|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 22 - 24.11.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [SERNIVÎSER] | [ERŞÎV] |
|
WERIN EM BIJAXÊN XWE BIDIN HEV Meşal Temo
|
|||||
Mixabin ez ji neçariyê dibêjim ku rewşenbîrê kurd heta roja îroj kesîtiya xwe bi dest nexistiye û her çavşikestî ye li ber endamekî ( xwezî berpirsiyar be jî wê gotineke din jê re heba! ) partiyên tengbawer dimîne. Tev ku di nehazirbûna wan de rewşenbîr şêr e, lehing e! Ev bixwe jî gelek sedem jê re hene, nemaze perwerdiya hatiye kirin di civatê de û bandora idîolojiyên tenahiyê yê ku ji berhemên wê windakirina bîrweriya mirovantiyê û mehûkirina kesîtiya mirov, weke miroveke serbixwe, xwedanê fereziyeke taybet, ji mafê wî ye ku heyîna xwe bi awayê hebûna xwe bîne holê, ne bi awayê berjewendiyên kerekmejiyên partiyan! Mixabin carek din ku hin partiyên Kurdên Sûriyê karê wan bûye parçekirina civata kurdî. Ji xwe ev babet bi tena serê xwe pirtûkeke taybetî jê re pêwîste ku ev kêşe bête nivîsandin û li ber çavan were raxistin, qene rastiya hin koran pête diyar kirin. Ji ber nakokiya tengbaweran bûye kelemeke dijwar di jiyana gelê kurd de. Çimkî di parçebûna partiyan wisa jî rewşenbîr parçe dibin, ango weke partî deh-duwazde parçe ne, wisa jî rewşenbîr parçekirî ne! Û heke mirov bi çavek gerdûnî vê helkewta rewşenbîr ber bi çav bike, ji radeya rewşenbîriyê gelek dûr in. Neyeksaniya vê helkewtê rê li ber kesên qamsist û kêrnehatî vedike û ev astengiya heyî dihêle ku gelek kesê ne afirêner bibin berpirsiyar û kirasê rewşenbîriyê li ser bejna bîrweriya xwe ya seqet raxin, tev ku hayê wan ji rewşenbîriyê tune ye û tenê dikarin bibin berdevkên bîrweriya gundîtiyê! Di civakên dinyayê yên pêşketî tev de, mirov bi mejî û avakirina xwe xwediyê pisporiyekê ne, di warekî jiyanê de, û bi qayîliya mijara xwe dikarin derkevin pêjberî civakê û ev yek diyar dibe gava di bin nîrê civakeke sivîl pêkbê, ji ber li cem mirovan tev pisporiyek heye û komîteyên sivîl hene, her yek ji wan armancên xwe bi awaya taybetiya xwe pêk tîne û bi tevayî di xizmeta vejîna civaka xwe de dixebitin. Helbet ji mafê partiyên sêyasî ye ku rola xwe jî di lêkeriya sêyasî de bikin, weke komîteyeke sivîl ne weke dagerkirek ji çalakiyên civatê re! Mixabin careke sisyan ku partiyên me rola xwe ya siyasî ya ku ji wan tête xwestin binçilik dikin û desthiladariyê li ser çalakiyên sivîl û serbixwe dikin, ne tenê wisa jî lê belê nakokiyên xwe jî di serê rewşenbîran diçînin û piyagirtina rola wan dikin! Mixabin careke dî ku di dema sedsaliya bîst û yekê cîhanê de û di nav hewqas pêşketinên wê, hîn jî gelek sêyasetmedar û rewşenbîrên gelê me ketine pey tola êla xwe û li pê bi çarpîkan dibezin û bawerim ku bi vê helwesta xwe dixwazin ku civat, netew û mirovên heyî bingor û tola xwe bi vî awayî hilînin! Mixabin rewşa rewşenbîrê kurd li Sûriyê ev e. Bi kurtî ev helkewt vê berhemê dide der. De îja bila kes matmayî nemîne gava bibhîse ku du mehrecanên helbesta kurdî li Sûriyê hatine li dar xistin!. Û gelek baş e ku ne duwanzdeh bûn !! … Hêvîdar im ku di pêşerojê de bi alîkariya rewşenbîrên xwedî fereziyeke serbixwe, em bikaribin ji nuha ve komîteyeke amadekar hilbijêrin bi tevayî komîteyeke xwedî roleke civatî û rewşenbîrî be ku karîna wê hebe û hirmetê ji partiyê sêyasî re bigre gava rola xwe ya taybet bikin û piyagirtina rola rewşenbîr nekin, û ev komît serbixwe be, ji layê nerîn û helwesta xwe ve û dûrî nakokiyên gund û êlên sêyasî be… Ez vê hêviyê bi şêwaza bangeke hemdem ji hemû rewşenbîrên afirêner û bîrwere re dikim, ku em tev rahatina kesîtiya xwe bikin, weke komîteyeke sivîl, em weke rewşenbîr hene û ne bi hewceyî siya partiyên bê sîdan in!!. Qamişlo, 29/10/2002
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |