e, loma jî divê hosteyê zimanê Kurdî bigota ”belav kiriye” û lêker jî cihê binivîsîya. Wek tê dîtin hevok, hevokeke gelkî sivik e û here were du rêz in lê ji serî heta dawî çewt e. Rêzkirina gotinan çewt e, daçek çewt e, lêker çewt hatiye bikaranîn sernivîs bûye navnîşan û navê min jî çewt nivîsîye. Û bi vê nezaniya xwe jî ji xwe nagere û dixwaze Kurdî fêrî min bike! Nimûneyeke din:

E.H: Lê mixabin digel ku Xemo xwe bi şirovekirina romanê pir westandibû(westandiye Z.X), kêşeya zimanê kurdî(yanî çi? Z.X) û rêzimanîyê jibîrkirbû(jibîr kiriye Z.X), û nîvê gotara xwe bi peyvên biyanî pînekirbû(pîne kiriye û piştî pîne kiriye jî divê nixte bê danîn û hevokek nuh dest pê bike Z.X),hin ji wan peyvan erebî bûn(erebî ne), ku di zimanê kurdî de li himber wan gelek peyv hene, herwekî gelek peyvin siwêdî û navnetewî (internasjonal)(li vir jî divê daçeka ”jî” hebe Z.X)bikar anîbûn(anî ne Z.X), û herwiha zaravê xweyî (xwe yê Z.X) herêmî jî jibîr nekirbû(nekiriye Z.X), te digot(tu dibêjî Z.X) belkû " gotar" ji dostekî xwe re(ji dostekî xwe ra rast e lê piştî wê ne rast e. Û ji xwe daçeke ”li” jî nabe, divê ji bibûya Z.X) li herêma ku jê hatiye nivîsandiye!.

Z.X: Lê mixabin digel ku Xamo xwe bi şirovekirina romanê pir westandiye jî, wî kêşeya zimanê kurdî û rêzimanî jibîr kiriye û nîvê gotara xwe bi peyvên biyanî
pîne kiriye ku hin ji wan peyvan bi erebî ne ku di kurdî de li himber
wan gelek peyv hene. Her wisa gelek peyvên siwêdî û navnetewî jî
bi kar anîne û li gel van jî devoka xwe ya herêmî jî ji bîr nekiriye; tu dibêjî belkû  gotar ji dostekî xwe yê ji herêma xwe re nivîsîye.

Wek tê dîtin hema hema yek hevoka rexnegirê min jî ne rast e û ne li gor hevoksaziya Kurdî ye. Mesela ”pir westandibû” nabe. Divê bigota pir westandiye. Her wisa ”kêşeya zimanê kurdî û rêzimanîyê jibîrkirbû” jî çewt e. Min ji gotina ”kêşe” tiştek fêm nekir. Li gor ferhenga Îzolî maneya ”kêş” kişandin, celb û cezb e. Ev jî tu maneyê nade. Wekî din jî tiştê ez dizanim ”kêşe” tê maneya gelşê yanî problemê. Her wisa ”jibîrkiribû” jî çewt e. Yek divê bigota jibîr kiriye û cihê binivîsiya. ”Pînekiribû” jî çewt e, divê bigota pîne kiriye. Yanî nizane lêkerê rast û di cî da bi akr bîne, haya wî ji wexta nuha û ya borî tunye, daçekê nas nake lê dixwaze min fêrî Kurdî bike. Bi rastî jî birader merivekî pir cesûr e!

 Ev hemû li aliyekî, lê dema  rexne li ”zaravayê” min digre  û dibêje ”herwiha zaravê xweyî herêmî jî jibîr nekirbû” bêtir xwe dike pêkenîn. Berî her tiştî hevok şaş e, ev yek.  Didu, gotina ”xweyî” jî şaş e, divê bigota ” zaravê xwe yê herêmî” Û ya din jî  ez Kurmanc im û min bi Kurmancî nivîsî ye.Yanî min bi zaravayekî Kurdî yê din, wek Zazakî ya jî Soranî nenivîsîye ku ew ji min ra bibêje ”zaravê herêmî.” Heger min wek Kurmancekî tiştek bi Zazakî binivîsiya û yekî Zaza ji min ra bigota, ”te gelek gotinên ji zaravayê xwe bi kar anîne” dibû. Diyar e rexnegirê min devok û zarava ji hev nagerîne, lema jî ji dêlî devokê ve dibêje zarava. Yanî rexneya wî ne li zaravayê min, lê gotinên min yên ”devokî” ne. Rexnegirê min wiha don dike:

E.H: ”Gotinên ku Xemo ji zaravê xwe xistine gotarê de ev in.

Z.X: Divê bigota, gotinên ku Xamo ji devoka xwe xistine gotarê ev in. Daçeka ”de” zêde ye.

E.H: Di vê seberatê de bûyerek tê bala min.

Z.X: Îcar ”sebaretê” da? Ez bawer dikim  dixwaze bibêje, ”di vî warî da bûyerek tê bîra min.” Ez nizanim”sebaret” çi ye û tê çi maneyê, di ferhengan da jî min hemberiya vê gotinê nedît. Dibe ku ”berhemeke” birêz Ebdulbaqî Huseynî be. Lê herçî ”bal” e çewt bi kar anîye. Meriv bala xwe dide tiştekî ya jî tiştek bala meriv dikşîne, lê tiştek tê bîra meriv, ne ku tê bala meriv.

E.H: Bikaranîna Xemo ji peyvên erebî dide xuyakirin ku ji kurdên (Sovyata berê)ye.

Z.X: Ez bawer nakim Kurdekî hema hinekî bi Kurdî zanibe bibêje ”Bikaranîna Xemo ji peyvên Erebî” Divê bigota bikaranîna Xamo ya peyvên Erebî jî dide xuyakirin ku ew ji Kurdên Sovyeta kevn e. Ya jî bigota, ”ji peyvên wî yên Erebî jî diyar dibe ku ew ji Kurdên Sovyeta kevn e.” Û ”Sovyeta berê” jî divê ne di nav kevanekê da bûya, ji ber ku gotinên di nav kevanekê da wek beşekî hevokê nayên xwendin, ew agahdariyeke zêde ye Dema meriv wê nexwîne jî divê hevok tekûz be û serrast were xwendin.

E.H: Gelo li şûna wan peyvan Xemo bipeyvên kurdîya petî nebihîstiye?

De were nekene ya jî wek Bavê Nazê digot, ”de were kerasê xwe neçirîne!” Yanî ev jî Kurdî ye? Dixwaze bibêje:

Z.X: Gelo di şûna van peyvan de, Xamo peyvên kurdî yên petî nebihîstine?

E.H. Dibe ku mirovên " nivîskar" , nivîsên an nivîsandinên danerên dî naxwînin!

Z.X:Dibe ku kesên nivîskar, nivîsên nivîskarên din naxwînin.

Lê him”nivîsên” û him jî ”nivîsandinên” bi hev ra nabin. Nivîs me fêm kir, le îcar ”nivîsandinên danêrên dî” çi ye?  Û bi gotna “danêrên”dî jî ez nizanim rexnegirê min dixwaze çi bibêje? Gotineke çêkirî ye, şaş û ne di cî da ye. Ez bawer dikim qesta wî ewe ku divê ez “nivîsên” wî bixwînim, bixwînim ji bo ku ez Kurdî fêr bibim!

E.H: Niho, emê vegerin gotara Xemo û gotinên erebî berbicavbikin û li himber
wan jî peyvên kurdî ku bûne rojane û hîn Xemo pê nebihîstine , belavbikin :

Z.X:Nuha jî em vegerin ser gotara Xamo û gotinên wî yên Erebî berbiçav bikin û li hember wan jî peyvên Kurdî ku bûne rojane, lê Xamo hîn ew nebihîstine binivîsînin.

E.H: Gotinên Siwêdî û navnetewî ku di gotarê de hatine evin:

Z.X:Gotinên Siwêdî û navnetewî yên ku di gotarê de derbas dibin ev in:

E.H:Xemo di hin cihan de hevokin tevlîhev di gotarê de bikaranîne, wek nimûne:

Z.X: Xamo di hin cihên gotarê de hin hevokin tevlîhev bikaranîne, wek nimûne:

Nuha jî bi kurtayî ez li ser çend gotinên ku Ebdulbaqî Huseynî ew rexne kirine rawestim

Yek, rexnegirê min lêkera ”kanîn”ê rexne dike û dibêje çima min negotiye ”karîn” Wek tê zanîn Kurdî zimanekî Hînd û Ewrûpî ye û di nav grûba Îranî da ye. Gelek zimanên ji vê grûbê lêkera ”kanînê” ne wek ”karîn” lê wek ”kan/kanîn” bi kar tînin. Û Kurd jî yek ji van in. Mesele li herêma me(Wêranşar, Ruha) û li gelek derên din yên Kurdistanê Kurd dibêjin ”ez kanim û ez nikanim” Û piştî ku di gelek zimanên Ewrûpî da jî  kok ”kan/can” e îcar ji bo çi emê rabin biguherin ya jî dev ji ”kanîn”ê berdin û bikin ”karîn”? Û ya din jî milet ji xwe herdu hawan jî bi kar tîne. Ji bilî vê, tu dezgeheke milî û xwedî gotin jî ranebûye îmlayeke Kurmancî belav nekiriye û negotiye, ”divê her kes tenê vî hawî ya jî wî hawî” bi kar bîne. Lê rexnegirê min ji kîsê xwe dipeyive, dibêje: ” Wekû diyare bingeha lêkerê Karîn e.” Îcar ”bingeha” wê çawa ”karîn” e diyar nekiriye, tenê gotiye wiha ye.

Dîsa gotina ”lema” jî ne bi dilê wî ye, gotiye divê min ya ”loma” û ya jî ”lewra” bi kar bianiya. Îcar ji bo çi ”lema” min çewt e û ”loma” û ”lewra” rast in diyar nekiriye, tenê şaş dîtiye û gotiye çewt e. Li alî me her du giotin jî tên bi kar anîn. Lê gotina ”lom/loma” di maneyek din da tê bi kar anîn. Mesela meriv dibêje: Meriv nikane ji Lezgîn loma bike ya jî lom ji filan kes nayê kirin. Lê li gel vê jî ez herduyan jî bi kar tînim. Vana gotinên sînonîmên hev in, meriv nikane hinekan qedexe bike. Tiştên wiha karê rojên pêş in yanî roja ku dem û dezgehên Kurdan jî çêbûn û îmlayek Kurdî  çêkirin wê demê meriv dikane li tiştên wiha bêtir miqate be.

Dîsa gotina ”wer” jî rast nedîtiye gotiye divê min bigota ”wiha” ya jî ”wilo”. Wek tê zanîn di Kurmancî da gelek babetên vê gotinê hene. Wek wisa, wilo, wenî wiha, weha, usa û.hrwd. Îcar hemû jî rast in û tên bi kar anîn. Îcar ji bo çi ewê ”usa” ya jî hawakî din rast be û ”wer”ê çewt be? Di vî warî da jî tu îzaheke etîmolojîk ya jî mantiqî neaniye, tenê gotiye ev şaş e û ev jî rast e.

Lê tiştê herî xerab, rexnegirê min bi çi nizane xwe li wiya radikşîne. Min gotiye ”fera û folên malê” ew li dij derdikeve û wiha dibêje:

”Hevoka ( fera û folên) ji dêvla ( qir û qav) an jî ( Kel û pel) ku cend tiştên bêbuhanene, bikar anîye.”

Nuha wek tê dîtin haya rexnegirê min ji rêbazên rêzimanî qet tuneye. Ji ber ku di cî û ne di cî da hevokan dixe nav kevanê, ev çewt e. Ya din jî haya wî ji rêbazên bihevvenivîsîn û cudanivîsînê jî tunye, hema çawa texmîn bike wer dinivîse. Mesela ”bêbuhanene” çewt e , divê bigota ”çend tiştên bêbuha ne. Ev yek, ya din jî ”fera û ”fol” û ”qir û qaf” tu tiştên cihê ne. Fera û fol tenê ji bo”firaxan,firaqan” yanî ji bo çinîk, sênî, lengerî, beroş, sîtil, kevçî, kêr û tiştên wek wan tê gotin. Lê ”qir û qaf”ji bo hin tiştên kevn,tiştên ne lazim, tiştên wek hacet, hesin, text, kerik, alet û gelek tiştên malê yên din tê gotin. Mesele kebaniya malê dikane bibêje, ”divê ez rabim wan fera û folan bişom!” Lê nikane bibêje, ”divê ez  rabim wan ”qir û qafan”  bişom. Meriv ”fera û folan” dişo lê ”qir û qaf” nayê şuştin. Meriv bi ”fera û folan” xwarinê dixwe lê bi ”qir û qafan” xwarin nayê xwarin. Yanî ferq hewqasî mezin e, lê çi heyf ku Ebdulbaqî Huseynî vê ferqê nizane û haya wî jî ji nezaniya wî tuneye. Û ji xwe ya xerab jî ev e.

Ew dibêje, ”Xemo lêkera ( biqefilî) ji dêvla ( serma bigrî ) bikar anîye. Hevoka wî dibêje: " Tu'yê biqefilî", kurd dibêjin : Tê serma bigrî”

Rexnegirê min ê nezan hewqasî ji nava xwe raziye ku lema jî gotiye ”Kurd dibêjin tê serma bigrî!” Birre birre, çi zane ye! Tu dibêjî qey ez Ereb im û efendî jî Kurd e. Wek gotinên din, rexnegirê min di vir da jî bivirê xwe li kevir daye. Çimkî serma girtin û qefilîn tam ne yek tişt e. Dema meriv ”sermê, sermayê” digre meriv nezle dibe, meriv bi bapêşê dikeve, meriv bi harsimê dikeve yanî av ji pozê meriv tê û meriv nexweş dikeve. Lê qefilandin ne ev e, jê wêdetir e. Dema meriv biqefile meriv diqerise, meriv ji sermayê dimre. Mesela zivistanên sar gelek civîk û beytik û gelek teyrên din ji sermayê diqefilin û dimrin. Meriv jî wek van çûkan dema dinya pir sar be dikanin biqefilin û bimrin. Û ji xwe her sal li Ewrûpayê bi sedan parsek û feqîrên bêmal li serê kolanan ji sermayê diqefilin û dimrin. A ferqa ”sermagirtinê û qefilandinê” hewqas mezin e lê çi heyf ku rexnegirê min bi vê ferqê nizane.

Bêyî vê nezaniya xwe di ser da jî gotiye ”tê serma bigrî !” Lê çi heyf ku bi Kurdî yanî bi Kurmancî ”Kurd” nabêjin ”tê”. Ev pronav/cînava yanî zamîra çexsî bi hawê ”tu” tê nivîsîn, ne ku ”tê” ya jî ”ti” Ev hawe di nav Kurdên Sûrî da, di axaftina rojane da tê bikaranîn lê çewt e û ne ligor rêzimana Kurdî ye.

Min di nivîsa xwe da gotiye ”bûra”, lê rexnegirê min ê zimanzan li dij vê gotinê jî derdikeve û dibêje, divê min bigota ”bira”! Wek her kes dizane ”bûra” û ”bira” du navên cihê ne. Bira, birayê meriv e. Lê ”bûra” ne birayê meriv e, ew birayê jina meriv e. Ebdulbaqî Huseynî viya jî nizane.

Di nivîsa xwe da min gotiye ”gor kirin”, lê Ebdulbaqî Huseynî ev jî çewt dîtiye û gotiye divê min bigota ”veşartin.” Wek tê zanîn meriv miriyan dibe goristanê ”gor dike” ne ku vedişêre. Veşartin tiştekî din û tê maneyeke din. Lê helbet hinek dikanin bibêjin me miriyê xwe ”veşart” Dema hinek wiha bibêjin kevir nabere. Lê me miriyê xwe ”gor kir” him rasttir e û him jî xweştir e.

Min gotiye “mange”, lê rexnegirê min vî navî jî qebûl nake û dibêje, divê min bigota “çêlek.” Diayar e rexnegirê min bi çi nizane ya jî çi li ba wan neyê gotin ew wiya çewt dibîne. Nuha wek gelek tiştên din, navê mangê jî di nav Kurdan da dudu ne. Hinek Kurd dibêjin ”mange” û hinek Kurd jî dibêjin ”çêlek.” Yanî ev herdu gotin jî sînonîmên hev in. Mesela hin Kurd dibêjin ”mirîşk” lê hin Kurd jî dibêjin ”tûtik”. Û ne tenê ev, bi sedan, heta bi hezaran gotinên wiha yekmane hene. Û ev yek ne tenê di Kurdî da, di hemû zimanên din da jî wiha ye. Mesele di hemû zimanên pêşketî da wek ferhengan, ferhenga sînonîman yanî ferhenga gotinên yekmane jî heye. Lê rexnegirê min dixwaze vê dewlemendiya zimên qedexe bike û her tiştî tenê bi navekî binavîne. Dîsa ku meriv bi ya Ebdulbaqî Huseynî bike, divê meriv ne tenê navê mangê, her wisa hemû çîrok, biwêj û nav û nîçokên ku bi navê mangê di nav Kurdan de tên gotin qedexe bike ya jî biguhere. Mesela divê êdî meriv çîroka ”Elik, Fatik û Manga Belek” ji zarokan ra nebêje û xebera ”wek manga bi ga” jî ji kesî ra nede.

Min gotiye Zarokên pîrê tên digihîjin ser cenaze.  ”Cenaze radikin”, rexnegirê min gotiye na, ev gotin ”erebî” ye, divê min gota ”cendek” Bi rastî jî nezanî tiştekî xerab e, gelek caran meriv dike pêkenîn. Wek tê zanîn ”cendek” ji bo laşê heywîn tê gotin. Bêyî vê maneyê ji bo cesedê merivê hatibe kuştin jî tê gotin. Mesela meriv dikane bibêje çend rojan cendekê wî li erdê ma lê merivên wî newêrîbûn biçuyana ser. Ya din jî meriv diçe nimêja cenaze, lê meriv naçe nimêje cendek! Ji ber vê yekê jî meriv nikane gotina ”cendek” ya jî term her tim di dews û maneya ”cenaze” de bi kar bîne. Rexnegirê min berî ku ferqa van gotinên herî basît û rojane fêr bibe dixwaze bibe nivîskar û heta rexnegir jî.

Gotinek din ku Ebdulbaqî Huseynî rast nabîne ”mazat ” e. Min di nivîsa xwe da gotiye ”Piştî mirina Johan bi çendakî xanî jî, mange û xenzîr jî, mirîşk jî dikevin mazatê û bi riya îhalê tên firotin.” Lê rexnegirê min dibêje na, divê min bigota ”bazar.” Nuha rast e ”bazar” gotineke Kurdî/Farisî ye û ”mazat” jî gotineke e Erebî ye, lê  maneyên wan gelkî cuda ne. Bazar, yanî dera ku tiştên xwarin û vexwarinê lê tên firotin; ji fêkî bigre heta bi sebze, êmîş û tiştên wek wan, her tişt dikane lê bê kirîn. Lê mazat ji bo dera ku heywan lê tê firotin û kirîn tê gotin. Li her bajarekî Kurdistana bakur mazata pez û dewêr heye. Meriv terşê xwe, dewarê xwe dibe mazatê û dide destên delalan. Mazata tiştên din jî heye. Mesela meriv dikane merşekê, berrekê, tiştekî entîke ya jî qatek nivîn jî bavîje mazatê.Tiştekî din jî li mazatê lihevzêdekirin, yanî îhale esas e. Lê li bazarê lihevzêdekirin yanî îhale tuneye, bazarkirin heye. Yanî bi kuratayî li ”bazarê” firingî û bacan û li ”mazatê” jî pez û dewar tê firotin.

Min gotibû ”feqîr” û ”feqîrxane” lê rexnegirê min li dij vê gotinê jî derdikeve û dibêje divê min bigota ”belengaz” ya jî ”jar” û ji feqîrxaneyê ra jî bigota ”belengazgeh”! De were nemre, de were neteqe! Ez nizanim Ebdulbaqî Huseynî vê Kurdiya bilind li ku ji ji kîjan kitêbê fêr bûye? Wek tê zanîn maneya gotina ”feqîr” di Erebî da çi dibe bila bibe, lê di Kurdî da”xizan” e yanî kesê ku hebûna wî tuneye yanî berovaciyê dewlemendiyê ye. Lê ”belengazî” tê maneya rebeniyê yanî kesê ku ji heqê xwe dernakeve û hinekî rebenokî ye, ne jêhatî ye. Îcar ”jar”  tew ji bin da tiştekî  din e, têkiliya wê bi feqîriyê tunye. Kesê jar zeîf e yanî ”jarî” eksê qelawî û şîşmaniyê ye. Di nivîsê da Pîrê ne ”belengaz” ya jî ”jar” bû, ew ji nişkave feqîr ketibû yanî xizan ketibû. Erê şeb jî sipî ye û şekir jî sipî ye, lê ne yek tişt e! Lê mixabin Ebdulbaqî Huseynî vê ferqê nizane.

Em werin ser ”belengazgehê”! Wek tê zanîn di Kurmancî da meriv dikane navan bi hin paşpirtikên wek ”van, xan,dar,” û gelekên din ji rengdêran çê bike. Lê ji bo vê jî  hin rêbaz û qaîde hene. Mesela meriv dibêje tembûrvan lê sazbend. Meriv nikane bibêje sazvan. Meriv dibêje ”nexweş” û ”nexweşxane” Meriv nabêje û nikane bibêje ”nexweşgeh”    Feqîrxane jî her ev tişt e. Yanî meriv nikane van paşpirtikên ku rengdêr bi wan çê dibin li gor dilê xwe bi dawiya her gotinê ve ke û rengdêrekê çê bike. Lema jî ”belengazgeh” nabe, wek nexweşxanê divê feqîrxane be, yanî ew dera ku kesên xizan û bêxwedî lê dimînin. Lê ji bo Ebdulbaqî Huseynî  pêwîstiya rêbaz û zanînên ne şert in. Ji bo wî her der teyşt e û ew dikane ardê xwe li derê moxil bike

Min gotiye ”tesaduf” rexnegirê min ”lihevhatin” pêşniyar kiriye. Lê ”lihevhatin” çewt e. Bigota rasthatin dîsa dibû, lê ”lihevhatin” nabe. Lihevhatin lêhatin e, ne tesaduf e.

Ez dixwazim nivîsa xwe bi du nimûneyên ji nivîsa Ebdulbaqî Huseynî biqedînim. Ew wiha dibêje:

E.H: ”Û eger kurdên hersî perçên dî gotar xwendin, wê gelekî di peyvên Xemo de ên
herêmî matmayî bimînin û herwiha di wan gotinên wîyî Siwêdî û navnetewî de”

Ji bo ku baş were fêmkirin divê ez hemûyê bendê û peyvên wî rast bikim û dûra jî çend gotinan li ser bibêjim.

Z.X:”Û eger kurdên hersê perçên dî gotarê bixwînin, ewê li hember peyvên Xamo yên herêmî û herwiha jî li hember wan gotinên wî yên Siwêdî û navnetewî matmayî bimînin.”

E.H: Nivîsandin ne karê herkesî ye

Z.X: Nivîsandin ne karê her kesî ye

Wek ku xwendevan jî dibînin, Ebdulbaqî Huseynî ne bihevoksaziya Kurmancî dizane û ne jî haya wî ji rast nivîsê heye. Ew hîn nizane di hevokekê da nixte û bîhnok li ku tên bikaranîn. Lê li gel vê jî xwe li mamosteyê radikşîne û dixwaze dersê bide xelkê. Ya din jî ew ne bi gotinên min yê ”devokî”, ne bi yên Erebî û ne jî bi yên ”navnetewî” tê serî. Li gor wî hemû jî çewt in. Diyar e ji nuha û pêva ya divê ez dest ji nivîsandinê berdim, ya jî her cara ku min tiştek nivîsî divê ji birêz Ebdulbaqî Huseynî ra bişînim, ji bo ku ji min ra rast bike! Çimkî wekî din tu rê tuneye.

Nimûneyeke din ya gelkî xweş(!)

E.H:”Ji hemî kesên bi nivîsandinê mijûl dibin tê xwestin ku guh bidin peyvên kurdî ên resen, û (piştî pîhnokê ”û” nabe, çimkî bîhnok ”,” wezîfa ”û” dibîne. Z.X)nexeme ku peyvin ji zaravên xwe têkil bikin - eger gerek be-(qest ji ”zarava” devok e. Baş e wek yekî Qerejdaxî, ezê çawa bikanibim xwe ji devoka xwe xelas bikim û bi devoka Hekariyê binivîsim? Ya din jî kîjan devok rast e û kîjan çewt e? Û kîjan jî standart e ku divê ez pê binivîsim?Z.X) ewê demê bastire ku peyvên turkî, farisî, erebî an jî navnetewî bikarbînin.”

Bi xwe ji van gotinên jorîn yên xwaro-maro û kût, min tu tişt fêm nekir, loma jî ez nikanim wan ji hev derxim û rast bikim. Ez viya jî ji xwendevanan ra dihêlim. Hema kê jê çi fêm kir.

Di nivîsa Ebdulabaqî Huseynî da çend nimûneyên din yên bi vî rengî hene, lê ez naxwazim yeko yeko li ser hemûyan rawestim û zêde dirêj bikim. Ez bawer dikim ev çend nimûneyên ku ez li ser wan rawestiyam têr dikin.

Di dawiyê da xwendevan dikanin bibêjin ku merivekî hewqasî nezan çawa dikane ji nava xwe heqwasî razî be û bixwaze mamostetiyê ji xelkê ra bike? Bi ya min pir ne xerîb e. Ji ber ku nezan gelek caran bi nezaniya xwe nizane û loma jî cesûr e!<

-----------------------------------------
Rojnameya Qendîl di internêtê de jî tê weşandin. Xwendevan dikare gotara Ebdulbaqî Huseynî li vêderê bixwîne: www.qendil.de (pdf) (NIVÎS)


<<< Veger rûpela destpêkê

 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]